Franzîska Stîer: Qeyûm parçeyeke ji zilma li ser gelê kurd e

NAVENDA NÛÇEYAN - Sekretera Giştî ya BastA'yê Franzîska Stîerê diyar kir ku tayînkirina qeyûman parçeyek ji zilma li ser gelê kurd e û wê li Wanê têkoşîna li dijî vê bi çavên xwe dîtiye.
 
Bertekên li ser tayînkirina qeyûman ên li şaredariyên di bin rêveberiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) de berdewam dikin. Nerazîbûnên li dijî desteserkirina vînê didomin. Sekretera Giştî yê BastA (Alternatîfa Bihêz a Baselê) Franzîska Stîer jî bertek nîşanî tayinkirina qeyûman da. Franzîska Stîerê ku ji bo şopandin û raporkirina pêvajoya hilbijartinê ya 31'ê Adarê bi heyeteke navneteweyî re li Wanê bû, der barê qeyûmên tayînkirî de nirxandin kirin.
 
‘PARÇEYEK JI ZILMA LI GELÊ KURD TÊ KIRIN BI XWE YE'
 
Franzîska Stîerê da zanîn ku divê peyva "qeyûm" di îngilîzî de wekî "trustee" neyê bikaranîn û got: "Ji ber ku tiştek bi navê Trust (bawerî) tune. Divê em bibêjin pergala qeyûm. Her kesê ku ji bo demokrasî û mafên mirovan têdikoşe divê vê peyvê hîn bibe. Divê fêhm bike ku qeyûm taktîkeke zordar a li dijî îradeya gel e. Sîstema qeyûm parçeyek ji zilm û zordariya li ser gelê kurd e. Min tu carî nebihîstiye ku li herêmên rojavayê Tirkiyeyê qeyûm hatibin tayînkirin. Ev pêkanîn parçeyek ji pergala du çînan a siyaset û edaletê ye. Her wiha em dizanin ku pergala qeyûman rêxistinên jinan û dîroka çandî ya bajaran tune dike. Ev ne stratejiyeke aştiyê ye. Ev tenê taktîkek e ji bo tepeserkirina mirovan." 
 
HEWLDANÊN PARÇEKIRINA MUXALEFETÊ
 
Franzîska Stîer da zanîn ku tayînkirina qeyûman ji bo şaredariyên CHP'ê û DEM Partiyê jî wekî taktîkeke parçekirin û tepisandina muxalefetê dikare bê nirxandin û got: "Di rastiyê de li her derê cîhanê em dibînin ku desthilatdar, rastgir û pêşengên mêtînger xurtir dibin. Em dikarin li DYA, Rûsya, Almanya, Îtalya, Macaristan, Îsraîlê binêrin; Hewl didin gel li her derê parçe bikin û zextê li jinan û koçberan bikin. Gel li her derê dest bi rêxistinbûnê kiriye. Mînak dema Trump hat hilbijartin, gelek endamên nû tevlî partiya me bûn. Ji ber vê yekê mirov li tiştên ku li çaraliyê cîhanê diqewimin dinêrin, dema ku van zextan qebûl nekin dest bi rêxistinbûnê dikin."
 
‘MIROV WÊ GUH LI OCALAN BIKIN'
 
Franzîska Stîerê diyar kir ku AKP bi rêya qeyûman hewl dide gel kontrol bike û got ku ji bo pêvajoya aştiyê pêk were divê daxwazên gel bên bicihanîn. Franzîska Stierê got: “Tenê daxwezeke bingehîn a kurdan heye; di nava azadî û aştiyê de, bi zimanê xwe, bi çanda xwe û bi xwerêveberiyê bijîn. Ev mafê mirovan e. Divê kurd ji bo vê têbikoşin. Li gorî min divê Tirkiye bibe welatekî demokratîk e û van daxwazan pêk bîne. Ger hêza we ya siyasî, hêza polîs û artêşê hebe, divê hûn paşde gav bavêjin û daxwazên aliyên din li ber çavan bigirin û nas bikin. Ger demokrasî hebe divê hûn rêzê li îradeya gel bigirin. Beşek ji tiştên ku qewimîn azadiya Abdullah Ocalan e. Ji ber ku ew dikare pêvajoya aştiyê bide destpêkirin. Mirov wê guh bidin wî. Wê rêzê lê bigirin. Ew kesekî pir girîng e û di dema borî de çendîn caran pêvajoya aştiyê daye destpêkirin. Ew jî wekî mirovên li Kurdistanê dixwaze di heman astê de aştî çêbibe. Lê tu rabî cih bidî wî û li aliyê din jî zextê bikî, ev nayê wateya destpêkirina pêvajoyeke aştiyê." 
 
‘JI BO DEMOKRASÎ Û AŞTIYÊ TÊDIKOŞIN'
 
Franzîska Stîerê anî ziman ku berxwedana li şaredariyên ku qeyûm tayînî wan hatine kirin bi lehengî ye û li ser çavdêriyên xwe yên li ser berxwedana Wanê wiha got: “Carna temaşekirina vê di çapemeniyê de ji bo min gelekî zehmet e, ji ber ku hovîtiyeke mezin heye. Ew xwişk û birayên min in. Dema ez li Wanê bûm min ev yek bi çavên xwe dît. Min dît ku ew ne tenê partiyek siyasî li kolanê ye. Ji ber vê yekê her kes li kolanê bû û her kesî rola xwe li wir hebû. Ji ber vê yekê orhanîzekirina protestoyê muazam bû. Wan dît ku êdî îradeya wan wê bê paşguhkirin. Ji bo demokrasî û aştiyê tên cem hev û bi hev re têdikoşin."
 
MA / Hîvda Çelebî 
 

Sernavên din

11:19 AKP-MHP’ê destûr neda di balafiran de xizmeta kurdî were kirin
11:03 MKG’ê bertek nîşanî binçavkirina rojnamegeran da û got: Tavilê berdin
10:15 Hozan Diyar: Heta tecrîda li Îmraliyê bi dawî nebe pêşketineke mayinde nabe
09:40 Ji jinên girtî nameya 25'ê Mijdarê: Têkoşîna li dijî tundiyê bi xweparastinê pêkan e
09:22 Li Amedê berfa ewil a îsal bariya
09:04 Di êrişên Îsraîlê de 12 filistîniyan jiyana xwe ji dest dan
09:04 Franzîska Stîer: Qeyûm parçeyeke ji zilma li ser gelê kurd e
09:03 Li bazaran dema deynkirinê
09:01 Li Gabarê dîmenên nû yên talankirina xwezayê
09:01 ROJEVA 26’Ê MIJDARA 2024’AN
08:48 Li gelek bajaran bi ser malan de hate girtin: Hevşaredar û rojnameger hatin binçavkirin TÊ NÛKIRIN
25/11/2024
22:52 Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê pirsgirêka hatçûnê ya 30 salî çareser kir
21:55 Bi hezaran ji ji Karakoyê bang kirin: Em jiyanê dixwazin
21:49 Li Amedê meşa girseyî: Jin, jiyan, azadî olan da
21:46 Li Mexmûrê meşa 25'ê Mijdarê
17:00 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çalakiyên 25’ê Mijdarê
16:40 Jin li dijî tundiya mêr-dewletê daketin qadan
16:29 Rêxistinên Elewiyan li Dêrsimê bang kirin: Em qeyûmê xespkar qebûl nakin
15:04 Li kampusa zanîngehê pankarta bi 3 zimanan pankarta 'Jin jiyan azadî' vekirin
14:59 Tifaqa Dêrsimê ji bo piştevaniyê çû serdana Sarigul
14:39 Di meşa 25’ê Mijdarê ya li Êlihê de hêrsa li dijî qeyûm
14:30 'Tundî herî zêde li girtîgehan tê kirin'
13:54 Li Mêrdînê liv û tevgera leşkerî: Koçer ji herêmê tên derxistin
13:47 Nifûsa Iraqê hat eşkerekirin
13:47 Cenazeyê zarokê winda bûbû di Çemê Zê de hate dîtin
13:46 ÎHD’ê ji bo Hatîce Onaran banga tehliyeyê kir
13:33 Li Wanê meşa 25’ê Mijdarê: Dê jinên li ber xwe didin bi ser kevin
13:24 Hedefa ewil a qeyûman kurdî û navendên jinan bûn
12:59 Rapora ÎHD’ê: Di salekê de li bakurê Kurdistanê herî kêm 114 jin hatin qetilkirin
12:52 Hêzên rejîmê kolbereke jin qetil kirin
12:45 TJA: Hûn dê dengê me yê Jin, jiyan, azadî li Taksîmê bibihîsin
12:41 Li Dîlokê jinek hate qetilkirin
12:15 Peyama MKG’ê ya 25’ê Mijdarê: Em ê têkoşînê mezintir bikin
12:00 Levent Tuzel: Ji bo çareseriyê divê makezagon bê sererastkirin
11:32 Polîsan derb kirin û dozgeriyê derheqê wan de lêpirsîn vekir
11:19 Îtîraza rojnamegerê cezayê muebbetê lê hate birîn red kirin
11:04 Çeteleya tundiyê ya JINNEWS’ê: Di 10 mehan de 316 jin hatin qetilkirin
10:56 Zilamên li dijî tundiyê çalakî li dar xistin: Heta jin azad nebe civak jî azad nabe
10:37 Bi hinceta ‘bifikar e’ pirtûka wî bi xwe nivîsandî nedanê
10:21 Ji bo kampanyaya pereşandina ji girtiyan re bang kirin
10:09 Li Mêrdînê rengên payîzê
10:09 Li Qoserê ji ber barîna zêde malek tebiqî: 2 kes birîndar bûn
10:08 Bi boneya 25’ê Mijdarê 9 saziyên jinan hatin vekirin
09:00 ROJEVA 25’Ê MIJDARA 2024’AN
09:00 Ji bo bajarên Bakur hişyariya barînan hate kirin
08:59 Li Dêrsimê berf bariya
08:38 Bîrsen Orhan: Em ê dev ji vegotina heqîqetê bernedin
08:29 Rojnameya Xwebûnê bi manşeta ‘Heta Hetayê Jin Jiyan Azadî’ derket
24/11/2024
16:46 Ma Musicê li Stenbolê şaxa xwe vekir
16:08 Hevşaredar Bîrsen Orhan sewqî edliyeyê hate kirin
15:59 Jinan li qadan got: Jin, jiyan, azadî
15:21 Qeyûm li gelek bajaran hatin protestokirin
14:17 Ozel: Meseleya esasî ya qeyûman, cezakirina gel e
14:07 ‘Nêzikatiya pratîk a îktîdarê, qeyûm e’
14:06 Zilaman li dijî qedexeyê dirûşma 'Jin jiyan azadî' berz kirin
13:34 Li Şirnex û Erziromê xespkirina îradeyê hate protestokirin
13:16 Tulay Hatîmogûllari: Me serî li ber rejîma faşîst netewand û dê netewînin
12:56 Jin li dijî xespkirina îradeyê meşiyan: Yên li ber xwe didin dê bi ser kevin
12:33 AYM’ê ji bo guhdarîkirina hevdîtina girtiyan biryara binpêkirinê da
12:30 Hîzbullahê êrişî Îsraîlê kir
12:30 NADA: Çareserî azadiya jinê ye
12:04 Kovara Jinê bi manşeta ‘Xweparastin û berxwedan’ derket
11:55 Halîde Turkoglû: Qedexekirina ‘Jin, jiyan, azadî’ nîşaneya tirsa wan e
10:59 Li Afyonê di qezayê de 30 kes birîndar bûn
10:58 Hevşaredara Dêrsimê Bîrsen Orhan ji bo îfadeyê çû emniyetê
10:45 Sewalvan li şûna îthalatê piştgiriyê dixwazin
10:17 Berteka li dijî qeyûm: Dê neviyên Seyîd Riza serî netewînin
10:05 Mukaddes Erdogdu Çelîk: Ji bilî Konfederalîzma Demokratîk tu çareserî nînin
09:20 Gunduz ê 31 sal in girtî ye ji doza ‘heqaret li serokkomar kiriye’ beraet bû
09:02 Dr. Achkar: Li Lubnanê hewcehî bi têkoşîna jinan a rêxistinkirî heye
09:01 Jinên Êzidî êdî xwedî hêz û birêxistinkirî ne
09:00 ROJEVA 24’Ê MIJDARA 2024’AN
08:36 Hevşaredara Dêrsimê Bîrsen Orhan bi şertê hefsa malê hate berdan
23/11/2024
20:49 Dirûşma ‘Jin jiyan azadî’ li ser Pira Deh Derî olan da
20:44 Walîtiya Amedê dirûşma ‘Jiyan jiyan azadî’ qedexe kir!
16:51 Li gelek bajaran protestkirina qeyûman: Em ê serî netewînin
16:44 Li Cizîrê di meşa 25'ê Mijdarê de tecrîd hat protestokirin
15:59 Li Êlihê qeyûm hat protestokirin: Em biryara ku vîna gel tune dihesibîne nas nakin
14:45 Çalakiyên 25'ê Mijdarê: Em ê têkoşîna azadiyê bilind bikin
13:42 Dayikên Şemiyê: Em ê dest ji daxwaza xwe ya ji bo edaletê bernedin
13:37 Li Wanê JINKART hat belavkirin
13:09 Çîrokên kesên kiryarên wan nehatî eşkerekirin
13:06 Cenazeyê Mîne Sevjînê hat definkirin
13:00 Kujerê Leyla Urenê hat girtin
11:35 Parêzer Bîlmez: Dema azadiya Abdullah Ocalan hatiye
10:29 Qeyûm Şaredariya Dêrsimê veguherand qereqolê
10:23 Alî Orek piştî 31 rojan li Hezexê hat definkirin
09:04 Hayko Bagdat: Divê her kes ji bo aştiyê berpirsiyariya xwe bi cih bîne
09:03 MA Musîc wê li Stenbolê Egîdê Cimo Ma veke
09:01 ROJEVA 23'YÊ MIJDARA 2024'AN
22/11/2024
22:11 DEM Partî: Qeyûm ferzkirineke teslîmiyetê ya pûç e
20:13 Qeyûm tayinînî şaredariyên Pulur û Dêrsimê hatin kirin
18:42 Cezayê kujerê Şerzan Kûrt hat kêmkirin!
18:37 OHD: Astengkirina berdanê ji bo girtiyên siyasî veguheriye pergala îşkenceyê
18:25 Çalakiyên 25'ê Mijdarê: Em ê bi hev re tundiyê rawestînin
16:10 Li Êlihê li dijî qeyûman banga mezinkirina têkoşînê hate kirin
15:58 ‘Hûn nikarin îradeya gel teslîm bigirin’
15:05 Di sê salan de 87 serlêdanên têkildarî hewldanên sîxûrkirinê: Lêpirsîn tune ne
14:18 Tedawiya dayika Aklîmeyê didome
14:05 Li Rihayê jinek hate qetilkirin