* Karkerên ku li Herêma Pîşesazî ya Organîze ya Başpinarê li dijî mûçeyên kêm dest ji kar berdan, diyar kirin ku heta daxwazên wan neyên qebûlkirin dê têbikoşina wan bidome û peyama "Em pergala koletiyê qebûl nakin" dan.
* Seher Mohammedî ya ku li Behra Egeyê birayekî wê û bavê wê jiyana xwe ji dest dan, diyar kir ku ji ber pêlên ku ewlekariya peravê çêkirine bota wan noq bûye û got: "Me dikir gazî û hewar. Me didîtin, lê reqs dikirin."
* Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ku cara sêyem hat desteserkirin, ji aliyê qeyûman ve hat talankirin, mal û milkên wê hatin firotin, qase hat valakirin û projeyên civakî hatin betalkirin.
* Li Wanê dê bi beşdariya Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari û Tûncer Bakirhan û Hevseroka Giştî ya DBP'ê Çîgdem Kiliçgun Ûçar tayinkirina qeyûm bê protestokirin. (14.00) ZINDÎ
* Dê tayinkirina qeyûma li Şaredariya Bajarê Mezin li Dêrsimê bê protestokirin. (16.00)