ENQERE - Hat zanîn ku namzetê Serokatiya Meclisê yê DEM Partiyê Cengîz Çandar e.
Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) dê bi namzetê xwe tev li hilbijartina Serokatiya Meclisê bibe. Hat zanîn ku namzetê DEM Partiyê Cengîz Çandar e. Tê payin ku navê Çandar îro saet di 14.45’ê de bi daxwaznameyekê pêşkeşî Sekreteriya Giştî ya Meclisê were kirin.
HILBIJARTINÊN MECLISÊ
Starta hilbijartina Meclisê di 28’ê Gulanê de hate dayin. Di 5 rojên ewil ên pêvajoya hilbijartinê de dê serlêdan bên kirin. Di 5 rojên piştre de jî hilbijartin bê krin. Serokê Meclisê yê nû dê di 3’yê Hezîranê de bi dengdayîna veşarî were hilbijartin.
Hat zanîn ku namzetê AKP-MHP’ê jî Nûman Kurtulmuş e.