RIHA - Di pîrozbahiya Newrozê ya li bajarê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Xelfetiyê de tekane daxwazek derket pêş ku ew jî azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan bû.
Li bajarê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan navçeya Xelfetî ya Rihayê Newroz bi coşeke mezin û bi tevlibûna hezaran kesan hate pîrozkirin. Ji destpêkirina Newrozê heta vêxistina agir û gerandina govenda dawî, tekane daxwazek derket pêş ku ew jî azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan bû. Girseyê gelek caran dirûşma “Bijî Serok Apo” berz kir û posterê Abdullah Ocalan bilind kir.
Çend nîşeyên ji qada Newrozê:
* Hêj ji bo pîrozbahiyê bi saetan mabûn ku bi sedan kesan ji gundan berê xwe dan qada Newrozê û li ber stranên bi Kurdî govend gerandin.
* Tevlibûna xurt a Dayikên Aştiyê û ciwanan bal kişand.
* Bi hatina Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Uçar û Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan re coşa li qadê derket lûtkeyê.
* Bi anonsa ‘Ji bilî dirûşmên Komîteya Amadekar diyar kirin re tu dirûşmên din berz nekin’ re hemwext girseyê bi yek dengî dirûşmên ‘Bijî Serok Apo’ û ‘Bê Serok jiyan nabe’ berz kir.
* Di hemû axaftinên ser dikê hatin kirin de silav ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hatin şandin.
*Daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate kirin.
* Ciwanên beşdarî pîrozbahiya Newrozê bûn, wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hilgirtin.
* Endamên Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê bi pankarta ‘Bi Rêbertiya azad re ber bi Kurdistana azad ve’ li qadê cihê xwe girtin.
* Di axaftinan de bal kişandin ser ‘Banga Aştî û Civaka Demokratîk’ a Abdullah Ocalan û hat xwestin ku îktîdar gavan biavêje.
* Agirê Newrozê bi pêşengtiya jinan û bi dirûşma ‘Bijî Newroz’ hate vêxistin.”
MA / Emrullah Acar