* Jinên ku berhemên li gund diçînin tînin bazarê difiroşin, anîn ziman ku qezenca wan têra pêdiviyên wan ên rojane nakin.
* Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi pêngava ku ji bo piştgiriya gelê elewî yê di bin êrişan de dabû destpêkirin, alîkarî gihand bi hezaran welatiyan. Gel ji Rêveberiya Xweser xwest ku hevgirtina bi wan re bê xurtkirin.
* Li navçeya Qoserê 19 sal berê Ahmet Araç û M. Siddik Oner ji aliyê polîsan ve hatin qetilkirin. Lêpirsîna ku ji bo kiryarên wan bên eşkerrkirin hat xwestin bê destpêkirin hat astengkirin û dozger jî hat sirgûnkirin. Bav Ramazan Araç got: "19 sal derbas bûn, hê gavek jî nehatiye avêtin."
* Ji rojnmavenaên ku di dema şopandina binçavkirinan de hatin binçavkirin Hayrî Tûnç, diyar kir ku polîs ji bo wan wekî çalakvanan nîşan bidin wêneyên wan kişandine û got: "Ev komplo ye."
* Dayikên Şemiyê, dê cara 341'emîn li Qada Galatasarayê bên cem hev. (12.00)
* Xizmên windayan dê li Amed, Êlih û Colemêrgê çalakiyên we yên heftane li dar bixin. (12.30)
* Dê li Stenbol û Enqereyê ji bo girtiyên nexweş daxuyanî bên dayîn. (13.30)
* Dê bi boneya cejnê li gelek bajaran serdana goristanan bê kirin. (13.00)
* Dê li Stenbol û Enqereyê der barê girtiyên nexweş de daxuyanî bê dayîn. (13.30)