NAVENDA NÛÇEYAN - Her sal Newroz ji hêla bi milyonan kesan ve tê pîrozkirin. Dirûşmên Newrozê, piranî li gorî daxwazên gelê Kurd û geşedanên mohra xwe li salê dayî teşe girtin.
Newroza îsal dê 47 jê navendên mezin li 89 navendan bê lidarxistin. Her wiha dê li hezaran bajar, navçe, bajarok, gund û taxan agirê Newrozê were vêxistin. Starta Newroza îsal dê di 12’ê Adarê de li navçeya Liceyê ya Amedê bê dayin. Dirûşma Newroza îsal weke “Rêbertiya Azad Civaka Demokratîk” hat diyarkirin. Di dirûşma Newroza îsal de bal kişandin ser “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a di 27’ê Sibatê de hatiye weşandin.
Ji salên 2000'î heta niha gelemperî daxwazên gelê Kurd û geşedanên mohra xwe li salê dane teşe da dirûşmên Newrozê. Dirûşmên Newrozan ên sala 2000’î ve wiha ne:
2001: Newroz, ji ber guhertina paradîgmayê ya Abdullah Ocalan, bi dirûşma “Ne înkar û ne cihêkarî, komara demokratîk” hate pîrozkirin.
2002: Newroz, bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan bi dirûşma “Bijî pêkvejiyana azad, wekhev û bi dilxwazî ya gelan” hate pîrozkirin.
2003: Ji bo balê bikişînin ser dagirkirina Iraqê û rewşa şer a di pirsgirêka Kurd de bi dirûşma “Ji şer re na” hate pîrozkirin.
2004: Bi dirûşma “Newroz yekitî ye” hate pîrozkirin.
2005: Li dijî polîtîkayên şer û înkarê yên li dijî Kurdan bi dirûşma “Em ê rê nedin şer” hate pîrozkirin.
2006: Ji bo çareseriya demokratîk û aştiyane ya pirsgirêka Kurd bi dirûşma “Ji bo aştiyê hêj jî şensek heye” hate pîrozkirin.
2007: Di sala ku mijara jehrîkirina Abdullah Ocalan di rojevê de dirûşma Newrozê weke “Tenduristiya wî tenduristiya me ye” hate diyarkirin.
2008: Ji bo balê bikişînin ser tecrîdê Newroz bi dirûşma “Êdî bes e” hat pîrozkirin.
2009: Newroz, ket pêvajoya hilbijartinên rêveberiyên herêmî. Bi dirûşma “Ne înkar ne îmha, çareserî xweseriya demokratîk e” hate pîrozkirin.
2010: Di sala ku guhertina destûra bingehîn di rojevê de Newroz bi dirûşma “Rêbertiya Azad, nasnameya azad, xweseriya demokratîk” hate pîrozkirin.
2011: Ji bo azadiya Abdullah Ocalan û çareseriya pirsgirêka Kurd, bi dirûşma “Ji bo jiyaneke birûmet an azadî an azadî” hate pîrozkirin.
2012: Bi dirûşma "Edî bes e, an azadî an azadî" hat pîrozkirin.
2013: Bû Newroza herî qelebalix û biheybet. Bi milyonan kesan Newroz bi dirûşma “Ji Ocalan re azadî, ji Kurdan re statu” pîroz kirin.
2014: Komîteya Amadekar a Newrozê bi boneya kampanyaya îmzeyan a ji bo azadiya Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin, dirûşm weke “Rêbertiya azad, Kurdistana azad” diyar kir.
2015: Newroz bi dirûşma “Êdî bes e, ji, Rêber Apo re azadî” hate pîrozkirin.
2016: Bal kişandin ser ragihandina rêveberiyên xweser ên li Kurdistanê û bi dirûşma “Em ê bi berxwedanê bi ser kevin” hate pîrozkirin.
2017: Ji ber referanduma bi daxwaza guhertina destûra bingehîn, bi dirûşma “Em ê teqez bi ser kevin” hate pîrozkirin.
2018: Di dema êrişên ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Efrînê de Newroz bi dirûşma “Newroz berxwedan e, bihara gelan a li dijî faşîzmê ye, faşîzm dê têk biçe, gel dê bi ser kevin” hate pîrozkirin.
2019: Li dijî polîtîkaya girankirina tecrîdê ya li ser Abdullah Ocalan, bi dirûşma “Em ê teqez bi ser kevin, dê tecrîdê bişikînin” hate pîrozkirin.
2020: Ji ber şewba vîrûsa koronayê, Newroz bi girseyî nehat pîrozkirin. Newroz, bi dirûşma “Her der Newroz e” hate pîrozkirin.
2021: Bi dirûşma “Em bi agirê Newrozê li ber xwe bidin, azad bibin” hate pîrozkirin.
2022: Bi beşdariya milyonan kesan bi dirûşma “Dem dema serkeftinê ye” hate pîrozkirin.
2023: Bi dirûşmên “Her der Newroz, her dem azadî” û “Bi agirê Newrozê ber bi azadiyê ve” hate pîrozkirin.
2024: Bal kişandin ser azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan û yekitiya neteweyî ya gelê Kurd û Newroz bi dirûşma “Rabe dema azadî û serkeftinê ye" hat pîrozkirin.
2025: Dirûşma Newroza îsal jî weke “Rêbertiya Azad Civaka Demokratîk” hate diyarkirin.