Bayindir ji AKP’ê re got: Çareserî, naskirina statûya Rojava ye

  • rojane
  • 13:21 26 Çile 2025
  • |
img

AMED - Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir di kampanyaya “Ji Rojava re statû, ji bo gelan azadî” de axivî û got: “Divê her kes xwedî li Rojava derkeve. Çareseriya pirsgirêka Kurd, ji naskirina statûya Rojava re derbas dibe.” 

Bi daxwaza naskirina statûya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li Amedê deklarasyona “Ji Rojava re statû, ji bo gelan azadî” hate weşandin. Nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl di daxuyaniyê de axivîn. 
 
Ji ewil Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir axivî û wiha bal kişand ser salvegera rizgarkirina Kobanê: “Ev roja taybet li tevahiya gelê Kurd pîroz be. Gelê Kurd mîna azadiya Kobanê, divê serkeftinên din jî bi dest bixe. Dirûşma me; ji Rojava re statû, ji bo gelan azadî ye.” 
 
‘DIVÊ HER KES XWEDÎ LI MODÊLA ROJAVA DERKEVE’ 
 
Bayindir, diya kir ku Rojava dikare qedera Sûriyeyê diyar bike û got: “Netewedewlet li seranserî cîhanê di nava lêgerînekê de ne. Em dizanin ku modêla ku hemû gel bi hev re, azad bijîn modêla Rojava ye. Lewma em dibêjin divê teqez her kes xwedî li modêla Rojava derkeve û xwedî li statûya Rojava derkeve. Tevî hemû zehmetiyan jî modêla Rojava ev 13 sal in xwe li ser pêyan digire. Divê her kes biparêze û li seranserî Rojhilata Navîn bikeve meriyetê.” 
 
‘DIJMINATIYA MODÊLA ROJAVA NEKIN’ 
 
Bayindir, got ku xelkê sivîl ê li Tişrînê ku statû û xaka xwe diparêze bi awayekî hovane tê qetilkirin û ev tişt anî ziman: “Dixwazin berxwedana gel têk bibin. Divê Tirkiye dijminatiyê li modêl û statûya Rojava neke. Ev modêl ji bo tu aliyan gef nîne. Weke partiyên siyasî, sazî dezgehan em ji bo naskirina statûya Rojava bixebitin. Divê êrişên ser Rojava tavilê bên sekinandin. Tekane rêya naskirina statûya Rojava, çarserkirina pirsgirêka Kurd e. Divê dewleta Tirkiyeyê û AKP vê înkar neke. Banga me ji bo AKP'ê ye; dijminatiya modêla Rojava nekin. Birêz Ocalan di hevdîtinê got; ‘Pêvajoya em tê de ne firsendeke dîrokî ye.’ Ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd ev girîng e. Çareseriya pirsgirêka Kurd, ji naskirina statûya Rojava derbas dibe. Em êdi rojên pêş de ji bo naskirina statûya Rojava bixebitin.” 
 
AY: ÊRIŞÊN SER ROJAVA NAYÊN QEBÛLKIRIN 
 
Li ser navê Kongreya Îslama Demokratîk (DÎK) jî Mehmet Emîn Ay axivî û geşedanên heyî şiband Kerbelayê. Ay, wiha got: “Şerê Yezîd û Huseyniyan li ber Çemê Firatê didome. Yêzîdên serdemê êrişî gelan dikin. Li rexa din jî berxwedana gel û baweriyan a bi pêşengtiya Kurdan heye. Divê ev êriş bên bidawîkirin. Çawa ku DAIŞ li Kobanê hate têkbirin, kesên van êrişan dikin jî dê bên têkbirin.” 
 
KAYA: GELÊ KURD SÛCDAR NÎNE
 
Serokê Giştî yê Partiya Însan û Azadiyê (PÎA) Ahmet Kaya jî xwest pirsgirêk li ser maseyê bên çareserkirin û got: “Pirsgirêk bi zordestiyê çareser nabein. Ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd hevdîtin hene, tişta pêwîst bikin. Gelê Kurd sûcdar nîne. Sûcdar diyar in.” 
 
DANIŞ: KESEK NIKARE LI HEMBERÎ KURDAN LI BER XWE BIDE 
 
Cîgirê Serokê Partiya Komunist a Kurdistanê (KKP) Mûrat Daniş jî got ku di dîrokê de Kurdan tu cara serî li ber dijminên xwe netewandine. Daniş, anî ziman ku nêzikatiya li dijî Rojava çi be dê ya li dijî Bakur jî ew be û got: “Divê gelê Kurd yekitiya xwe ava bike. Li hemberî Kurdên aştiya xwe ya navxweyî pêk anî û yekitiya xwe ya neteweyî ava kirî, tu kes nikare li ber xwe bide. Roja wê ye ku her kes li gorî feraseta yekitiya neteweyî tevbigere.” 
 
YEGEN: STATÛYA ROJAVA DÊ BIBE AZADIYA KURDÊN KEDKAR 
 
Endamê MYK’A Partiya Kedê (EMEP) Umut Yegen jî destnîşan kir ku naskirina statûya Rojava dê her wiha bibe azadiya Kurdên kedkar. Yegen, ji bo naskirina statûya Rojava û pêşîlêgirtina êrişan, banga têkoşînê kir. 
 

Sernavên din

15/03/2025
15:07 Li Qada Galatasarayê lı aqûbeta Erîştî hat pirsîn
14:54 Di pîrozbahiyên Newrozê de bang li desthilatê kirin: Gav bavêje
14:17 Li Serhedê agirê Newrozê hat vêxistin: Berpirsiyariya banga dîrokî li ser milê me hemûyan e
13:49 Li Sûriyê di 24 saetan de 33 kes hatin kuştin
13:00 Tevî biryara agirbestê jî êriş didomin
12:37 Sîrîn tê bombebarankirin
12:34 Li 10 navendan pîrozbahiya Newrozê
09:45 Bi Newrozê re kar û barê terziyan jî zêde bû
09:12 Alimê olî Enver Emîrkûlû: Divê dewlet erka xwe pêk bîne
09:09 Krîza aborî ya li Îranê bandor li danûstendina cejnê jî kir
09:07 Bi tena serê xwe Newrozê pîroz dike: Ez ê îsal ji bo aştiyê pêbixim
09:07 Akademîsyen Yasemîn Ozgun: Neavêtina gavan fikaran zêde dike
09:02 ROJEVA 15'Ê ADARA 2025'AN
14/03/2025
16:38 SOHR: Li Sûriyeyê di 24 saetan de 110 kes hatin qetilkirin
15:16 Meclisa Jinan a DEM Partiyê çû serdana Partiya Saadetê
15:05 Ji bo Newrozên li Edene û Mêrsînê banga tevlibûnê hat kirin
14:17 TJA: Dayika Sakîne dê di têkoşîna me de bijî
14:06 MSD: Em danezana destûra bingehîn a hikûmeta demkî red dikin
13:55 Di doza Dayikên Aştiyê de biryara beraetê hat dayin
13:33 Li Curnê Reş agirê Newrozê hat hilkirin: Em ê siyaseta demokratîk mezin bikin
13:20 HSD’ê bîlançoya êrişên dawî aşkera kir
13:10 ÎSÎG: Her sal 60-70 zarok dema dixebitin jiyana xwe ji dest didin
13:09 Serlêdana li dijî astengkirina berdana Mehmet Saît Yildirim hat redkirin
12:55 Zozanên Hozanê bi helîkopteran hate bombebarankirin
12:44 Newroza warê Mazlûm Dogan: Divê Ocalan azad bibe
12:12 Dayika Aştiyê Sakîne Arat bi girseyî hat oxirkirin
12:04 85 Xelatgirên Nobelê ji bo Nêrgiz Mihemedî bang kirin
11:15 Ciwanê ji qeyûm re got ‘diz’ hate binçavkirin
10:44 Malbata Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kir
09:48 Bi ser qedexeya Şirnexê re 9 sal derbas bûn: Hêj jî birîn nehatine dermankirin
09:47 Ji salên 90’î vir ve tevlî Newrozan dibe
09:38 Ji salên 90'î û vir ve pîrozbahiyên Newrozê
09:27 Di pîrozbahiya Newrozê de dirûşma ‘Bijî Serok Apo’
09:27 Cemîl Bayik: Ji bo kongre bicive divê şert û merc ava bibin
09:01 Endamê Konseya Navendî ya TTB'ê Demîr: Pêşî divê girtiyên nexweş bên berdan
09:00 ROJEVA 14’Ê ADARA 2025’AN
13/03/2025
17:11 Rahşan Demîrel li ser gora xwe hat bibîranîn
16:26 Li Îzmîrê agirê Newrozê li Kadîfekaleyê hat vêxistin
16:12 Platforma DGD’ê: Ji bo çareseriyê em ê berpirsyartiyê li xwe bigirin
16:08 Di Newroza Xelfetiyê de tekane daxwazek hebû: Bila Ocalan azad bibe
16:02 Ji bo Newroza Cizîrê bang hate kirin
15:44 Tevî agirbestê jî di 2 rojan de 715 êriş hatin kirin
15:33 DEM Partî bi rojeva ‘bangê’ çû serdana ÎHD’ê
15:30 Meclisa Jinan a DEM Partiyê bi şandeya EMEP’ê re hevdîtin kir
15:15 Rapora girtîgehan: Binpêkirinên mafan bi awayekî sîstematîk tên kirin
15:03 Bakirhan: Gelo hûn ê şert û mercên azad ên xebatê yên Ocalan kengî ava bikin?
14:12 Dayika Aştiyê Sakîne Arat dê sibe li Amedê bê definkirin
13:25 Sînorê birçîtiyê derket 22 hezaran û yê xizaniyê jî derket 79 hezaran
13:20 Wezareta Parastinê têkildarî ‘peymana Sûriyeyê’ daxuyanî da
13:19 SOHR: Di nava 24 saetan de 177 kes hatin qetilkirin
12:34 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
11:57 Newroza Xelfetiyê: Ev agir heta Kurd azad dibin dê her geş be
11:49 Dayika Aştiyê Sakîne Arat jiyana xwe ji dest da
10:55 Efrînî amadekariya vegera Çiyayê Kurd dikin
10:49 Kuçukbalaban: Divê bi pakêteke demokrasiya radîkal bersivê bidin banga dîrokî
10:09 Kesê weke ‘bijîşkê salê’ hatibû hilbijartin ji ‘sextekariyê’ hate girtin
09:41 Serokê ABF'ê Aslan: Li Sûriyeyê elewî tên qirkirin
09:40 Piştî qeyûm hate tayînkirin pere hate şandin
09:30 Li Botanê civînên gel: Di nav gel de biryardarî û hêviyeke mezin heye
09:19 Yamanê ku li Romayê 3 mehan bi Ocalan re ma: Rêbertî digoti 'dovê em xwe nû bikin'
09:06 Bav Acar ê ku du keçên wî jiyana xwe ji dest dane: Min êşa du zarokan kişand, bila kesên din nekişînin
09:05 ‘Em ji bo azadiyê agirê Newrozê vêxin û têkoşînê geş bikin'
09:04 Qeyûm ji bo fîlmî bi deh hezaran lîre veqetand lê fîlm li holê nîne!
09:04 Sal bi sal dirûşmên Newrozê
09:03 Serokê Baroya Sêrtê: Divê pêvajo bi hiqûqnasan re di nava ahengekê de be
09:00 Navên hunermendên dê beşdarî Newrozê bibin aşkera bûn
09:00 ROJEVA 13'Ê ADARA 2025'AN
12/03/2025
20:56 Balafirên şer gundekî Sirînê bombebaran kirin
20:53 Kesên di Komkujiya Gaziyê de hatin qetilkirin hatin bibîranîn
16:55 Tehliyeyên girtiyên 30 sal in di girtîgehê de hatin astengkirin
16:50 Danişîna doza Ayşegul A. hate taloqkirin
16:33 Meclisa Jinan a DEM Partiyê bi şandeya Partiya DEVA’yê re hevdîtin kir
16:32 Li gelek bajaran bi gel re civîn hatin lidarxistin
15:48 Di çalakiya nobetê de êrîşên li dijî Elewiyan hat şermezarkirin
15:22 Li Îranê 2 jinên tev li pîrozbahiya 8’ê Adarê bûn hatin binçavkirin
15:21 Ji bo Newroza li Êlihê banga tevlibûnê hat kirin
15:09 Siyasetmedar Ozlem Demîr piştî 9 salan hate berdan
14:46 Meclisa Jinan a DEM Partiyê çû serdana CHP’ê
14:41 Gazete Duvar tê girtin
14:38 Bertek nîşanî komkujiyên li dijî Elewiyan dan
14:29 Di Çemê Dîcleyê de mirina bi komî ya masiyan
14:27 Bakirhan: Divê serokkomar jî tevli pêvajoyê bibe
Arikan: Divê îktîdar samîmîbûna xwe nîşan bide
14:19 Rêveberiya Xweser: Peyman dê bingeha avakirina Sûriyeya Demokratîk ava bike
14:17 Ji bo Midûrê Berpirsyar ê Halk TV’yê Asker de biryara girtinê hat dayin
14:11 MHP’ê bersiv da bertekên ji ber gotina ‘rêberê avaker’: Divê êdî Tirkiye biguhere
13:52 Erdogan: Heke DEM Partî bixwaze ez ê pê re hevdîtinê bikim
13:13 Wezîrê Karên Derve yê DYA’yê: Me peyman bi keyfxweşî pêşwazî kir
13:08 Aqûbeta Babaoglû yê 31 sal berê hatibû windakirin hate pirsîn
12:21 Agirê Newrozê yê ewil li Licê tê vêxistin
12:08 Ji bo Newroza 19’ê Adarê ya Wanê banga hate kirin
11:38 Xelfetî ji bo Newrozê amade ye: Em ê li banga dîrokî xwedî derkevin
11:33 Hevdîtina DEM Partî û TÎP'ê: Divê li ser zemîna qanûnî gav bên avêtin
11:27 Ji bo rêveberan biryara beraetê ji bo komeleyê jî biryara girtinê dan
11:10 Evîn Siwêd: Em ê ji bo pergala jinê li tevahiya Sûriyeyê bê cîbicîkirin bixebitin
10:55 Ligel rapora ‘helwesta baş’ înfaza wî hat şewitandin
10:47 Eren Keskîn: Beriya her tiştî divê girtiyên nexweş bên berdan
10:44 Îdianameya der barê rojnameger Oznur Deger: Bi nûçe û parvekirinên xwe tê sûcdarkirin
10:17 Li Şirnexê 11 herêm hatin qedexekirin
10:00 Abdullah Ocalan: Newroz dîroka jinûve xwe afirandinê ye
09:47 10 sal di ser qedexeyên Nisêbînê re derbas bûn: DNA hatin windakirin, cenaze nehatin dayîn