Herikîna ber bi qada Newroza Azadiyê ve dest pê kir

img

AMED - Ji çar aliyên Amedê gel ber bi Qada Newrozê ve diherike. 

Agirê ewil ê Cejna Newroza îsal ku ji bo gelê Kurd sembola “vejînê” ye, di 12’ê Adarê de bi dirûşma “Rêbertiya Azad Civaka Demokratîk” li navçeya Licê ya Amedê hat vêxistin. Piştî pîrozbahiyênl i sedan bajar, navçe, bajarok, gund û taxan, niha jî li Amedê pîrozbahî tê lidarxistin. 
 
Navnîşana pîrozbahiya ku çavê hemû kesî li ser e, îsal jî neguherî. Pîrozbahî, li Parka Newrozê ya navçeya Rezanê tê lidarxistin. Amadekariyên pîrozbahiyê bi rojan berê dest pê kiribû. Sehneya betonê ya berê hate hilweşandin û li şûna wê platformeke mezin hate avakirin. Platform, bi dirûşmên Newrozê û dirûşma “Jin, jiyan, azadî" hate xemilandin. Di heman demê de ji bo bi sedan mêvanên ji der ve hatibûn vexwendin jî platforma protokolê hate avakirin. 
 
GOTINÊN ABDULLAH OCALAN LI QADÊ NE! 
 
Wêneyeke mezin ê Kemal Kurkut ku di Newroza sala 2017’an a Amedê de hatibû qetilkirin jî li qadê hate daliqandin. Gotinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên weke “Me bi ciwanî dest pê kir dê bi ciwanî bi ser kevin”, “Dê azadîb i ser keve”, “Ên nizanin bi jinekê re biaxivin nikarin bibin sosyalîst”, “Rêgeza min a sereke jiyana efsûnî ye” û “Armanca gerdûnê azadî ye” wele pankart li qadê hatin daliqandin. 
 
JI HER ÇAR ALIYÊN VE GEL DIHERIKE QADÊ
 
Mîna her salê îsal jî ji bo pîrozbahiyan hêj gelek dem mabû ku welatî di saetên zû yên serê sibehê de hatin qadê. Bi hezaran kes ji bajar, navçe, bajarok, tax û gundên derdorê berê xwe dan qada Newrozê ya Amedê. Li noqteyên kontrolê yên li aliyê Bûlwara Qamişloyê, Cadeya Newrozê û Taxa Bagcilarê gelek welatî ketine dorê. 
 
Li ser her rêya ber bi qadê ve dirûşmên "Bijî Serok Apo" û "Jin, jiyan, azadî" olan didin. Piraniya girseyê ji ciwan û jinan pêk tê. Beşeke mezin a welatiyan cil û bergên Kurdî li xwe kirine. Gelek malbatan jî zarokên xwe jî bi xwe re anîne. 
 
Li ser her rêya ber bi qada Newrozê ve diçe coşeke mezin heye. Hema hema li ser hemû cade û kolanan li ber dahol û zirneyê govend tê gerandin. 
 
BI SERUMÊ HATE QADÊ
 
Ji 6 deriyan welatî têdikevin qadê. Li her derî jî bi hezaran welatî di dorê de disekinin û welatiyên têdikevin qadê jî li ber stranên Kurdî govendê digerînin. 
 
Welatiyê ku bi serûmê berê xwe dabû qadê bal kişand. 
 
BI HEZARAN KESÊN BIYANÎ TEV LI DIBIN 
 
Li gel deriyên behsa xeberê, di heman demê de li pişta platformê jî deriyê protokolê hatiye vekirin û têketina qadê ya ji wî deriyî dest pê kir. Rojnameger û bi hezaran kesên ji çar aliyên cîhanê hatine vexwendin, di vî derî de têdikevin qadê. 
 
Di pîrozbahiya Newrozê ya îsal a Amedê ji gelek welatan gelek kes hatin vexwendin. Ji Fransayê heta Katalonya, Spanya, Îrlanda, Belçîka, Almanya, Îtalya, Kenya, Çekya, Hindistan, Misir, Îran, Lubnan, Iraq, Lîbya, Tunus û Herêma Federe ya Kurdistanê bi sedan siyasetmedar, sendîkavan, nûnerên rêxistinên civaka sivîl û rojnameger ji bo pîrozbahiyê hatin vexwendin. 
 
Di heman demê de ji bo şopandina pîrozbahiyan,  hejmareke reko a rojnamegeran serlêdana akredîtasyonê kirin. Ji welêt û derveyî welat 629 rojnamegeran ji bo şopandina Newrozê akredîte bûn. 
 
Têketina qadê didome û li bendê ye ku di demekî nêz de pîrozbahî dest pê bike. 
 
BERNAME 
 
Pîrozbahî dê bi rêzgirtinê dest pê bike. Piştre jî dê gel were silavkirin. Piştre jî li gorî dorê dê ji Tifaqa Kurdistanî Mehmet Kamaç, aktîvîsta TJA’yê Sebahat Tuncel, ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê Ozgur Faîk Erol, Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Uçar û Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan biaxivin. 
 
Di heman demê de dê Kemençe, Arhat, Grup Avna, Ayfer Duzdaş û Rewşan Çelîker derkevin ser dikê. 
 
Mijara sereke ya Newroza îsal a Amedê jî banga dîrokî ya “Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e ku di 27’ê Sibatê de hatibû ragihandin. 

Sernavên din

15/04/2025
11:28 Macron bi Abbas re hevdîtin kir: Divê Hamas were bêçekkirin
11:27 Prof. Dr. Dunbar: Dema ji ziman û çandan re rêz hate girtin dê aştî bibe
11:01 Parêzeran ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
10:50 Qada bêhnvedanê ku qeyûm dabû cendirmeyan hatiye îstîmlaqkirin!
10:44 Weqfa Mezopotamyayê kursa 9’an a folklor û edebiyata gelêrî li dar dixe
10:14 Li Antalyayê dawetên Kurdan bi hinceta ‘qedexeyê’ tên astengkirin
10:02 Ji bo Cîgirê Şaredarê Beykozê biryara binçavkirinê
09:58 'Aştî û çareserî yekalî nabe’
09:53 Pîrozbahiyên Newroza Rojhilat: Banga Ocalan mora xwe li pîrozbahiyan xist
09:04 Înîsyatîfa Jinan a ji bo Sûriyeyê hat avakirin: Çalakiya ewil di 24'ê Nîsanê de ye
09:03 Parêzerên OHD'î: Divê 'mafê hêviyê' bê bicihanîn
09:02 Qirêjiya li Gola Wanê zêde dibe, populasyona candaran tune dibe
09:00 Ferîde Eralp a feminîst: Bêyî jinan aştî ne pêkan e
09:00 ROJEVA 15’Ê NÎSANA 2025’AN
14/04/2025
16:24 ‘Hêza sereke ya ku dê civakê demokratîk bike jin in’
15:38 Îtîraza li dijî girtina Îmamoglû hate redkirin
15:37 Rapor: Li Sîncanê ‘qedexeya îşkence û miameleya xerab’ tê binpêkirin
15:00 Meclisa Jinan a DBP’ê atolyeyan dide destpêkirin
14:42 Doza Narîn Guranê: Daxwaza beşdarbûnê ya UCÎM û Wezaretê hat qebûlkirin
14:40 4 sal û 8 meh cezayê hefsê li lîstikvana Kurd hate birîn
14:32 Rojnamegeran bertek nîşan dan: Mafê agahîgirtinê yê gel tê astengkirin
13:52 Xalê Jîna Emîniyê hate girtin
13:15 Li Qersê jinek hate qetilkirin
13:10 Ji bo rojnameger Necla Demîr Arvas biryara ceza û tehliyeyê
12:44 Doza Narîn Guranê didome: Heqîqetê derxînin holê
12:29 Cûma Çat hate definkirin
12:25 Dîroka hevdîtina Şandeya Îmraliyê û Wezareta Dadê diyar bû
11:52 Platforma Yekitina Jinên Kurd hate avakirin
11:31 Gulistan Kiliç Koçyîgît: Di hevdîtina Erdogan de aliyên pêvajoyê dixitimînin hatin axaftin
11:21 Hunermend Dîna Zaurub di êrişa Îsraîlê de hate qetilkirin
11:08 Bi ser Enfalê re 37 sal derbas bûn: Me efû nekir û dê ji bîr nekin
10:57 Li Geliyê Botanê qûleya leşkerî hate avakirin
10:41 Duyemîn doza cînayeta Narîn Guranê dest pê kir
10:10 Xwebûn bi manşeta ‘Hunermend rayberî biko’ derket
09:10 Piştî Soylu hedef nîşan dayî bêyî ‘delîlan’ cezayê muebbeta girankirî lê hate birîn
09:06 Qeyûmê Mêrdînê dê 35 neguhêzbarên bifiroşe
09:04 Curado: Bêyî berdana Abdullah Ocalan pêvajo nameşe
09:03 'Bombebarana ser Kurdistanê bide sekinandin dê bibînî ka aborî çawa baş dibe’
09:01 Birayê girtiyê nexweş Akay: Lijneyên Çavdêriyê mîna giyotînê dixebitin
09:00 ROJEVA 14'Ê MIJDARA 2025'AN
09:00 Cûma Çat jiyana xwe ji dest da
13/04/2025
16:54 OHD: Bi banga Abdullah Ocalan re hevkêşeya sedsalî xera bû
16:34 Karkerê li Şirnexê di bin hezazê de ma jiyana xwe ji dest da
16:30 Rûsyayê bi fûzeyan êrişî Ûkraynayê kir: Herî kêm 32 kes mirin
15:35 Endamên DÎK’ê çûn serdana şîna Sungur
15:29 Komxebata Egîtîm Senê di roja duyan de dom kir: Zanîna xelet mirov dike kole
13:44 Wêneyekî Abdullah Ocalan ê heta niha nehatibû weşandin derket holê
13:07 Piştî 4 mehan ceyran gihişt Kobanê û gundên wê
13:05 Bendên kontrolê yên li Helebê tên rakirin
12:42 Li Wanê li pey hev erdhej çêbûn
12:00 Îran: Di hevdîtinên bi DYA’yê re em gelek nêzî muzakereyan bûne
11:23 Îsraîlê li Xezeyê nexweşxaneyek bombebaran kir
11:17 Komeleya Aştî û Azadiyê ya Ewropayê hate avakirin: Li dîasporayê siyaseteke nû
10:38 Bi îdiaya ‘bombeyê’ hate girtin bi hinceta ‘raporê’ ceza lê hate birîn
10:13 Hejmara nû ya kovara Jinê derket
10:08 Darren Millar piştgirî da banga Abdullah Ocalan û got: Modela IRA’yê dikare bibe mînak
10:05 Herêma êriş lê didomin kişandibû: Li hin gundan 200 Elewî hatibûn qetilkirin
09:30 Bi ser bangê re 46 roj derbas bûn: Yek ji gavan statuya Kurdî ye
09:23 Kampanyaya ‘Pirtûka bi Tirkî bîne, pirtûka bi Kurdî bistîne’ tê destpêkirin
09:03 Ji bo girtiyên nexweş bang kir: Divê dewlet gavan biavêje
09:02 Dayikan bang li îktîdarê kirin: Demildest Ocalan berdin
09:01 Geliyê Botanê bi rengên biharê xemilî
09:00 ROJEVA 13’Ê NÎSANA 2025’AN
12/04/2025
16:37 Xwestin Akay û Aladag bên berdan
15:36 Cenazeyê nivîskar Îbrahîm Sungur hat veşartin
14:48 Xizmên windayan: Ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd bi rabirdûyê re hevrûbûyîn divê
13:17 Li Colemêrgê mirineke biguman
12:54 Ji Egîtîm Senê komxebata perwerdehiya bi zimanê dayikê
12:46 Tevî biryara agirbestê jî êriş didomin: 2 HPG'iyan jiyana xwe ji dest dan
12:38 Ji Weşanên Aramê 8 pirtûkên nû
09:31 Ji hiqûqnasan ji bo 'mafê hêviyê' amadekariya serlêdanê
09:07 Ji Weşanxaneya Aryenê du jê rêziman 4 pirtûkên nû
09:05 Êrişî abîdeya 10'ê Cotmehê kirin: Malbat dixwazin kiryar bên tespîtkirin
09:00 ROJEVA 12'Ê NÎSANA 2025'AN
11/04/2025
16:05 Rojnamegerên tên darizandin: Em ê parastina rûmeta rojnamegeriyê bidomînin
16:01 Jin li Mûglayê li ser aştiyê axivîn
15:54 Başboga û Akkurt piştî 32 salan hatin berdan
15:46 Uveyş Ocalan li ser gora xwe hate bibîranîn
15:44 Di doza rojnamegeran de dê mutalaa bê amadekirin
14:49 Ji bo 59 kesan biryara tehliyeyê hat dayin
14:46 Uveyş Ocalan hat bibîranîn: Em ê aştiyê bi civaka demokratîk tacîdar bikin
14:38 'Bila girtîgehên bi tîpa bîrê bên girtin’
13:29 Li Rojhilat 4 kes hatin binçavkirin
13:27 Di şewata mala prefabrîk de 2 zarokan jiyana xwe ji dest dan
13:22 Komîsyona Hilbijartinê ya Iraqê got dê hilbijartin di dema xwe de bên kirin
13:20 Giliyê kesên piştgiriyê didin komkujiya Elewiyan hate kirin
13:08 Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê: Em şansekî rastîn didin dîplomasiyê
13:06 Ramazan Karataş piştî 32 salan hate berdan
12:29 Çawişê pispor ê ku Aydin qetil kirî hewldaye hevalê wî jî bikuje
12:21 Di nava sê rojan de 9 Beluc hatin darvekirin
10:41 Girtiyê nexweş Çam rakirin nexweşxaneyê
10:20 MYK’a DEM Partiyê civiya
09:53 14 caran gilî kir lê necezakirin weke tundî lê vegeriya
09:38 'Divê şert û mercên bangê demildest pêk bên'
09:37 Dê jin ji bo cîvakîbûna bangê xwe bi rêxistin bikin
09:27 Ji bo lîteratura hiqûqê ya bi Kurdî gaveke nû: DADSAZ hat avakirin
09:01 Qeyûm, ji bo serokê AKP'î ajovanek girt kar!
09:00 ROJEVA 11’Ê NÎSANA 2025’AN
08:55 Li Şirnexê têketina 11 herêman hate qedexekirin
10/04/2025
18:49 Ji Şandeya Îmraliyê têkildarî hevdîtina bi Erdogan re daxuyanî