NAVENDA NÛÇEYAN - DBP û DEM Partiyê bertek nîşanî binçavkirina siyasetmedar, rojnameger û nivîskaran dan û gotin ku AKP-MHP hewl didin pêşî li têkçûna xwe bigirin.
Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) têkildarî binçavkirinên îro di danê sibehê de li 19 bajaran bi awayekî hemwext hatine kirin, daxuyaniyeke nivîskî weşand û bertek nîşan da.
Daxuyaniya MYK’a DBP’ê wiha ye: “Desthilatdariya AKP-MHP’ê ya ku bi derbeyên siyasî îradeya gel û nirxên civakî hedef digre, bi operasyonên siyasî hewldanên xwe yên ji bo pêşî li têkçûyîna xwe bigre didomîne. Operasyonên ku îro li dijî saziyên çapemeniyê û qada kedê pêk hatin jî yek ji encamên vê konseptê ne.
DAXWAZA DEMOKRASÎ Û AZADIYÊ HEDEF HATIYE GIRTIN
Hevşaredarê Navçeya Peyasê Cengîz Dundar û rojnameger jî di nav de gelek kes îro hatin binçavkirin. Em baş dizanin ku binçavkirinên ku îro pêk hatin, wek perçeyê operasyonên ku gelê Kurd hedef digre ye. Rejîma ku di siyaseta qeyûman de israr dike û bi vê yekê ve pergala hevserokatiyê hedef digre, îradeya gel binpê dike, bi operasyonên siyasî yên li Kurdistanê daxwaza gel a demokrasî û azadiyê hedef digre.
EM Ê HER TIM LI DIJÎ OPEASYONÊN SIYASÎ TÊBIKOŞIN
Bi vê konseptê rejîma AKP-MHP’ê hewl dide pêşî li têkçûyîna xwe ya siyasî bigre. Lê, ev hewldanên ku nirxên demokrasiyê hedef digre wê tu caran encam nedin. Asta ku hatî êdî tu hêz nikare pêşî li daxwaza demokrasî û azadiyê ya gel bigre. Bi vê mebestê wek DBP’ê, em ê tu caran van operasyonên dijhiqûqî nas nekin û em ê her tim li dijî operayonên siyasî têkoşîna xwe bimeşînin.”
DEM PARTÎ
Lijneya Rêveberiya Navendî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) jî bi daxuyaniyeke nivîskî bertek nîşan da. Di daxuyaniyê de hat gotin ku îktîdara AKP-MHP’ê tevahiya hêzên ewlekariyê, daraz û hwd. ji bo êrişa li dijî partiya wan û muxalefeta demokratîk bi kar tîne. DEM Partiyê diyar kir ku zîhniyeta AKP-MHP’ê ji bo Tirkiyeyê êdî veguheriye gefeke mezin. DEM Partiyê da zanîn ku êrişên tên kirin, di şexsê partiya wan de li dijî îtîraz û serhildana gel, daxwaza û lêgerîna aştî û çareseryê tê kirin.
DEM Partiyê bang li îktîdarê kir ku tavilê binçavkiriyan berde û wiha bi dawî kir: “Vê nebaşî û dijminatiya xwe ya li hemberî gel bi dawî bikin. Gelê me dê li hemberî van êrişan û zilma we paşvegavê neavêje. Bersiva me ya li dijî êrişan dê bibe xurtkirina siyaset û muxalefeta demokratîk.”