Xizmên Windayan û şaxên ÎHD’ê: Qeyûman bi paş ve bikişînin

  • rojane
  • 13:44 9 Mijdar 2024
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Di çalakiyên ji bo aqûbeta windayan hatin lidarxistin de hat diyarkirin ku ji ber neçareserkirina pirsgirêka kurd windakirinên di binçavan de û cînayetên faîl nediyar pêk hatin û daxwaza edaletê hat kirin. 

 
Xizmên Windayan û rêveberên şaxên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ên Amed, Êlih û Colemêrgê vê hefteyê jî ji bo aqûbeta windayan çalakî li dar xistin û daxwaza edaletê hat kirin. 
 
AMED 
 
Xizmên Windayan û ÎHD’a Amedê di hefteya 822’yemîn de çalakiya “Bila winda bên dîtin, faîl bên darizandin” li ber Bîrdariya Mafên Mirovan a li Parka Koşûyolû li dar xistin. Gelek kes tev li çalakiyê bûn û wêneyên windayan hatin hildan. Vê hefteyê li aqûbeta Alî T ekdag  ê di 13’ê mijdara 1994’an de li Qada Deriyê Çiyê ya Amedê hat binçavkirin û carek din agahî jê nehat girtin, hat pirsîn. 
 
Serokê ÎHD’a Amedê Ercan Yilmaz ewilî di çalakiyê de axivî û bal kişand ser neçareserkirina pirsgirêka kurd û got: “Ji ber ku meseleya kurd nayê çareserkirin bedelên pirr zêde hatin dayîn. Yek ji van bedelan jî windakirina di binçavan de û cînayetên faî ne diyar bûn. Çend roj berê dîsa em tayînkirina qeyûman ji xewê şiyar bûn. Îradeya gelê kurd tune tê hesibandin. Xelk qeyûman protesto dike lê bi awayek hişk û tund mudaxile li welatiyan tê kirin. Em wek ÎHD û xizmên windayan li dijî pêkanîna qeyûman in û dibêjin qeyûman bi paş ve bikişînin.” 
 
Xwişka Alî Tekdag, Îffet Mutaş da zanîn ku birayê wê gelek caran hatiye îşkencekirin û herî dawî wî windakirin û got: “Ez heqê xwe li dewletê helal nakim. Em cenazeyên xwe dixwazin. Dayik û bavê min bi hesreta dîtina birayê min koç kirin. Em ê van kirinan ji bîr nekin. Heta ez sax bim wê destê min di stûyê dewletê de be. Alî û şehîdên din çi ji we kiribûn. Ew şehîdên me ne.”
 
Endama Komîsyona Windayan a ÎHD’a Amedê parêzer Berfîn Elçî serpêhatiya windakirina Alî Tekdag xwend. 
 
Piştî daxuyaniyê ji bo Tekdag û hemû windayan çalakiya rûniştinê hat lidarxistin.
 
ÊLIH 
 
Xizm^ne Windayan û rêveberên ÎHD’a Êlihê di hefteya 658’emîn de li ber avahiya komeleyê çalakî li dar xistin û wêneyên windayan hildan. Di çalakiya vê hefteyê de li faîlên Davût Altunkaynak ê 13 salî û Nedîm Akyon ê 16 salî di binçavan de hatin windakirin, hat pirsîn. 
 
Rêveberê ÎHD’a Êlihê Reşît Çetînkaya daxuyanî xwend û bi bîr xist ku Davut Altunkaynak û Nedîm Akyon li navçeya Kerborana Mêrdînê hatin windakirin û piştî 21 salan hestiyên wan hatin dîtin. Çetînkaya anî ziman ku berpirsiyarên hemû cînayetên ku nehatine tespîtkirin dewlet e. 
 
Piştî daxuyaniyê ji bo bîranîna windayan çalakiya rûniştinê hat lidarxistin. 
 
COLEMÊRG
 
Xizmên Windayan û Şaxa ÎHD’a Colemêrgê jî di hefteya 148’emîn de çalakiya heftane li dar xistin. Çalakî li Kuçeya Hunerê pêk hat û wêneyên windayan hat hildan. Di çalakiya vê hefteyê de hat xwestin ku faîlên Hamza Tutan ê di 8’ê cotmeha 1985’an de li Şemzînanê di binçavan de hat qetilkirin, bên darizandin. 
 
Endamê ÎHD’a Colemêrgê parêzer Eren Baskin metna daxuyaniyê xwend û xwest ku kujerên Hamza Tutan bên dîtin û darizandin. 
 
Piştî daxuyaniyê çalakiya rûniştinê hat lidarxistin. 
 
ÎZMÎR
 
Şaxa ÎHD’a Îzmîrê jî çalakiya “Bila winda bên dîtin, faîl bên darizandin” ji du hefteyan carekê pêk tîne, li ber Sumerbanka berê ya li navçeya Konakê li dar xist. Gelek kes tev li çalakiyê bûn û pankart vekirin. Di çalakiya vê hefteyê de li aqûbeta Huseyîn Toraman ê di 27’ê cotmeha 1991’an de li Stenbolê hat binçavkirin û carek din agahî jê nehat girtin, hat pirsîn. 
 
Rêvebera ÎHD’a ÎzmîrêGulay Gun Bîlîcî daxuyanî xwend û bi bîr xist ku Huseyîn Toraman li ber deriyê xew ji polîsan ve bi darê zorê li Torosa Spî hatiye siwarkirin û wî revandine û piştre heta îro tu agahî jê nehatiye girtin. 
 
 

Sernavên din

03/12/2024
10:46 ‘Heta qeyûm diçe dê berxwedana me bidome’
10:37 ‘Ji bo zarokên welêt’ pirtûkek
10:35 Şandeya navneteweyî ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kir
10:15 Mavîoglû: Şertê ewil bidawîkirina tecrîda li Îmraliyê ye
09:34 Li Zapê kilîl hate girtin an hate xerakirin?
09:05 Rojeva sereke ya DEKÛP'ê azadî û demokrasî ye
09:04 Hevşaredar: Divê gelê me xwedî li vîna xwe derkeve, li ber xwe bide
09:00 Dayika Geylaniyê ku berdana wî hat taloqkirin: Bila kurê min berdin
09:00 ROJEVA 3’YÊ KANÛNA 2024’AN
08:35 Komên paramîlîter 3 kes qetil kirin
02/12/2024
20:31 Li Stenbolê êrişên Tirkiyeyê hatin şermezarkirin
20:26 Xebatkarê Aramê Zengeralp serbest hat berdan
20:21 Polîsan êrişî çalakiya Rojavayê kir: 50 kes hatin binçavkirin
16:40 Li Wanê Serokatiya Daîreya Xizmetên Astengdar û Kalan hate avakirin
16:37 Şaredariya Artukluyê têkildarî nelirêtiyan serlêdana sûc kir
16:24 Şandeya navneteweyî çû serdana OHD’ê: Heke tecrîd rabe dê demokratîkbûn çêbibe
16:19 Êrişên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li geleke bajaran hatin protestokirin
16:18 Tehliyeya Besra Erol hate taloqkirin
16:02 Li Miksê xespkirina îradeyê hate protestokirin: Qeyûm nelirêtî û talan e
15:35 Ji bo pirtûka 'Dildarê Serkeftinê' biryara komkirinê hate dayin
15:34 Wezîrê Karên Derve yê Îranê hate Enqereyê
15:16 Êrişên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li Silopiyayê hatin protestokirin
15:12 Bertek nîşanî girtina Hevşaredar Dundar dan
14:47 Meclisa Gel a Efrîn û Şehbayê daxuyanî da
14:46 Li Mêrdînê jin li dijî tayînkirina qeyûm meşiyan
14:32 Derket holê ku keça AKP’iyê qeyûm diparast bêyî mulaqetê girtine kar
14:24 Qeyûm projeyên hevşaredaran jê bir
13:59 Şandeya navneteweyî çû serdana Buroya Hiqûqê ya Sedsalê
13:53 DFG’ê rapora meha mijdarê eşkere kir: 21 rojnameger hatin binçavkirin, 3 hatin girtin
13:43 Jinan bertek nîşanî tundiyê dan: Jin, Jiyan, Azadî pisûleya me ye
13:27 Xelkê Şêxmeqsûd û Eşrefiyê seferber bû
13:26 Kongra Star banga ‘xurtkirina xweparastinê’ kir
13:26 DBP’ê li dijî êrişan banga helwestnîşandanê kir
13:25 Wezaretê gotibû 3 leşker mirîne: Ozdag got ku 44 leşker mirine
13:24 Parlamentoya Iraqê îro dê bi rojeva Qanûna Rewşa Kesî bicive
13:24 Li Geverê operasyona leşkerî hate destpêkirin
10:49 KNK: Roj roja parastina Rojava ye
10:42 Hejmara 259'emîn a Xwebûnê derket
10:36 Parlamentoya Herêma Federe dicive
10:07 Mazlûm Ebdî: Em ê gelê xwe biparêzin
09:35 'Êriş bi tevî li dijî gelên herêmê ne'
09:04 Claûdîa Korol a feminîst: Azadiya Ocalan ji bo aştiya Rojhilata Navînê firsendek e
09:00 ROJEVA 2'YÊ KANÛNA 2024'AN
01/12/2024
16:53 HSD’ê li dijî êrişan bang kir
16:36 HPC’ê ragihand ku êrişên komên paramîlîter dane sekinandin
16:12 Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê seferberî ragihand
15:57 Ji Amedê bang: Dest bi muzakereyên bi Abdullah Ocalan re bikin
15:29 SOHR: Di mijdarê de 176 sivîlan jiyana xwe ji dest dan
14:49 Kolakan piştî 33 salan hate berdan
14:48 Omer Ocalan: Bi zîhniyeta DAIŞ’ê çav berdane destkeftiyên kurdan
14:02 Çiyayên Xêrê yê Dihokê hate bombebarankirin
13:38 Li Şerayê pevçûnên dijwar diqewimin
13:29 Li Miksê qeyûm hate protestokirin: Qeyûm talan e berxwedan jiyan e
12:27 Artêşa Sûriyeyê leşker sewqî Hemayê kir
12:24 Rejîma Îranê cezayê darvekirinê da welatiyekî kurd
12:22 Ankêta Sosyo Polîtîkê: Çavkaniya hemû pirsgirêkan pirsgirêka kurd e
11:54 Di navbera HRE û komên paramîlîter de pevçûnên dijwar diqewimin
11:23 Foza Yûsif: Em ê li ser xeta şerê gel ê şoreşgerî xwe biparêzin
11:05 Endamên Meclisê yên DEM Partiyî li dijî qeyûm serlêdana sûc kirin
10:50 DYA’yê têkildarî geşedanên li Helebê daxuyanî da
10:36 3 gundên Efrîn-Şehbayê hatin bombebarankirin
10:34 Kovara Jinê bi manşeta ‘Di pêvajoyên pevçûn û muzakereyan de jin’ derket
10:27 Îşkence û destdirêjiya li dijî jinên afgan ên neçarî parsekiyê hatin kirin
10:18 Gelo geşedanên li Helebê operasyona NATO’yê ye?
09:23 Xelkê Agiriyê ji ber fatûreyên zêde yên gaza xwezayî bi bertek in
09:00 ROJEVA 1’Ê KANÛNA 2024’AN
08:58 Di qezaya li Bartinê de 5 kesan jiyana xwe ji dest dan
08:31 SOHR: Artêşa Sûriyeyê xwe ji Hemayê vekişand, HTŞ’ê 16 gund bi dest xist
30/11/2024
16:16 Hevşaredara Dêrsimê Bîrsen Orhan hat girtin
15:43 Pêşangeha Pirtûkan a Amedê dest pê kir
15:40 Li Cizîrê tayinkirina qeyûm hat şermezarkirin
15:37 HTŞ'ê gelek deverên Helebê xistin bin kontrola xwe
14:56 Xizmên windayan ji bo Tahir Elçî doza edaletê kirin
14:29 Ji Weşanxaneya Aramê 2 pirtûkên nû
14:23 30 sal in aqûbeta wî ne diyar e
11:13 Hevşaredara Dêrsimê Bîrsen Orhan hat binçavkirin
11:10 Qeyûmê Mêrdînê gelek kes ji kar derxistin
09:04 Bîrsen Orhan a cezayê hepsa malê lê hat birîn: Ez ê bitêkoşim
09:02 Akademîsyen Neşe Ozgen: Tecrîd êrişa li aştiya civakî ye
09:01 Hevserokê Şaxa ÎHD'ê ya Wanê: Şandina pereyan ji girtiyan re ne sûc e
09:00 ROJEVA 30'YÊ MIJDARA 2024'AN
08:29 9 siyasetmedar û sendîkavan hatin girtin
29/11/2024
22:23 DEM Partî: Bila gelê me mafê xwe yê protestoyê bi kar bîne
22:18 DBP: Em ê têkoşîna xwe bidomînin
19:53 Qeyûm tayinî Şaredariya Miksê hat kirin
16:26 Hevberdevkê HDK’ê Kenanoglû: Qeyûm li pişt bariyerên betonan hefsî ne
16:06 Bakirhan: CHP dikare ji bo çareseriyê rola xwe bilîze
Ozel: Em amade ne rola xwe bilîzin
15:04 Li Miksê esnaf hatin ziyaretkirin
15:02 5 rojnameger bi daxwaza girtinê hatin sewqkirin
14:55 Hevdîtina Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê û Ozel dest pê kir
14:51 Li Cizîrê 2 kes hatin binçavkirin
14:43 Qeyûmî cîgirên hevşaredar ji peywirê girt û li şûna wan AKP’iyek tayîn kir
13:18 Navê Tahir Elçî li kolana lê hatibû qetilkirin, kirin: Dê bibe sembola aştiyê
12:47 Ozel ji dozger Gurlek re got: Nebe amûra hin kesan
12:35 Pevçûnên di navbera artêşa Sûriyeyê û HTŞ’ê de didomin: Hedef rêya M5’ê ye
12:30 Qonaxa dîrokî ya li Qersê bi hilweşînê re rû bi rû ye!
12:29 Rojnameger, siyasetmedar û sendîkavan sewqî edliyeyê hatin kirin
12:26 Hevşaredarê Miksê Hazir: Li ser talîmatê ceza dan
12:24 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
12:22 Ji ber ‘dermanê epîlepsiyê’ êrişî girtî Bayir kirin