NAVENDA NÛÇEYAN - Binçavkirina zêdetirî 200 kesan ku rojnameger, siyasetmedar, parêzer, akademîsyen, helbestvan û nivîskar jî di nav de ne, li gelek bajaran hatin protestokirin.
Di serdegirtinên malan ên li Amed, Şirnex, Dêrsim, Bedlîs, Riha, Stenbol, Enqere, Îzmîr, Çanakkale û gelek bajarên din de rojnameger, siyasetmedar, parêzer, akademîsyen, helbestvan û nivîskar jî di nav de gelek kes hatin binçavkirin. Binçavkirin, li gelek bajaran hatin protestokirin.
STENBOL
Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê li avahiya komeleyê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de pankarta “Operasyonên siyasî bi dawî bikin, Nûmet Tanrikulu-Erdogan Alayumat û hemû binçavkiriyan berdin” hate hilgirtin. Ji partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl gelek kes tev li daxuyaniyê bûn. Seroka Şaxa ÎHD’a Stenbolê Gulseren Yolerî got ku heke bangî kesên hatine binçavkirin bihata kirin ew bi xwe dê ji bo îfadeyê biçûna û diyar kir ku ew binçavkirinan qebûl nakin.
EREN KESKÎN: DEWLET AŞTIYÊ NAXWAZE
Hevseroka Giştî ya ÎHD’ê Eren Keskîn jî diyar kir ku dewleta tirk ji salî 90’î heta niha tundiya xwe didomîne û wiha got: “Dewlet aştiyê naxwaze. Tevahiya hevalên me yên hatine binçavkirin sivîl in. Di destê wan de çek tune ye. Anku dewlet dibêje em siyaseta sivîl naxwazin. Ewlehiya canê tu kes ji me nîne. Mafên me yên protesto û xwebirêxistinkirinê hene. Lê dewlet tevekan binpê dike. Kesek dengê xwe nake. Jixwe ferqa muxalefeta navendî ji îktîdarê nîne. Em ê heta dawiyê van hevalên xwe bişopînin.”
'MUAMELEYA DIJMINATIYÊ KIRIN’
Ji demezirînerên Tevgera 78’an Celalettîn Can jî pêvajoya binçavkirina hevjîna xwe Nîmet Tanrikulu ku parastvana mafên mirovan û yek ji damezirînerên ÎHD’ê ye vegot. Can, ev tişt anî ziman: “Serê sibehê li derî xistin. Bêserûber lêgerîn kirin. Gotin ku ji bo girtina Nîmetê hatine. Dema me pirsa ‘di destê we de belge heye?’ jê kirî, gotin ‘endamtiya KCK’ê.’ Gotin ‘Divê em komputer belge û hwd. bibin.’ Endamtiyên KCK û DEM Partiyê jî di nav de ji bo Nîmetê gelek endamtî rêz kirin. Bi saetan li qereqolê dan sekinandin. Nehiştin parêzer hevdîtinê bikin. Saet di 13.00’ê de birin. Dê di roja înê de derxînin dadgehê. Muameleya dijminatiyê dikin.”
Endama Navenda Rêveberiya SODAP’ê Fatma Înce jî xwest ku hemû binçavkirî bên berdan û binçavkirin şermezar kir. Cîgirê Serokê Giştî yê EMEP’ê Levent Tuzel jî anî ziman ku dewlet dixwaze gel bêzar bike û got: “Weke parastvanên mafên mirovan, aştî û demokrasiyê em dixwazin ev zext bi dawî bibin. Em ê heta dawiyê li ber xwe bidin û têbikoşin.”
MÊRSÎN
Platforma Ked û Demokrasiyê ya Mêrsînê jî bi heman boneyê li Parka Ozgur Çocukê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de pankarta “Kesên bêhiqûqî hatine binçavkirin berdin” hilgirtin. Di daxuyaniyê de hat gotin ku ev binçavkirin nîşaneya bêhêzbûna îktîdarê ye. Daxuyanî bi çepikan bi dawî bû.
EDENE
Li Edeneyê jî bi heman boneyê li pêşiya edliyeyê daxuyanî hate dayin. Di daxuyaniyê de binçavkirina endamê Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD) Şîar Rîşvanoglû hate şermezarkirin. Parêzer Baran Taygun Metîn di daxuyaniyê de got ku binçavkirina bêyî agahiya baroyê binpêkirina hiqûqê ye. Serokê Baroya Edeneyê yê berê Mengucek Gazî Çitirik jî anî ziman ku ew dikarin bi rêya mezinkirina têkoşînê û piştevaniyê pêşî li êrişan bigirin.
ÎZMÎR
Nûnertiya DÎSK’ê ya Herêma Egeyê jî têkildarî binçavkirina Serokê Giştî yê Genel-Îşê ya DÎSK Remzî Çalişkan û Serokê Genel-Îşê ya Mêrsînê Kemal Goksoy li pêşiya SGK’a Konakê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de pankarta “Binçavkirin û zext nikarin me bêzar bikin. Em ê li dijî bêhiqûqtiyê serî netewînin” hate hilgirtin. Nûnerê DÎSK’ê yê Herêma Egeyê Memîş Sari binçavkirin şermezar kir û got ku ew ê teslîmî neheqî û bêhiqûqtiyê nebin.