ENQERE - Lîderê Îranê Hamaney bersiv da gefa êrişê ya Serokê DYA’yê Donald Trump û got heke êriş were kirin ew ê “bersiveke xurt” bidin.
Lîderê Îranê Ayetullah Alî Hamaney di xutbeya nimêja cejnê ya li Mizgefta Musalla ya Îmam Huseynî ya li paytext Tehranê de têkildarî êrişên Îsraîlê û gefên Serokê DYA’yê Donald Trump ên li ser Îranê axivî. Hamaney, diyar kir ku ew îxtîmalê nadin ku Trump gefên xwe yên êrişê bicih bîne lê heke êrişek were kirin jî ew ê “bersiveke” xurt bidin.