ENQERE - Tevî bi ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re mehek derbas bûye jî dewletê hêj tu gav neavêtiye. Di rewşeke wiha de Devlet Bahçelî qala “reforman” kir.
Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî têkildarî rojevên heyî ji rojnameya Turkgunê re axivî. Bahçelî, diyar kir ku li welêt jiyaneke nû ya siyasî û civakî ava bûye û got: “Em bang li her kesî dikin ku werin û em bi hev re vê pêşeroja pîroz a Tirkiyeyê ava bikin.” Bahçelî, got ku di avakirina aştiyê de berpirsyartî dikeve ser milê her kesî û got: “Di vê çarçoveyê de nevehêlandin û xwedî lê derketin meseleya sereke ye.”
Bahçelî, bal kişand ser banga 27'ê Sibatê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got: “Milet di nava bendewariyeke bi hêvî de ye. Di destê me de ye ku em vê hêviyê neşikîne û veguherînin kêfxweşiyê. Tirkiyeya bê teror wê bibe Tirkiyeyeke welê ku demokrasî lê hîn xurt e. Di demekê de ku sîstemeke nû ya cîhanê ava dibe, mirov dikare vê pêşketinê ji bo Tirkiyeyê bikin firsendek."
Bahçelî anî ziman ku ev pêvajo “Dê ji bo afirandina jiyaneke civakî û siyasî ya nû ya aştiyane ya Tirkiyeyê bibe wesîle” û diyar kir ku guherînên mezin li gel firsendan her wiha xwedî rîskan e.
Bahçelî, wiha domand: “Ji ber vê yekê gelek dînamîk divê bi baldarî bêne birêvebirin. Beriya her tiştî weke ku di banga Îmraliyê de hate kirin divê destpêkê çek bêne danîn, PKK kongreya xwe bi lez kom bike, biryara tesfiyekirina hemû pêkhateyên PKK'ê bikeve meriyetê. Bi reformên berfireh divê em yekitiya xwe ya mîlî hîn xurt bikin, edalet û wekhevî jî divê esas be."
Bahçelî, got: “Bi destûreke bingehîn a mîlî û berfireh bermahiyên derbeyê dikarin ji holê bêne rakirin. Ya girîng ew e ku avaniyeke welê bê avakirin ku her kes xwe di nav de bibîne. Lewma di pêvajoya Tirkiyeya dûrî ji terorê de em bang li hemû welatiyên xwe dikin ku bi feraseta 'Beriya her tiştî Tirkiye' û 'Her kes dibe Tirkiye' di yekitî û biratiyê de bigihêjin hev, paşerojeke pîroz a Tirkiyeyê bi hev re ava bikin."