ÎZMÎR - Serokê ABF'ê Mustafa Aslan bal kişand ser komkujiyên komên çekdar ên ku HTŞ û Tirkiye piştgiriyê didin wan ên li Sûriyeyê li dijî elewiyan pêk tên û got: "Li Sûriyeyê komkujiyek li dijî elewiyan tê kirin."
Heyet Tahir El-Şam (HTŞ), komên çekdar ên bi piştgiriya Tirkiyeyê û komên paramîlîter ên li gundewarên Idlibê derbasî Lazqiye û Tertûsê bûn, li dijî sivîlan komkujî pêk hatin. Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê ku navenda wê li Londonê ye, ragihand ku di vê pêvajoyê de hezar û 300 kes hatine kuştin ku 800 ji wan sivîl in. Hat diyarkirin ku li Lazqiye û Tertûsê hêjmara miriyan zêde ye ji ber ku hîna jî xwegihandina hin gundan zehmet e. Êriş li ser Taxa El Kusur, ku piranî elewî lê dijîn çêdibin û bi vê re li bajarê peravê Banyas û li ser gundên elewiyan li Hama û Humsê, dîmenên bangên cîhadê yên li dijî elewî û xiristiyanan li ser medyaya dîjîtal ji hêla komên êrişkar ve tên parve kirin.
Elewiyên ku ji komkujiyê rizgar bûn xwe spartin herêmên çiyayî û daristanî û bi hezaran elewî jî xwe li Baregeha Hewayî ya Hmeymîmê ya Rûsyayê girtin. Hin berpirsên qetlîamên ku bi rojan e berdewam dikin, dîmenên ku kişandine li ser medyaya dîjîtal weşandin. Ji ber ku hem ev dîmen û hem jî hejmara sivîlên hatine qetilkirin zêde ne, bertekên li hundir û derve yên li hemberî rêveberiya Ehmed El Şara ku xwe wekî serokê hikûmeta demkî ya Sûriyeyê tayîn kiribû, zêde bûn. Roja din endamên HTŞ'ê êrişî xwenpêşandana protestoyê ya li Şamê kirin û kom belav kirin.
Serokê Federasyona Elewiyên Bektaşî (ABF) Mustafa Aslan komkujiya li dijî elewiyên li Sûriyeyê nirxand û diyar kir ku ji 8'ê Kanûnê û vir ve ku HTŞ'ê Şam dagir kiriye, li Sûriyeyê komkujî zêde dibin. Aslan da zanîn ku ev yek di rojên dawî de hê zêdetir bûye û got ku li gorî agahiyên ku ji çavkaniyên herêmî hatine girtin, zêdeyî hezar elewiyên sivîl hatine qetilkirin û got: "Ev yek bi fikar û metirsîdar e. Komkujiya li dijî elewiyan ber bi qirkirinê ve diçe. Piştî 8'ê Kanûnê me fikarên xwe yên li ser pêvajoya li Tirkiyeyê û gelek welatên Ewropayê anîn ziman. Bi taybetî jî elewiyên li Sûriyeyê dijîn, me serdana Meclisê kir û bi partiyên siyasî re hevdîtin kir. Me bi cîgirê serokê koma partiya desthilatdar re hevdîtin kir. Lê mixabin em di fikarên xwe de mafdar in. Li Sûriyeyê komkujiyek li dijî elewiyan heye. Pêwîst e raya giştî ya navneteweyî demildest vê yekê rawestîne."
Aslan bal kişand ser wê yekê ku dixwazin komkujiya elewiyan bi axaftina "bermahiyên Esed" veşêrin û got: "Hem nûnerên partiya desthilatdar û hem jî nivîskarên wan hevsengiya xwe ya derûnî winda kirine û ji bo veşartina rastiyên li Tirkiyeyê û cîhanê rola xwe ya asayî dilîzin. Her kes dizane ku li Sûriyeyê komkujiyek li dijî elewiyan heye. Nikarin vê di bin navê 'bermayiyên rejîma Baasê Sûriyeyê proveke dikin' veşêrin. A rast ev e ku koma cîhadîst HTŞ, elewiyan dike hedef. Xeyaleke wan a ku xaka Sûriyeyê ji elewiyan xalî bikin heye. Divê mirov ji alîgirên desthilatê re vê bêje; çima h»n ser gotinên bi dîmenan li mizgeftê hatine kişandin û di wan de tê gotin kuştina elewiyan wacib e vedişêrin? Hûn ê çawa ji vê rastiyê birevin? Ya din jî; elewî tu carî li Sûriyeyê nebûne desthilat. Di deam rejîma Baasê de jî elewî mazlûm bûn, tu garantiyeke wan tune bû, xizan bûn, betal bûn. Esad, tu carî nebû birayê me. Serokkomar, ji bo Esad digot birayê min. Kuştina kesekî heftê salî û zarokek 7 salî, ne pêkan e wekî 'bermayiyên Baasê' bê vegotin."
Aslan da zanîn ku ji bo pêşî li qetlîamên li dijî elewiyan bê girtin, bi gelek welatan re hewldanên wan ên dîplomatîk didomin û diyar kir ku ew ê îro (13'ê Adarê) li bajarê Samandag ê Hatayê bi hêzên li dijî şerê li Ewropayê yên ku navenda wê li bajarê Koln a Elmanyayê ye, bicivin. Aslan anî ziman ku ev ji bo hêzên demokrasiyê yên ku heta niha nekarîne dengê xwe derxin watedar e û got: "Lê ev yek têrê nake. Ji bo rawestandina vê komkujiyê pêwîstî bi însiyatîfa dewleta tirk, Neteweyên Yekbûyî (NY) û rêxistinên mafên mirovan heye. Eger nebe, wê ev êriş ber bi qirkirinê ve biçin. Li ser vê yekê saziyên me yên li Ewropayê dê ji ber vî sûcî gilî bikin. Me serlêdan kir. Ew tên şopandin. Ji niha û pê ve pêwîstiya me bi deng û piştgiriya her kesî heye."
Aslan da zanîn ku gelê elewî her tim li aliyê aştiyê ye û li dijî kesên zilimkar e.
MA / Tolga Guney