Bakirhan: Divê serokkomar jî tevli pêvajoyê bibe
Arikan: Divê îktîdar samîmîbûna xwe nîşan bide

ENQERE - Hevserokê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan diyar kir ku ji bo hevdîtina bi Erdogan re ew ê serlêdanê bikin û dema pirsgirêk bê nîqaşkirin divê serokkomar jî tevlî bibe. Serokê Giştî yê Partiya Saadetê Mahmût Arikan da xuyakirin ku divê hikûmet samîmiyeta xwe ya di vê pêvajoyê de nîşan bide.

Hevserokên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) Tulay Hatimoğulları û Tuncer Bakirhan ku piştî banga dîrokî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest bi serdana partiyên siyasî kirin, di vê çarçoveyê de bi Serokê Giştî yê Partiya Saadetê Mahmût Arikan re hevdîtin kirin.
 
Şandeya DEM Partiyê ji aliyê Serokê Giştî yê Partiya Saadetê Mahmût Arikan, Serokê Karên Siyasî Mesût Dogan, Serokê Têkiliyên Derve Mûstafa Kaya, Seroka Şaxên Jinan Nûrgul Beytiye Ekîncî û Cîgira Serokê Koma Meclîsê Bulent Kaya ve hatin pêşwazîkirin.
 
Piştî pêşwazîkirinê wêne û dîmen hatin kêşandin û piştre derbasî salona civînê bûn. Piştî hevdîtinê civîneke hevpar a çapemeniyê hate lidarxistin.
 
BAKIRHAN: PÊWÎSTIYA ME BI NEXŞERÊ HEYE
 
Hevserokê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan diyar kir ku hevdîtin erênî derbas bûye û di civînê de li gelek nuqteyan gihiştine encaman wiha got: "Me li ser metna peymana navbera Rêveberiya Demî ya Sûriyeyê û rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nîqaş kirin. Em li ser mijarên din ên li Tirkiyeyê axivîn. Metna bangawaziyê girîng bû û me di gelek civînên partiyên siyasî de îfade kir. Di metna bangê de rola Meclîsê hatiye destnîşankirin. Peywir û berpirsyariyên meclîsê hatine bibîrxistin. Em diyar dikin ku piştî vê saetê divê meclîs bikeve tevgerê û meclîs ji bo rêûresmên yasayî nexşerêyekê, planekê û bernameyekê deyne pêşiya xwe, ji ber ku partiyên siyasî yên di meclîsê de li ser mijara çareserî û aştiyê li hev dikin.
 
HIKÛMET LI BENDA ÇI YE?
 
Piştî bangê me hem saziyên li Tirkiyeyê û hem li cîhanê û hem jî li Tirkiyeyê ziyaret kirin û bangewazî rastî eleqeyek mezin hat. Her kesî beriya niha dabû xuyakirin ku ew girîngiyê didin vê pêvajoyê û divê ev pêvajo bi aştiyê tacîdar bibe. Di vê navberê da, pirseke pir girîng heye ku li her cihê ku em diçinê ji me tê pirsîn. Erê, gelek eleqe heye. Lihevkirineke civakî heye. Baş e, hikumet li benda çi ye? Nikarin bibin alîkar lê dipirsin bê çima heta niha gav neavêtiye û li pêşiya vê yekê çi astengî heye. Em jî bi rêya we van pirsan dubare bikin.
 
RÊ LI BER SÛRIYEYÊ VEKIR
 
Ji bo ev pêvajo bi rehetî bimeşe, tişta destpêkê bê kirin ew e ku şert û mercên muzakereyê yên birêz Ocalan bên avakirin. Binêrin, banga birêz Ocalan jî rê li ber lihevkirina li Sûriyeyê vekir. Rehet bin, bangê li wê derê rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û rêveberiya Şerayê li hev civand. Rê li ber pêşketinên girîng vekir.
 
DÊ TURKIYE JÎ QEZENC BIKE
 
Ew pêvajoya ku em ji nêz ve dişopînin û girîngiyê didinê jî bûye mifteya vê pêvajoyê ku em dibêjin heke rast were birêvebirin zemîneke Sûriyê ya demokratîk dikare pêk were. Ji ber vê yekê, birêz Serokkomar jî di vî warî de tiştên gelekî girîng got. Yê serkeftî wê gelê Sûriyeyê be û got em bi vê re li hev dikin û em girîngiyê didinê. Yê serketî wê ne tenê gelên li Sûriyeyê, her wiha Tirkiye be û ev pêvajo wê li Tirkiyeyê bimeşe. Rojhilata Navîn wê bi ser bikeve. 
 
DEM DEMA AXAFTINÊ YE
 
Bi vê munasebetê em dixwazin banga li hikûmetê ya li jêr bikin; niha dema wê ye ku hûn bi hikûmeta Bakurê Rojhilatê Sûriyê re têkiliyê deynin. Hûn dikarin rasterast bi hikûmeta Bakurê Rojhilatê Sûriyê re bicivin û biaxivin. Tu dikarî fam bikî ka ew çi dixwazin. Ev yek jî tevkariyê li polîtîkayên Tirkiyeyê yên li herêmê dike. Û ji ber ku em niha di pêvajoyeke diyalogê de ne. Belê, çawa ku diyaloga li Sûriyeyê bi lihevkirinekê bi encam bû; em hêvî dikin ku ev nîqaşên çareseriyê li Tirkiyeyê bi lihevkirinekê rê li ber gavên hiqûqî yên demokratîk veke. Bi minasebeta meha Remezanê ez hêvî dikim ku ev pêvajo bi xêr be.”
 
Bakirhan herî dawî behsa serokê damezirîner ê Partiya Saadetê Erbakan kir û bal kişand ser hewldanên Erbakan ên ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd. 
 
ARIKAN : PIRSNÎŞAN JI HOLÊ HATIN RAKIRIN
 
Arikan ê ku piştî Bakirhan axivî û wiha got: "Em di demên awarte de dijîn. Dema ku em li bûyerên hem li welatê me hem jî li erdnîgariya me ya nêz dinerin; me îro careke din dît ku çiqasî girîng e partiyên siyasî li hev bicivin û muzakereyan bikin. Ez pê bawer im ku bi rêya vê hevdîtin pirsnîşanên têkildarî bûyeran ji holê hate rakirin.
 
EM XWEDÎ HEMAN FIKRÎ NE
 
Partiya Saadetê têkildarî pirsgirêka Kurd xwedî dîrokek 56 salî ye. Dixwaze careke din dubare bike ku em 56 salan li ser vê mijarê sekinînin, li ku derê Partiya Saadetê û Tevgera Fikra Neteweyî sekinîne, em îro li ser piya disekinin. Bêguman di nava 3 rojan de em dikevin sala 14’emîn a şerê navxweyî yê li Sûriyeyê. Ez dixwazim xemgîniya xwe ya ji ber komkujiya çend roj berê hat kirin, bînim ziman. Her wiha hêja ye ku çek bêdeng bibin, yekparebûna xaka Sûriyeyê were parastin û gelên li nava welêt bi rêya danûstandinan li hev bicivin.
 
HIKÛMET ME DIXE NAVA FIKARAN
 
Min vê sibehê di civîna komê de jî anî ziman. Eger wê li Tirkiyeyê demokratîkbûyîn hebe, eger bûyerên nêzî 50 sal in li Tirkiyeyê diqewimin bi rastî jî dixwazin çareser bibin, divê hin tişt ji aliyê hikûmetê ve bi cih werin anîn. Gelek pirsgirêk bênîqaş dimînin. Bi taybetî ji ber ku desthilatdar dudil e ku pêvajoyê bi zelalî birêve bibe û raya giştî û partiyên siyasî der barê pêvajoyê de divê bên agahdarkirin û ev sekna wan me dixe nav fikaran. 
 
Arikan xwest ku astengiyên li hember azadiya ramanê ji holê bên rakirin û bertek nîşanî tayînkirina qeyûman da. 
 
‘DIVÊ SEROKKOMAR JÎ TEVLI PÊVAJOYÊ BIBE’
 
Bakirhan pirsa rojnamegeran a; "Birêz Erdogan daxuyaniyek da û got, eger îro daxwazeke randevûyê ji heyeta Îmraliyê were, dikarin hevdîtinê bikin. Hûn vê çawa dinirxînin?" wiha bersivand: "Bêguman heyeta me wê bi Birêz Erdogan re hevdîtinê bike. Ma çima hevdîtin neke, ew welat rêve dibe. Yek ji aliyê herî girîng ê çareseriya pirsgirêkekê ye. Dema em li vir in, heyeta me wê amadekariyên serlêdanê bike. Wê îro an jî sibê serlêdana xwe pêşkêş bike. Diviyabû berê jî biqewime. Em behsa pirsgirêkeke 50 salî ya Tirkiyeyê dikin. Em behsa pirsgirêkeke pir girîng dikin. Divê Birêz Serokkomar di mijara nîqaşkirina vê pirsgirêkê de cih bigirin. Divê partiyên din ên siyasî jî tevlî bibin. Heyeta me wê di dema herî nêz de ji bo hevdîtinê serlêdanê bike.”
 
 

Sernavên din

01/04/2025
12:23 Rejîma Îranê welatiyekî Kurd qetil kir
12:14 DEM Partiyê Cejna Ekîtoyê pîroz kir
11:47 Bahçelî gef li CHP û medyayê xwar
11:45 Meşa ‘Azadiyê’ ya ji Amedê ber bi Amarayê ve dest pê kir
11:35 Îsraîlê êrişî Beyrûdê kir
11:31 UNICEF: Di 10 rojan de li Xezeyê 322 zarok hatin qetilkirin
11:18 Hevşaredarên Bajarê Mezin a Wanê: Pirsgirêka demokrasiyê ya li Wanê îro li Stenbolê tê jiyîn
09:19 Saliha Aydenîz: Yekitiya Kurdan ji bo demokratîkbûna herêmê jî girîng e
09:01 Welatiyên Cizîrê ji ber krîza aborî bi bertek in: Ev zilm e
09:00 Xelkê Amedê: Heta Ocalan azad nebe aştî çênabe
09:00 ROJEVA 1'Ê NÎSANA 2025'AN
31/03/2025
19:45 Ji Abdullah Ocalan peyam: Xwedîderketina li bangê silav dikim
17:28 Malbatan li Îmraliyê hevdîtin kirin
17:06 Di êrişên li dijî Xezeyê de 50 hezar û 375 kes hatin qetilkirin
16:49 KNK’ê Qazî Mihemed û rêhevalên wî bi bîr anî: Em ê têkoşîna wan bidomînin
16:38 Li Myanmarê hejmara kesên di erdhejê de mirîn derket 2 hezar û 56 kesan
16:16 Li Qada Şêx Seîd cejna gel hate pîrozkirin
16:15 Guler Bîlen a piştî 32 salan hate berdan bi girseyî hat ziyaretkirin
15:11 DEM Partî û AKP’ê cejna hev pîroz kirin
14:34 Li DEM Partiyê pîrozkirina cejnê: Têkoşîna demokrasiyê di qonaxeke girîng de ye
13:51 Li Amedê jinek hate qetilkirin
12:32 DEM Partî û MHP’ê cejna hev pîroz kirin: Em dikarin Tirkiyeyeke nû ava bikin
11:45 PÎK’ê Qazî Mihemed û rêhevalên wî bi bîr anî
11:33 Hamaney ji DYA’yê re got: Em ê bersivê bidin
11:08 Ji Bahçelî daxuyaniyeke nû
09:12 Newroza 2025’an: Peyam zelal bû; demokratîkbûn
09:08 Bi telîmata ser telefonê bi ser malan de hatiye girtin
09:06 Bihayê amûrên medîkal ên ji bo astengdaran zêde dibin
09:06 Herî kêm 42 rojnameger cejn li girtîgehê pêşwazî kirin
09:04 Onver qetil kirin û ser re jî ji malbata wî pereyan dixwazin
09:03 Bi ser banga dîrokî re mehek derbas bû: Divê li Meclisê komîsyona çareseriyê bê avakirin
09:01 Parastvanên mafên mirovan: Divê dewlet gavan biavêje
09:00 ROJEVA 31'Ê ADARA 2025'AN
30/03/2025
16:12 Mahîr Çayan û rêhevalên xwe hatin bibîranîn
15:59 Malbatên YBŞ’iyan ji 14 welatan re name şandin
15:47 Mehmet Latîfecî hat bibîranîn: Di têkoşîna gelen de dijî
13:02 Gorên Rojîn Kabaîş û Narîn Guranê hatin ziyaretkirin
12:59 Tevî agirbestê jî êriş berdewam in
12:49 Goristana Gaziyê hate ziyaretkirin: Em ê têkoşînê mezintir bikin
11:44 Hevberdevkê HDK’ê: Mesele ne CHP pirsgirêka demokrasiyê ye
11:30 Tulay Hatîmogûllari, Mahîr Çayan û hevalên wî bi bîr anî
11:02 CHP’ê kampanyaya îmzeyan li Trabzonê da destpêkirin
11:00 Hejmara nû ya kovara Jinê bi manşeta ‘Sosyalîzm û Jin’ derket
10:58 Sabrî Ok: Dewletê gavên pêwîst neavêt
10:32 Vedat Aydin li ser gora xwe hate bibîranîn
10:14 Serokê Giştî yê EMEP’ê: Heta şalter neyê xwarê rewş naguhere
09:50 Ciwan: Em bi ruhê Newrozê li Amarayê bin
09:49 Xwendekarên Zanîngeha Anadoluyê: Dê boykot bidome
09:24 Yilmaz ê DBP’î: Divê rejîma taybet a li Îmraliyê biguhere
09:10 Mehmet Ocalan ji bo 4’ê Nîsanê bang kir
09:00 Bavê 2 HPG’iyên cenazeyê wan nehatine dayin: Divê dewlet gavan biavêje
09:00 ROJEVA 30’Ê ADARA 2025’AN
29/03/2025
17:52 Polîsên ku îşkence kirin, li parêzer ku îşkenceyê bi belge kir jî xistin!
17:35 Li gelek bajaran serdana goristanan hat kirin: Em ê têkoşîna wan bidomînin
16:54 Li Helebê li dijî qirkirina elewiyan meşiyan
16:48 Amedspor, bi 3 puanan ji deplasmanê vegeriya
16:21 Bi sed hezaran kes herikîn Maltepeyê
16:17 Xwestin girtiyên nexweş Ok û Oztel bên berdan
15:26 Ji TJA'yê banga ji bo 4'ê Nîsanê
15:22 Piştî 32 salan hat berdan
14:40 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Alî Karagoz pirsîn
14:21 Hem aqûbeta wan hem jî kiryarên wan ne diyar e
13:28 Ji Hevserokên Giştî peyama cejnê
12:23 Li Îzmîrê li fabrîkeyekê teqîn: Kesek mir, 4 kes birîndar bûn
12:17 Ji ber govend gerandin der barê wan de lêpirsîna 'propagandayê' hat destpêkirin
11:51 DYA'yê USIAD'ê fesix kir
11:33 Wezîrê berê yê Îtalyayê: Ji bo pêvajo pêş bikeve, divê Ocalan azad be
10:32 Li Myanmarê hejmara miriyan hezarî derbas kir
10:27 Bi biryara lijneyê berdana wî cara 3'yan hat taloqkirin
10:10 'Polîs me wekî çalakgeran nîşan dan û wêneyên me kişandin: Ev komplo ye'
09:31 Dozger hat sirgûnkirin: 19 sal in lêpirsîn nehatiye destpêkirin
09:07 Kampanyaya Rêveberiya Xweser gihîşt bi hezaran kesî
09:04 'Qezenca me têra pêdiviyên me yên rojane nakin'
09:00 ROJEVA 29'Ê ADARA 2025'AN
28/03/2025
16:31 Li Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Wanê derb û lêpirsîn
15:38 Roboskê di meha 159’an de ye: Em li pey hiqûqa winda ne
15:25 Meclisa Jinan a DEM Partiyê bertek nîşanî tundiya polîsan da
15:23 ÎHD: Îşkence li binçavkiriyan hate kirin
14:52 Ji Baroya Amedê û OHD’ê rapora Newrozê
14:27 Malbat bi boneya cejnê çûn serdana goristanan
13:52 BYC: Rojnameger Khan tundî kişand lewma hat revandin
13:41 Hêzên Ked û Demokrasiyê ji bo mitînga li Maltepeyê bang kirin
13:35 CHP’ê ji bo betalkirina qanûna qeyûm serî li AYM’ê da
13:29 Xwendekar: Heta ku bêhiqûqtî bi dawî dibin dê boykot bidome
13:18 Qeyûm xebatkarên jin dişîne karên paqijiyê
12:03 Îranê bersiv da nameya Trump
11:30 Li Myanmarê bi pîleya 7.7 erdhej
11:27 Siyasetmedarên Awûstûryayî: Divê Tirkiye vê firsenda dîrokî ji dest nede
10:52 Rapora Îmraliyê ya 4 mehan: Serlêdana 'lezgîn' a li CPT'yê
09:50 4 rojên xwe yên di bin çavan de vegotin: Ji hêza ciwanan ditirsin
09:48 Li Mêrdînê der barê 26 kesan de doza 'şermezarkirina qayûm'
09:19 Li Stenbol û Enqereyê gelek kes hatin binçavkirin
09:18 Soyer: Têkoşîna aştî û demokrasiyê nayê parçekirin
09:17 Li Deşta Mûşê şahiya berfînan
09:03 ‘Li Sûriyeyê heya jin ne di nav de bin tu pergal nayê avakirin'
09:02 'Divê azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan pêk bê'
09:00 Êdî gel nikare şekirên cejnê jî bikire
09:00 ROJEVA 28’Ê ADARA 2025’AN
08:56 Li Enqereyê 3 kes hatin girtin
08:46 Berxwedana li ODTU’yê di tevahiya şevê de domiya