Li Mêrdînê jin li dijî tayînkirina qeyûm meşiyan

  • rojane
  • 14:46 2 Kanûn 2024
  • |
img

MÊRDÎN - Jinên ku li Mêrdînê li dijî tayînkirina qeyûman meşiyan, wiha gotin: “Hûn dê nekarin qeyûman tayînî jiyana me, mafên me û xeyalên me bikin.” 

Platforma Jinan a Ji bo Wekheviyê (EŞÎK) li dijî tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê, meş li dar xist.  Hevşaredara Bajarê Mezin a Mêrdînê Devrîm Demîr ku qeyûm tayînî şûna wê hat kirin, Parlamenter Saliha Aydenîz, aktîvîstên Tevgêra Jinen Azad (TJA), siyasetmedar Çaglar Demîrel, Dayikên Aştiyê û gelek jin tev li meşê bûn. Jinên li Taxa Stasyonê hatin gel hev, ber bi Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê ve dest bi meşê kirin. Di meşê de pankarta "Hûn nikarin qeyûman tayînî jiyana me, mafên me, xeyalên me bikin” hate hilgirtin û dirûşmên "Jin jiyan azadî", “Em bêdeng nabin, natirsin, îtaet nakin”, “Jin bi hev re bihêz in” û “Qeyûm talan e berxwedan jiyan e” hate berzkirin. 
 
Jên ku hatin ber şaredariyê li wir daxuyanî dan çapemeniyê. 
 
‘DÊ TÊKOŞÎNA ME BIDOME’
 
Di daxuyaniyê de Hevşaredar Devrîm Demîr diyar kir ku hevgirtina jinan hêzeke mezin e û wiha got: “Têkoşîna me ya ji bo nasnameya xwe wê bidome. Zêdeyî mehek derbas nebû, îmhakirina xebatên jinan ji aliyê qeyûm ve dest pê kir. Projeyên me yên ji bo jinan û hemû projeyên me yên 25’ê Mijdarê rawestandin. Her roj jin tên qetilkirin, em zîhniyeta wan kesên ku ji bo pêşî li qetilkirina jinan vekin projeyên me disekinin dizanin. Em dizanin zîhniyeta yên ku naxwazin jin di nava civakê û şaredariyê de bi dengekî bilind biaxivin ji ku tê. Têkoşîna ku em bi sedsalan li dijî vê zîhniyetê didin meşandin wê bidome. Çawa ku bi salan e me serî netewand, em ê niha jî serî netewînin.
  
Helbet hedefa pergala qeyûman pergala hevserokatiyê ye. Weke hêmaneke girîng a armanca tecrîdkirina jinê ji jiyana giştî tê hedefgirtin. Înîsiyatîfa girtina kreşên şaredariyê bi rastî jî beşek ji heman armancê ye. Polîtîkayên wesayetê, mîna her gava paşveavêtinê bi mebesta girtina jinê di rola kedkara malbatê ya bê heqdest de, desteserkirina maf û îradeyê ye. Lê yên ku difikirîn niha bi ser ketine, dê wekî hemû dagirkeran winda bikin.  Em ji vir careke din bang li we dikin. Hûn ê nikaribin li ser jiyana me, mafên me, xewnên me qeyûman tayîn bikin.”
 
‘QEYÛM DERBEYEKE LI DIJÎ DESTKEFTIYÊN JINA YE’
 
Parlamentera DEM Partiyê Saliha Aydenîz jî ev tişt anî ziman: “Pergal ji yekitiya jinê ditirse û ji ber vê jî herî zêde tundî û zextan li ser jinan dike. Qeyûm derbeyek e li dijî destkeftiyên jinan e. Di hemû rewşan de yekane armanca qeyûman tunekirina destkeftiyên jinan bû.  Qeyûm, derbeyeke li dijî azadiya jinê û êrikirina ser jin û kurdan e. Li aliyekî dê destê aştiyê dirêj bikin û li aliyê din jî hûn ê li Mêrdîn, Xelfetî, Êlih, Miks û Esenyurtê qeyûman tayîn bikin. Li aliyê din hûn ê êrişî şoreşa jinê ya ku li Rojava mezin dibe bikin. Heman êrişa 2014’an a DAIŞ’ê îro li dijî Rojava tê kirin. Derbeya qeyûman û operasyonên siyasî yên li vir hatin kirin, ji êrişên îro li dijî Rojava ne cuda ne. Heman siyaset e, heman dijminatî ye. Fermana êrîşên li ser Rojava û tayînkirina qeyûman jî heman zîhniyetê daye. Çawa ku şoreşa jinê ya Rojava jiyana civakî ava dike, em ê jî hemû destkeftiyên xwe berfirehtir bikin. Divê saziyên navneteweyî û yên ku mafên mirovan diparêzin li hemberî vê yekê bêdeng nemînin."
 

Sernavên din

18/01/2025
09:02 Li Kurdistanê kampanyaya 'danîna şitilan'
09:00 ROJEVA 18'Ê ÇILEYA 2025'AN
17/01/2025
16:18 Ji bo leşkerên bersûc ên doza Nezîr Tekçî biryara beraetê hat dayîn
16:11 Munîra Qazî: Xeyala bavê min li Rojava pêk tê
15:53 Mazlum Ebdî têkildarî hevdîtina bi Barzanî re daxuyanî da
15:46 Lînka kampanyaya ‘Ji bo aştiyê milyonek îmze’
14:18 ‘Dê têkoşîna me ya li dijî xespkirina îradeyê bidome’
13:49 Hejmara rojnamegerên hatine binçavkirin zêde bû
13:48 Îtîraza li dijî rewşa girtî ya Nevzat Bahtiyar hate redkirin
13:48 DEM Partî li Stenbolê amadekariya kongreyê dike
13:28 DFG û MKG: Êrîş nikarin Çapemeniya Azad têk bibin
12:50 Tirkiyeyê di 40 rojan de li Tişrînê 2 jê rojnameger bi giştî 11 sivîl qetil kir
12:34 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
12:28 Ji bo dosyaya rojnamegeran biryara nepeniyê hat dayin
11:38 DBP: Em hevdîtinên li Hewlêrê pir girîng dibînin
11:26 Fermandarê CENTCOM’ê bi fermandarên HSD’ê re civiya
11:09 Cezayê disiplînê dan rojnamegera nexwest qerta ‘sûcdara terorê’ bixe stûyê xwe
10:56 Berxwedana li Bendava Tişrînê di roja 10’an de didome
10:39 35 partiyan li dijî êrişan bang li NY û Yekitiya Ereban kirin
10:38 Polîsan bi ser produksiyonên Marti û Guncelê de girtin
10:37 Doza Halîse Aksoy hate taloqkirin
10:13 Şaredarê Beşîktaşê Akpolat hate girtin
10:12 'Bi polîtîkaya wêrankirina ekolojîk ve xwezayê bêmirov dihêlin'
10:12 Endamê NLSR'ê Direhî: Pêşerojeke federal li benda Sûriyeyê ye
09:58 Şandeya Îmraliyê: Piştgiriya gel dê bibe hêmana sereke ya çareseriyê
09:40 Babatê ku 30 sal dîl hat girtin amadekariya vekirina pêşangehê dike
09:39 Ayfer Koçak: Heqê fîşekan ji berîka kedkaran derdikeve
09:32 MASAK nahêle Karahanê ku mal û milkên wî hatine desteserkirin deynê xwe bide
09:31 Malnişîn: Ji bo cezakirina dizan em li benda sindoqê ne
09:08 Serokê DTSO'yê Kaya: Em ê li Enqereyê hevdîtinê bi partiyên siyasî re bikin
09:06 Li mêrgan kanên xîzî tên çêkirin
09:00 ROJEVA 17’Ê ÇILEYA 2025’AN
08:25 Gelek rojnameger hatin binçavkirin
08:24 Ciwanan qeyûm protesto kirin
06:23 Fermandarê Giştî yê HSD’ê Mazlum Ebdî li Hewlêrê hevdîtin kir
16/01/2025
16:24 Dewleta tirk Bendava Tişrînê bombebaran kir: Sivîlek hat qetilkirin, 10 jî birîndar bûn
16:18 Ji bo girtiyê nexweş Ustek bang li ÎHÎK’ê kir
15:19 Li sê bajaran 7 kes hatin binçavkirin
15:14 Li Îzmîrê doz li 25 kesan hate vekirin
15:12 Li Kobanê bi hezaran kes li dijî komkujiya li Tişrînê daketin qadan
14:58 'Gel dê qeyûm bişîne cihê jê hatiye’
14:48 Bombebarana li Tişrînê didome
14:38 Kaloyê Çapemeniya Azad li ser gora xwe hat bibîranîn
14:36 Pêkhateyan piştgirî dan kampanyayê
13:39 Parêzeran ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
13:01 Danişîna rojnamegeran hate taloqkirin
12:55 Tulay Hatîmogûllari: Heke dewlet xeta diyalogê pêş bixe dê çareserî bibe
12:52 Jinên li Tişrînê li ber xwe didin: Em ê rê nedin dagirkeriyê
12:36 Pervîn Buldan: Ocalan dê ji bo jinan bangekî taybet bike
11:29 Hewldana Edaletê ya li Dijî Tecrîdê: Mercên azadiyê yên Abdullah Ocalan pêk bînin
11:14 HDK’ê kampanyaya ‘Ji bo aştiyê milyonek îmze’ da destpêkirin
10:56 Prof. Cavalli: Heta garantî neyê dayin tu wateya banga berdana çekan nîne
10:47 Ji bo Hevşaredara Hênê ceza hat xwestin
10:46 Doza Abdullah Zeydan taloqî 30’ê Çileyê hat kirin
10:21 'Divê muxalefet ji bo çareseriyê têbikoşe’
09:38 Meteorolojiyê ji bo barîna berfê xelkê Serhedê hişyar kir
09:34 Şaredarê Beşîktaşê Akpolat birin edliyeyê
09:21 Nexweşxaneyê ji ber 40 hezar deyn pitika filistînî 'dîl' girt
09:19 Bihayê motorînê hat zêdekirin
09:14 Serokê Rûmetê yê ÎHD'ê Bîrdal: Divê gavên pêbawer bên avêtin
09:00 Têkoşîna heqîqetê ya Kalo didome
09:00 Ceza li kesên tev li merasîma cenaze ya Mîr Perwer bûbûn hat birîn
09:00 Dîwarê medreseya ku nehat restorekirin hilweşiya
09:00 ROJEVA 16’Ê ÇILEYA 2025’AN
15/01/2025
16:10 Tevî êrişan jî gel Bendava Tişrînê bernade
15:41 Nivîskar Leyla Saraç li Cizîrê bi xwînerên xwe re hat cem hev
15:35 Derket holê ku berpirsê cînayetên li Edeneyê polîs e
15:21 Rapora girtîgehan: Li girtîgehên Anatoliyaya Navîn miameleyeke dermirovî li girtiyan tê kirin
14:54 'Şandina pereyan a ji girtiyan re sûc nîne'
14:45 HTŞ’ê li Şamê êrişî Kurdan kir
14:24 Derdora Bendava Tişrînê hate bombebarankirin
14:21 Erdogan dîsa gef xwar
14:06 Qeyûmî ji her ‘hilbijêrekî xeyalî’ re 2 midûrtî da
14:02 HSD: 18 çete hatin kuştin
13:47 ‘Em ê li dijî qeyûman serî netewînin’
13:33 DEM Partî: Em piştgiriyê didin Baroya Stenbolê
13:26 Şandeya Îmraliyê: Em ê di demekî nêz de serlêdanê bikin
12:08 Bozan: Qeyûm ji bo rantê tayîn kirin
11:29 Abdullah Ocalan: Heke dewlet cidî nêzî min nebe, nikare encama rast bi dest bixe
11:28 Sembola berxwedana jinên kurd
10:55 Erebeya astengdaran nadin girtiyê nexweş
10:54 Li dijî qeyûm li ber xwe didin: Em dev ji îradeya xwe bernadin
10:16 Madeya ku 2 caran hat betalkirin hêj di meriyetê de ye
09:34 Îmzevanên metna aştiyê Ustercî: Pir rast e ku muzakere ji Îmraliyê dest pê bike
09:33 Parêzer Gulîzar Tûncer: Divê pêvajo bê şênberkirin
09:23 Ji bo Serhedê hişyariya barîna berfê
09:10 Ji KNK’ê seferberiya Yêkitiya Netewî: Konferanseke netewî Lezgîn û jiyanî ye
09:08 Foza Yûsif: Garantiya yekitiya axa Sûriyeyê em in
09:03 Ahmet Yaman: Xalên ji bo çareseriyê firsendeke mezin pêşkêş dikin
09:00 ROJEVA 15’Ê ÇILEYA 2025’AN
14/01/2025
16:55 Li Êlihê tayînkirina qeyûm hate protestokirin
16:02 Amedsporê giliyê Umît Ozdag kir
15:59 Li Îzmîrê çalakiya nobetê hate destpêkirin
15:31 Êrişên ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li Wanê hatin protestokirin
15:31 Girtiyê nexweş: Derman nayên dayin, em terkî mirinê kirin
15:16 Li Sûrê loqenteya gel hate vekirin
15:00 HSD: 28 çete hatin kuştin, 5 erebe hatin îmhakirin
14:29 Ji bo Kasim Taşdogan cezayê strana kurdî
14:21 Bakirhan: Deriyên Îmraliyê vekin
13:51 Bayindir: Hûn an dê çareseriya demokratîk esas bigirin an jî mûxatabiya we namîne