ENQERE - Şandeyeke MHP’ê bi wesîleya cejnê hat serdana DEM Partiyê. Di hevdîtinê de bal kişandin ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û hate gotin ku li pêşiya Tirkiyeyê firsendeke dîrokî heye.
Partiyên siyasî di roja 2’yemîn a Cejna Remezanê de ji bo pîrozkirina cejnê çûn serdana hev. Şandeyên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û MHP’ê cara ewil bi boneya cejnê serdana hev kirin.
Şandeya MHP’ê ya ji bo serdana cejnê hatî, ji hêla Cîgirê Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê yê ji Komîsyona Hiqûq û Mafên Mirovan Berpirsyar Ozturk Turkdogan, Cîgira Hevseroka Giştî ya ji Komîsyona Gel û Baweriyan Berpirsyar Yuksel Mutlu û Parlamenterê Bedlîsê Huseyîn Olan ve hate pêşwazîkirin. Şandeya MHP’ê jî ji Sekreterê Giştî yê MHP’ê û Wekîlê Bursayê Îsmet Buyukataman, endamên Lijneya Rêveberiya Navenî (MYK) Esma Ozdaşli û Şahîn Kartal cih girtin.
Buyukataman, piştî silavdayinê axivî û got ku ji bilî CHP’ê ew ê biçin serdana hemû partiyên siyasî. Buyukataman, ew ê bi hev re rojên dibin wesîleya vekirina deriyên nû xurtkirina hiqûqa biratiyê bijîn.
‘EM DIKARIN TIRKIYEYEKE NÛ AVA BIKIN’
Ozturk Turkdogan jî diyar kir ku ew hêvî dikin hemû kesên ji azadiya xwe bêpar hatine hiştin bên berdan. Turkdogan, destnîşan kir ku divê her kes li gorî “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” tevbigere û Tirkiyeyê di nava aştiyeke birûmet de jinûve ava bikin. Turkdogan, got: “Em dixwazin Tirkiyeyeke ku rêz ji îradeya gel re tê girtin bê avakirin.”
Yuksel Mutlu jî piştî serdanê axivî û got ku daxwaza wan a herî mezin a di cejnê de ew bû ku hemû girtiyên siyasî û hevalên wan tevî malbatên xwe cejna xwe pîroz bikirana. Yuksel Mutlu, got: “Hêvîdarim ev serdan bibe wesîleya vê. Demokratîkbûna siyasetê nîşan dide bê ka pêdiviya civakê çiqasî bi vê heye. Partiya me li dijî sepanên qeyûm û dijdemokratîk e. Divê tu kes ji ber fikr û ramanên xwe di girtîgehê de nebin.”
DEM PARTÎ ÇÛ SERDANA MHP’Ê
Di heman saetan de, şandeya DEM Partiyê jî çû serdana Navenda Giştî ya MHP’ê. Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan, Wekîlê Colemêrgê Onur Duşunmez û endama Komîsyona Gel û Baweriyan Zeyno Bayramoglû di şandeyê de cih digirt. Şande, ji hêla Cîgira Serokê Giştî yê MHP’ê Zuhal Topçu, Koordînatorê Dibistana Siyaset û Lîdertiyê û endamê MYK’ê Turan Şahîn û endamê MYK’ê Ozmen Gîray Erdemîr ve hate pêşwazîkirin.
‘EM BI FIRSENDEKE DÎROKÎ RE RÛ BI RÛ NE’
Ayşegul Dogan di serdanê de got ku diyaloga di navbera partiyên ji hev cuda difikirin girîng e. Ayşegul Dogan, anî ziman ku Tirkiye bi firsendeke dîrokî re rû bi rû ye û got: “Piştî banga 27’ê Sibatê, ji bo vê firsenda dîrokî divê em tiştên dikeve ser milê xwe bicih bînin. Divê em bi ser hemû berjewendiyên siyasî re bigirin. Ji ber ku em qala aştiya civakî û avakirina demokrasiya Tirkiyeyê dikin. Gel êdî ji şer westiyaye. Li rexekî sepanên dijdemokratîk didomin li rexa din jî lêgerîneke biqîmet ji bo aştiyê heye. Ev, dîrokî ye û divê Tirkiye vê sedsalê ji dest nede. Ji bo Tirkiyeyeke deokratîk, wekhev, adilane û azad divê xetereyên heyî bên tunekirin. Ji ber ku ev dem di heman demê de demekî xetere ye. Lewma jî sekn û îradeya partiya we, bloka îktîdarê gelek girîng e. Êdî gotin hatine kirin û nabe ku were vehêlandin. Divê tavilê bên cîbicîkirin.”
‘SERDEMEKE GIRÎNG E’
Zuhal Topçu jî ev tişt anî ziman: “Em ketin pêvajoyeke girîng. Îşala ev pêvajo bidome. Bi rastî jî ya girîng, pêşeroja Tirkiyeyê ye. Wekî we jî gavek berê anî ziman, ev milet êdî westiya. Ji ber ku zehmetiyên pergala kûrewî derdixînin hene. Kevneşopî û çandekî vî welatî heye. Divê ev dîsa were zindîkirin. Divê ev dewlet bi hev re bimeşe ku serokê me yê giştî gava ewil avêt. Îşala li pey vê stratejiyê tiştên gelek xweş çêbibin.”