NAVENDA NÛÇEYAN - Partiya Îslamî ya Kurdistanê bi boneya sala 78’an a darvekirina Pêşewa Qazî Mihemed û rêhevalên wî daxuyanî da û bi bîr anî. PÎK’ê got: “Hemû S¸ehi^de^n Kurdistane^ serbilindi^ u^ serfiraziya me ne.”
78 sal beriya niha di roja 31’ê Adara sala 1946’ê de li Meydana Çarçira ya Mihabadê, Serokê Komara Kurdistan Qazî Mihemed li gel Wezîrê Parastinê yê Komara Kurdistanê Mihemed Seyf Qazî û Parlamenterê Mahabadê yê Parlamentoya Îranê Ebû’l Qasim Sedir Qazî ji aliyê rejîma paşayetî ya Îranê ve hatin darvekirin.
Partiya Îslamî ya Kurdistanê (PÎK) bi boneya 78’emîn salvegera darvekirina Pêşewa Qazî Mihemed û rêhevalên wî, daxuyanî da. Li ser navê PÎK’ê Serokê Giştî Hîkmet Serbilind daxuyanî da. Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku di 31'ê Adara 1947'an de Serokê Komara Kurdistanê ya Mahabadê Qazî Mihemed û hevalên wî ji aliyê desthilatdariya Îranê ve hatin darvekirin û hate ragihandin ku ew Qazî Mihemed û hevalên wî ji bîr nakin.
Daxuyanî wiha domiya:
“Weki^ S¸ehi^d Qazî Mihemed gotî; ‘Ey milete^ min e^ mazlum! Dijminiya hevdu nekin, pis¸ta xwe bidin hevdu, li dijî dijmine^n xwe ye^ zalim têkos¸i^n bikin u^ xwe bi erzani^ nefiros¸in dijmine^ xwe.’ Hemu^ re^bere^n Kurdan bi qeles¸i^ ji terefe^ dijminan ve hatin qetilkirin. Azadiya her miletî bi yekiti^, tifaq u^ hevkariye^ c¸e^ dibe. He^vi^darim gele^ Kurd ti carî bi ti i^deoloji^ u^ baweriya dijmine^ xwe neye^n xapandin!
Em 78'mi^n saliya kus¸tina li^der u^ Re^bere^ Gele^ Kurd Pe^s¸ewa Qazi^ Mihemed u^ hevale^n wi^ u^ hemu S¸ehi^de^n Kurdistane^ bi dileki^ germ u^ bi hurmet bi bi^r ti^nin. Hemû S¸ehi^de^n Kurdistane^ serbilindi^ u^ serfiraziya me ne. Ci^he^ wan bihûşt be îns¸allah.”