MÊRDÎN - Li navçeya Qoserê 19 sal berê Ahmet Araç û M. Siddik Oner ji aliyê polîsan ve hatin qetilkirin. Lêpirsîna ku ji bo kiryarên wan bên eşkerrkirin hat xwestin bê destpêkirin hat astengkirin û dozger jî hat sirgûnkirin. Bav Ramazan Araç got: "19 sal derbas bûn, hê gavek jî nehatiye avêtin."
Çalakiyên ku di 28'ê Adara 2006'an de li metropolên Kurdistan û Tirkiyeyê dest pê kir, li navçeya Qoser a Mêrdînê jî belav bûn û bi rojan dewam kirin. Di çalakiyê de Ahmet Araç (26) û Mehmet Sîddik Oner (28) bûn hedefa guleyên polîsan. Polîsan di 1'ê Nîsana 2006'an de ewil Ahmet Araç li kolanê bi guleyan ew qetil kir û di 2'yê Nîsana 2006'an de Mehmet Sîddik Oner jî bi gulebaranê qetil kirin.
Dema cenazeyên Araç û Oner ji aliyê bi hezaran kesî ve hatin definkirin, ji aliyê Qeymeqam û midûrên polîsan ên wê serdemê ve hatin serdana malbatan û xwestin bûyerê wekî "PKK'ê kir" ji raya giştî re bidin xuyakirin. Malbatan pêşniyazên ji wan re hatin kirin red kirin û xwestin kiryar bên eşkerekirin.
Tevî 19 sal derbas bûn jî di lêpirsîna ku der barê bûyerê de hat destpêkirin de gavek jî nehatiye avêtin.
Bav Ramazan Araç diyar kir ku piştî sersaxiyê dozgerê lêpirsînê dimeşand jê re gotiye, "Piştî îfadeya polîsan bi 2 rojan ez sirgûn kirim û dosyeya Ahmet ji min hat stendin."
Di lêpirsîna ku piştî qetilkirina Araç û Oner hat destpêkirin de tu pêşketin çênebû, ji aliyê malbatan ve li Dadgeha Îdarî doz hat vekirin. Piştî ku doz ji aliyê dadgehan ve hatin redkirin, dosya şandin Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME). Tevî ku piştî biryara DMME'yê ya ku "mafê jiyanê" hatiye binpêkirin, li Tirkiyeyê cezayê tazmînatê hat dayîn jî, lêpirsîna sûc di refên buroya "Lêgerîna Daîmî" de hat jibîrkirin.
Di sala 2008'an de ji aliyê Şaredariya Qoserê ve ji bo bîranîna Ahmet Araç û Mehmet Siddik Oner parkek hat çêkirin. Navê parkê di sala 2016'an de piştî qeyûm tayînî şaredariyê hat kirin, hat guherandin. Bi demê re nav û wêneyên Ahmet Araç û Mehmet Siddik Oner ji ber deriyê parkê hatin jêbirin û navê cerdevanekî ku di pevçûnê de miribû li parkê hat kirin. Di sala 2019’an de daxwaza şaredariya HDP’ê ya ji bo guhertina navê parkê û lêkirina navê parkê ji aliyê qeymeqamtiyê ve hatibû redkirin.
Bav Ramazan Araç, diyar kir ku 19 sal in ji bo edaletê têdikoşin û got: "Ji bo doza wî çi ji desta bihata dikir." Bav Araç behsa bûyerê kir û got ku piştî lêpirsîn hatiye destpêkirin dozger ç»ye cihê bûyerê û piştî lêkolînan îşaret bi 6 polîsan kiribû. Bav Araç bilêv kir ku piştî îfadeya polîsan hatiye girtin bi 2 rojan dozger jê re gotiye "ez hatim sirgûnkirin û dosyeya Ahmet ji min hat stendin." Bav Araç diyar kir ku heya niha ji bo dosyeyê gelek daxwazname dane lê belê hê jî tiştek nehatiye kirin.
Bav Araç bilêv kir ku piştî vê serî li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) dane û got ku rêya serlêdanê nehatiye vekirin. Bav Araç anî ziman ku 19 sal derbas bûne, hê doz nehatiye vekirin û got ku dibe ku ji bo parastina kujeran dosyeyê têxin ber demboriyê.
Bav Araç xwest ku kujer bên dîtin û cezakirin.
MA /Ahmet Kanbal