ROJEVA 16'Ê SIBATA 2025'AN 2025-02-16 09:00:43   * Karkerên ku li Herêma Pîşesazî ya Organîze ya Başpinarê li dijî mûçeyên kêm dest ji kar berdan, diyar kirin ku heta daxwazên wan neyên qebûlkirin dê têbikoşina wan bidome û peyama "Em pergala koletiyê qebûl nakin" dan.   * Seher Mohammedî ya ku li Behra Egeyê birayekî wê û bavê wê jiyana xwe ji dest dan, diyar kir ku ji ber pêlên ku ewlekariya peravê çêkirine bota wan noq bûye û got: "Me dikir gazî û hewar. Me didîtin, lê reqs dikirin."    * Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ku cara sêyem hat desteserkirin, ji aliyê qeyûman ve hat talankirin, mal û milkên wê hatin firotin, qase hat valakirin û projeyên civakî hatin betalkirin.    * Li Wanê dê bi beşdariya Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari û Tûncer Bakirhan û Hevseroka Giştî ya DBP'ê Çîgdem Kiliçgun Ûçar tayinkirina qeyûm bê protestokirin. (14.00) ZINDÎ   * Dê tayinkirina qeyûma li Şaredariya Bajarê Mezin li Dêrsimê bê protestokirin. (16.00)