ŞIRNEX - Fîlmê bi navê “Enîf” ku qeyûmê Şaredariya Cizîrê Faîk Arica di bin navê “sponsoriyê” de ji qaseya şaredariyê 68 hezar TL jê re veqetandibû, e 7 sal in hêj neketiye vîzyonê. Hevşaredara Cizîrê Guler Tunç, got: “Li holê fîlm tune ye lê fatûreyên hatine dayin hene.”
Qeymeqamê Cizîrê Faîk Arîcan ê ku di 11'ê Îlona 2016'an de ji aliyê Wezareta Karên Hundir ve weke qeyûm li Şaredariya Cizîrê ya Şirnexê hatibû tayînkirin, şaredarî 220 mîlyon lîre deyndar kiribû. Qad, park û milkên şaredariyê yek bi yek firotibû yan jî dabûn saziyên alîgirê hikûmetê. Qeyûm Arican di sala 2018'an de sponsoriya fîlmê bi navê “Enîf” kiribû û peymana fîlmî ji aliyê şaredariyê ve hatibû îmzekirin. Fîlm li gelek cihên dîrokî yê navçeyê hate kişandin. Fîlmê ku bi tîmeke profesyonel a ji 50 kesî pêk dihat dest bi kişandina fîlmê kiribû, diyar kiribûn ku wê di Sibata 2019'an da derketiba pêşberî temaşevanan. Lê belê tevî ku 7 sal derbas bûne jî hîna fîlm nehatiye weşandin. Qeyûm Arican ji bo fîlm 68 hezar û 440 TL xerc kir. Lêbelê tevî bi se re 7 sal derbas bûn jî kesî ne fîlm dîtiye û ne jî bihîstiye.
BI QEYÛM RE FÎLM JÎ TUNE BÛ!
Fîlmê behsa xeberê, ji hêla qeyûm Arican ve weke “Li navçeya Cizîrê ya ku aramî lê pêk hatiye bi piştgiriya şaredariya ku qeyûm hatiye tayinkirî dê fîlmek bê kişandin" hat ragihandin û propagandaya wê hate kirin. Daxuyaniyên rayedarên dewletê ku dê ev fîlm bibe alîkarê danasîna navçe û Şirnexê tenê di gotinê de ma.
Qeyûm Arican têkîldarî fîlm wiha gotibû: “Armanca me ew e ku em navçeya xwe bi welatê xwe bidin nasîn û bi çalakiyên xweş navçeya xwe nîşan bidin. Bi van çalakiyên hunerî em hewl didin ku moral û motîvasyonê bidin gelê Cizîrê. Ciwanên ji Cizîrê jî di fîlm de cih bigirin. Piştî êrişên terorê kişandina vî fîlmî girînge.”
Derhêneriya fîlmê “Enîf"ê Burak Akyol dike û lîstikvan jî Merve Altinkaya, Hakan Dînçkol, Tevfik Yapici, Nîlgun Karababa û Esîn Karakaya bûn.
'FÎLM XEYALÎ Û SEXTE BÛ'
Hevşaredara Cizîrê ya DEM Partiyî Guler Yerbasan li ser mijarê axivî û diyar kir ku qeyûman bi van projeyên xeyalî pereyê gel bi fizûlî xerc kirine û got ku ji ber deynên qeyûman ew di dayina xizmetê de zehmetiyê dikişînin. Guler Yerbasan, got: “Qeyûman budçeya gel ji alîgirên xwe re pêşkeş kirin. Di sala 2018'an de xebatên vî filmî hatine kirin û faturaya wê jî heye. Lêbelê fîlm li holê xuya nake. Qeyûman di 9 salan de gelek xebat û projeyên xeyalî kirine lêbelê yek xebateke wan jî ne ji bo gel bûne. Ketin pêşiya xizmeta ji gel re û pereyê gel ji alîgirên xwe re xerc kirin. Ev fîlm bi temamî xeyalî û sexte bû. Pereyê vî gelî ji şîrket û weşanên nêzî xwe re pêşkeş kirin.”
MA / Zeynep Durgut