ŞIRNEX - Ji xebatkarên Midûriyeta Polîtîkayên Jinê ya Şaredariya Silopiyayê Siyajîn Bûrûntekînê diyar kir ku xebatên xwe bi feraseta şaredarîvaniyeke li ser esasê jinê dimeşînin û got ku di warê serwextkirina civakî û hiqûqî de hewl didin qadên jiyanê biafirînin.
Şaredariya Silopiya ya Şirnexê ku di bin rêveberiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) de ye, bi projeyên civakî û aborî qadên jiyanê ji jinan re vedike. Bi Navenda Piştevaniya Dayika Taybet a di bin banm Rêveberiya Polîtîkayên Jinê de hat vekirin, ji bo jinên ku rastî tundiya mêr-dewletê tên, çare tên peydakirin.
Ji xebatkarên Muduriyeta Polîtîkayên Jinê Siyajîn Bûrûntekîn der barê xebatên xwe de axivî.
AZADIYA JINÊ
Siyajîn Bûrûntekînê bal kişand ser zêdebûna tundî û zordariya li ser jinan û got: “Meha Mijdarê ku em tê de ne, ji bo têkoşîna jinan meheke girîng e. Lê em nikarin têkoşîna jinan tenê bi vê mehê bi sînor bikin. Ji ber ku roj nîn e ku jin rastî zext û tundiyê neyên. Ji bo vê jî divê qadên jiyanê yên ku jin tê de nefes bigirin bên avakirin. “Di civakeke ku jin azad nebe jiyan nabe."
Siyajîn Bûrûntekînê bilêv kir ku şaredariyên DEM Partiyê li ser esasê şaredarîvaniya jinê hatine avakirin û destnîşan kir ku ji sala 2016'an û vir ve yekemîn xebatên qeyûmên ku li şaredariyan hatine wezîfedarkirin êrişa li ser destkeftiyên jinan e. Siyajîn Bûrûntekînê got: “Midûriyeta Polîtîkayên Jinê girtin. Wan proje û lêkolînên ku ji bo jinan hatibûn armanckirin rawestandin."
XZMETA CIVAKÎ Û ABORÎ
Siyajin Bûrûntekînê diyar kir ku jin ji rêveçûna xwe heta kincên xwe, ji rûniştina xwe heta bêhnstendina xwe bi zexta mêr-dewletê re rû bi rû ne û wiha dewam kir: “Li dijî vê hawirdora zext û tundiyê em xebatên xwe didomînin. Pêşengiya me ya sereke şikandina zextê û berfirehkirina qadên jiyanê ye. Em di nav şaredariyê de perwerdehiya hişyariyê li ser hişmendiya nifşan didin. Armanca me ew e ku bi projeyên wekî Bazara Keda Jinan azadiya aboriya jinê misoger bikin. Ji bo em barê jinên kedkar sivik bikin me projeya kreşa zarokan pêk anî. Di çarçoveya projeyên civakî de me Parka Jiyana Jinê ya 8'ê Adarê û kompleksên werzîşê ava kirin.
Em li dijî polîtîkayên şerê taybet xebitîn. Em li taxan perwerdeya hişyariya tiryakê didin. Lêkolînên tenduristiyê tên kirin. Herî dawî me konferansek li ser penceşêra pêsîrê pêk anî. Li dijî binpêkirinên mafên mirovan em piştgiriya hiqûqî û psîko-civakî didin. Em ê roj 24/7 li qadan bin. Xebata me dê bi hemû leza xwe berdewam bike da ku hemû şert û mercan dabîn bikin da ku ji gelê xwe re şert û mercên jiyanê yên ku heq dikin pêşkêş bikin. Em ê bi projeyên xwe yên nû xizmeta hemû gelê xwe û bi taybetî ya jinan bikin."