ENQERE - Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan bi boneya Cejna Remezanê peyamek parve kirin û gotin: “Bi boneya vê cejnê em hêvî dikin ku Banga Aştî û Civaka Demokratîk pêk were. Roja ku aştî pêk were ew roj dê bibe cejna herî mezin a Tirkiyeyê.”
Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari û Tûncer Bakirhan bi daxuyaniyekê Cejna Remezanê pîroz kirin.
Daxuyanî bi vî rengî ye:
“Cejn rojên taybet in ku yekîtî û piştevanî herî zêde tên hîskirin û em bi hestên hevpar tên cem hev. Em hêvîdar in ku ev cejn bibe alîkar ku em bi hevgirtinê êşên xwe yên hevpar derbas bikin, hêviyê zêde bikin û destpêkeke nû ava bikin.
Em hêvî dikin ku Cejna Remezanê dawiya xizanî, neheqî û newekheviyê bîne û derî li serdemeke nû veke ku her kes di nav aramiyê de bijî.
Îro berpirsyariya me ya hevpar e ku em bi diyalog, lihevkirina demokratîk û muzakereyê ji aloziyên siyasî û civakî yên ku welatê me tê de ye derbas bikin. Em di serdemeke wisa re derbas dibin ku pêwîst e em di her kêliyê de hesta lihevanînê ya cejnê hîs bikin û vê hestê zindî bihêlin. Em dikarin hemû pirsgirêkên xwe bi helwesteke rêzdar û li ser esasên demokratîk çareser bikin.
Bi boneya vê cejnê em hêvî dikin ku Banga Aştî û Civaka Demokratîk pêk were. Roja ku aştî pêk were ew roj dê bibe cejna herî mezin a Tirkiyeyê.
Bi van hest û ramanan; em hêvîdar in ku Cejna Remezanê bibe sedema aştî û demokrasiyê ji bo 85 milyon welatiyên me û azadiya hemû girtiyên siyasî yên di zindanan de ne. Em cejna her kesî ji dil û can pîroz dikin.