Silava Abdullah Ocalan gihand berxwedêran

  • rojane
  • 14:50 11 Mijdar 2024
  • |

ÊLIH - Li Êlihê di roja 8’an de li dijî qeyûm meş hat lidarxistin. Parlamenter Omer Ocalan piştî meşê axivî û got: “Rêzdar Ocalan got ez ji bo her tiştî amade me. Lê desthilatdariyê bi tayînkirina qeyûman bersiv da peyama rêzdar Ocalan.”

Çalakiyên protestoyî yên li dijî tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Êlihê berdewam in. Xelkê Êlihê di roja 8’emîn a protestoyan de daket qadan û li Parka Yilmaz Guney hate gel hev. Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk, Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir, parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), nûnerên rêxistinên civaka sivîl û hilbijêriyên ji Sêrtê hatin jî tev li girseyê bûn. 
 
Girseya li Parka Yilmaz Guney kom bû û li ber stranên kurdî govend digerand, bi dirûşmên “Em ê bi berxwedanê bi ser kevin” û “Jin, Jiyan, Azadî” ber bi Xaçerêya Basinê ve dest bi meşê kir. 
 
ESNAFAN PIŞTGIRÎ DAN 
 
Di meşê de dirûşmên “Bê Serok jiyan nabe”, "Em ê bi berxwedanê bi ser kevin” û "Jin, jiyan, azadî" hatin berzkirin. Di heman demê de pankarta “Em ê li dijî xespkirina îradeyê li ber xwe bidin û bi ser kevin” hate hilgirtin. Ajokarên di rê de jî li qornexê dan û bi çepikan piştgirî dan meşvanan. Di meşê de her wiha stranên “Herne pêş” û “Berxwedan xweş doz e” hatin gotin.
 
Meş li Xaçerêya Basinê ku li ber şaredariyê ye bi dawî bû û li vir daxuyanî hat dayîn. Ji ewil Hevseroka DEM Partiyê ya Êlihê Songul Korkmaz, Hevserokê DEM Partiya Sêrtê Eşref Tekîn, Hevşaredarê Sêrtê Mehmet Kaysi, Hevşaredarê Êlihê Yeşîl Işik axivîn û nerazîbûn nîşanî desteserkirina îradeya gelê Êlihê dan. 
 
Paşê Parlamenterê DEM Partiyê yê Rihayê Omer Ocalan ku di 23’ê cotmehê de li Girava Îmraliyê serdana Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan kiribû axivî. 
 
‘QEYÛM TALAN E’ 
 
Omer Ocalan diyar kir ku ew têkoşîn û berxwedana gelê Êlihê silav dike û wiha got: “Ji bo ev aloziya li Kurdistanê biqede pêwîste bingehek hiqûqî were pêşxistin. Kurdan wek her dem destê xwe yê aştiyê dirêj kiriye lê mixabin hinek kes naxwazin vî destê bibînin. Gelê kurd bi salane ji bo çareseriyê têkoşîna xwe didomîne. Wê ji niha şûn ve jî têkoşîna ji bo demokrasiyê û aştiyek bi rûmet bidome. Qeyûm talan e, dijminatiya gelê kurd e, bêhiqûqî ye. Qeyûm talankirina îradeya gelê kurd e. Ev polîtîkaya we ya qeyûman şaş e.” 
 
‘BI QEYÛMAN BERSIV DAN PEYAMA RÊZDAR OCALAN’ 
 
Omer Ocalan bal kişand ser hevdîtina li gel Abdullah Ocalan û wiha axivî: “Demek beriya niha em çûn Girava Îmraliyê. Rêzdar Ocalan silavê xwe yê germ ji miletê xwe re şand. Got dema tu çûyî ku derê, tu yê silavê min li miletê me bikî.
 
Rêzdar Ocalan li wê derê ye. Çawa neheqiyek mezin li ser kurdan tê meşandin. 26 sal in ev neheqiya mezin li dijî rêzdar Ocalan jî tê meşandin. Tevî van neheqiyan jî ji sala 93’yan ve ji bo çareseriyê, aştiyek bi rûmet dixebite û li ber xwe dide. Dibêje ez li vir muxatabê çareseriyê û aştiyek bi rûmet im, çi bikeve ser milê min ez ê pêk bînim. Lazim e bersiva daxwaza rêzdar Ocalan a çareseriyê ne qeyûm bin. Lazim e ne desteserkirin û talankirina îradeya kurdan be. Bersiva divê ne zilm be. Lazim e Serokkomar vî destê aştiyê li ber çavan bigire û divê her tiştî li ber çavan bigire. Gelek xwîn li vî welatî herikî. Li vî welatî gelek êş hatin kişandin. Gelek bedel hatin dayîn. Êdî ev ax têrî xwînê bûye. Dem dema lihevkirin û lihevhatinê ye. Lê qeyûm pêşiya nasname û daxwaza gelê kurd digire. Lê divê miletê me bi moral be. Divê bi sekn û têkoşîna xwe moral û coş be. Tevî ewqas tiştên qewimîne jî rêzdar Ocalan dibêje ez ji her tiştî re hazir im. Lazim e miletê me jî bi her awayî ji her tiştî re hazir be. Em berxwedan û sekna we ya li dijî vê zilmê silav dikin."
 
 

Sernavên din

10:27 Li Şirnexê hejmara binçavkiriyan zêde bû
10:08 Ciwanên HDK’î: Dê têkoşîna me ya li dijî qeyûm û tecrîdê bidome
10:03 Li karwanê ragihandina azad deng û rengekî nû zêde bû: Ajansa Welat
09:25 Li Wanê rêyên 158 gundan ji ber berfê hatin girtin
09:12 Di ser kuştina belavkarê rojnameyê Işik re 31 sal derbas bûn
09:07 Av. Sarsilmaz: Wê girtina min bibe sedema ku ez têkoşînê mezin bikim
09:03 Ji Şaredariya Silopiyayê xizmeta li ser esasê jinê
09:02 Kadriye Dogan: Qeyûm êrişa li pergala hevserokatiyê ye
09:01 Di doza MCG Towerê de ji bo peywirdarê cemaweriyê doza lêpirsînê nehat dayîn
09:00 ROJEVA 27’Ê MIJDARA 2024’AN
26/11/2024
21:52 Li meclisê dirûşma 'Jin jiyan azadî' hat berzkirin
21:50 Li Dêrsimê 4 kes hatin girtin
16:45 Li emniyetê lêgerîna tazî li rojnameger Alayumat hate ferzkirin
16:33 Binçavkirina rojnamegeran dê sibe li Amedê bê protestokirin
16:27 DBP û DEM Partiyê bertek nîşanî binçavkirinan dan
16:14 Li Dêrsimê qeyûm hat protestokirin: Pêşeroj dê ya berxwedêran be
15:30 Ozel: Heke li ser bingeha mutebeqeta civakî be em jê li gel in
15:25 Kesên hatin binçavkirin tînin Enqereyê
15:18 Li Wanê piştgirî dan kampanyaya ‘pereşandina ji girtiyan re'
14:43 Li Agiriyê berf bariya
14:43 Danişîna Emîne Şenyaşarê hate taloqkirin
14:04 Hevserokên giştî ji bo hevdîtina li Îmraliyê serî li Wezareta Dadê dan
13:54 Li 30 bajaran 231 kes hatin binçavkirin
13:45 DFG: Rojnamegerên binçavkirî berdin
13:43 Girtiyê nexweş nabin nexweşxaneyê
13:39 Ahmet Turk îdiaya hevdîtina bi Bahçelî re derewand
13:36 DEM Partî ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re dê serî li wezaretê bide
13:01 Helbestvan û nivîskar jî hatin binçavkirin
12:45 Bakirhan ji îktîdarê re got: Di hewza vala de soberî nayê kirin
12:42 Bahçelî: Em li bendê ne ku di navbera Îmrali û DEM Partiyê de pêwendî çêbibin
11:36 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:19 AKP-MHP’ê destûr neda di balafiran de xizmeta kurdî were kirin
11:03 MKG’ê bertek nîşanî binçavkirina rojnamegeran da û got: Tavilê berdin
10:15 Hozan Diyar: Heta tecrîda li Îmraliyê bi dawî nebe pêşketineke mayinde nabe
09:40 Ji jinên girtî nameya 25'ê Mijdarê: Têkoşîna li dijî tundiyê bi xweparastinê pêkan e
09:22 Li Amedê berfa ewil a îsal bariya
09:04 Di êrişên Îsraîlê de 12 filistîniyan jiyana xwe ji dest dan
09:04 Franzîska Stîer: Qeyûm parçeyeke ji zilma li ser gelê kurd e
09:03 Li bazaran dema deynkirinê
09:01 Li Gabarê dîmenên nû yên talankirina xwezayê
09:01 ROJEVA 26’Ê MIJDARA 2024’AN
08:48 Li gelek bajaran bi ser malan de hate girtin: Hevşaredar û rojnameger hatin binçavkirin
25/11/2024
22:52 Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê pirsgirêka hatçûnê ya 30 salî çareser kir
21:55 Bi hezaran ji ji Karakoyê bang kirin: Em jiyanê dixwazin
21:49 Li Amedê meşa girseyî: Jin, jiyan, azadî olan da
21:46 Li Mexmûrê meşa 25'ê Mijdarê
17:00 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çalakiyên 25’ê Mijdarê
16:40 Jin li dijî tundiya mêr-dewletê daketin qadan
16:29 Rêxistinên Elewiyan li Dêrsimê bang kirin: Em qeyûmê xespkar qebûl nakin
15:04 Li kampusa zanîngehê pankarta bi 3 zimanan pankarta 'Jin jiyan azadî' vekirin
14:59 Tifaqa Dêrsimê ji bo piştevaniyê çû serdana Sarigul
14:39 Di meşa 25’ê Mijdarê ya li Êlihê de hêrsa li dijî qeyûm
14:30 'Tundî herî zêde li girtîgehan tê kirin'
13:54 Li Mêrdînê liv û tevgera leşkerî: Koçer ji herêmê tên derxistin
13:47 Nifûsa Iraqê hat eşkerekirin
13:47 Cenazeyê zarokê winda bûbû di Çemê Zê de hate dîtin
13:46 ÎHD’ê ji bo Hatîce Onaran banga tehliyeyê kir
13:33 Li Wanê meşa 25’ê Mijdarê: Dê jinên li ber xwe didin bi ser kevin
13:24 Hedefa ewil a qeyûman kurdî û navendên jinan bûn
12:59 Rapora ÎHD’ê: Di salekê de li bakurê Kurdistanê herî kêm 114 jin hatin qetilkirin
12:52 Hêzên rejîmê kolbereke jin qetil kirin
12:45 TJA: Hûn dê dengê me yê Jin, jiyan, azadî li Taksîmê bibihîsin
12:41 Li Dîlokê jinek hate qetilkirin
12:15 Peyama MKG’ê ya 25’ê Mijdarê: Em ê têkoşînê mezintir bikin
12:00 Levent Tuzel: Ji bo çareseriyê divê makezagon bê sererastkirin
11:32 Polîsan derb kirin û dozgeriyê derheqê wan de lêpirsîn vekir
11:19 Îtîraza rojnamegerê cezayê muebbetê lê hate birîn red kirin
11:04 Çeteleya tundiyê ya JINNEWS’ê: Di 10 mehan de 316 jin hatin qetilkirin
10:56 Zilamên li dijî tundiyê çalakî li dar xistin: Heta jin azad nebe civak jî azad nabe
10:37 Bi hinceta ‘bifikar e’ pirtûka wî bi xwe nivîsandî nedanê
10:21 Ji bo kampanyaya pereşandina ji girtiyan re bang kirin
10:09 Li Mêrdînê rengên payîzê
10:09 Li Qoserê ji ber barîna zêde malek tebiqî: 2 kes birîndar bûn
10:08 Bi boneya 25’ê Mijdarê 9 saziyên jinan hatin vekirin
09:00 ROJEVA 25’Ê MIJDARA 2024’AN
09:00 Ji bo bajarên Bakur hişyariya barînan hate kirin
08:59 Li Dêrsimê berf bariya
08:38 Bîrsen Orhan: Em ê dev ji vegotina heqîqetê bernedin
08:29 Rojnameya Xwebûnê bi manşeta ‘Heta Hetayê Jin Jiyan Azadî’ derket
24/11/2024
16:46 Ma Musicê li Stenbolê şaxa xwe vekir
16:08 Hevşaredar Bîrsen Orhan sewqî edliyeyê hate kirin
15:59 Jinan li qadan got: Jin, jiyan, azadî
15:21 Qeyûm li gelek bajaran hatin protestokirin
14:17 Ozel: Meseleya esasî ya qeyûman, cezakirina gel e
14:07 ‘Nêzikatiya pratîk a îktîdarê, qeyûm e’
14:06 Zilaman li dijî qedexeyê dirûşma 'Jin jiyan azadî' berz kirin
13:34 Li Şirnex û Erziromê xespkirina îradeyê hate protestokirin
13:16 Tulay Hatîmogûllari: Me serî li ber rejîma faşîst netewand û dê netewînin
12:56 Jin li dijî xespkirina îradeyê meşiyan: Yên li ber xwe didin dê bi ser kevin
12:33 AYM’ê ji bo guhdarîkirina hevdîtina girtiyan biryara binpêkirinê da
12:30 Hîzbullahê êrişî Îsraîlê kir
12:30 NADA: Çareserî azadiya jinê ye
12:04 Kovara Jinê bi manşeta ‘Xweparastin û berxwedan’ derket
11:55 Halîde Turkoglû: Qedexekirina ‘Jin, jiyan, azadî’ nîşaneya tirsa wan e
10:59 Li Afyonê di qezayê de 30 kes birîndar bûn
10:58 Hevşaredara Dêrsimê Bîrsen Orhan ji bo îfadeyê çû emniyetê
10:45 Sewalvan li şûna îthalatê piştgiriyê dixwazin
10:17 Berteka li dijî qeyûm: Dê neviyên Seyîd Riza serî netewînin
10:05 Mukaddes Erdogdu Çelîk: Ji bilî Konfederalîzma Demokratîk tu çareserî nînin
09:20 Gunduz ê 31 sal in girtî ye ji doza ‘heqaret li serokkomar kiriye’ beraet bû