AMED - Dayika Aştiyê Sakîne Arat dê sibe li Goristana Yenîkoyê ya Amedê bi merasîmekê were definkirin.
Dayika Aştiyê Sakîne Arat ku salên dirêj e di eniyên pêş ên têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd de cih digirt, şevê din li Amedê li nexweşxaneya lê dihat tedawîkirin jiyana xwe ji dest da. Bi bihîstina wefata Sakîne Aratê re Meclisa Dayikên Aştiyê ya Amedê, rêxistina DEM Partiyê ya Amedê, rêxistina DBP’ê ya Amedê û gelek kes çûn pêşiya nexweşxaneyê. Girseyê li vir sersaxî ji malbatê xwest.
Cenazeyê Sakîne Aratê rakirin morga nexweşxaneyê û piştre jî birin Goristana Yenîkoyê ya li navçeya Rezanê. Cenazeyê Sakîne Aratê dê sibe saet di 10.00’ê de li Goristana Yenîkoyê were definkirin.
Piştî definkirina cenazeyê, dê li Mala Şînê ya Odabaşi Balê şîn were danîn.