Kaytan û Altûn vegot: Tu tişt bi hêsanî, bêberdêl bi dest neket

  • rojane
  • 13:26 12 Gulan 2025
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan, qala Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn kir û got: “Tu destkeftî wisa bi hêsanî nehatin bidestxistin.” 

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27’ê Sibatê de “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” kir û li ser vê yekê PKK’ê jî 12’emîn Kongreya Awarte di 5-7’ê Gulanê de li dar xist. PKK’ê, danezana kongreya xwe aşkera kir û got; “Me xebatên xwe bi dawî kir.” Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku wan kongreya xwe diyarî ji kadroyên pêşeng ên PKK’ê Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn kirine. 
 
Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF), nirxandina Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Duran Kalkan ên têkildarî Alî Haydar Kaytan (Fûat) û Riza Altûn weşand. 
 
Nirxandina Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan a têkildarî wefata Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn wiha ye:
 
“Ev kongreya me -ku Rêber Apo bi şênberî dibêje- wê ji aliyê rêxistinî ve bibe kongreya dawî ya PKK'ê. Di kongreyeke me ya bi vî rengî de em şehadeta du hevrêyên destpêkê yên Rêber Apo, du hevrêyên hêja yên damezrîner ên partiya me radigihînin.
 
Hemû hevê van hevalan nas dikin. Raya giştî wan nas dike. Gelê me, jin û ciwan wan gelekî baş nas dikin.
 
ALÎ HAYDAR KAYTAN  
 
Hevalê me Fûat yek ji hevrêyên destpêkê yê Rêber Apo ye. Weke hevalên Hakî û Kemal. Hevrêyek bû ku beşdarî civîna li Bendava Çûbûkê bû ku hîmên rêxistinî yên partiya me lê hate danîn û heta şehadate xwe karê xwe yê rêxistinî dewam kir.
 
Dilsoziya bê dawî ya tevlibûna li rastiya Rêber Apo temsîl dike. Bi têkoşîna pratîkî ya demdirêj û şehadeta xwe re ev rastî ispat kir. Bi rengê herî baş nîşanî me hemûyan da ku rastiya Apoyî çawa têk naçe, civakîbûneke çawa ya rast temsîl dike. Di nava van şert û mercên gelekî zehmet û tevlihev de, di demekê de ku hem ji hundir hem jî ji derve êrîş li ser rastiya Rêbertî û xeta têkoşînê hate kirin, her tim bêteredût li gel rastiya Rêbertî sekinî, li ser bingeha xeta Rêbertî helwest nîşan da û têkoşîn meşand.
 
Bi hemû hêz û hunera xwe giranî da ser rêxistinî, perwerde û têkoşîna me ya partiyê. Keda wî li ser me hemûyan mezin e. Ji aliyê hişmendiya teorîk ve, ji aliyê hesta şoreşgerî welatparêz ve, ji aliyê karên pratîkî, berxwedêrî, wêrekî û fedakarî ve her tim bû xwedî helwsteke perwerdekar û pêşeng. Em hemû şahidê vê yekê ne. Hest û fikrê xwe li her qadê bi rê û rêbazên cuda anî ziman. Ez nabêjim tevkariyeke gelekî mezin li wêjeye partiya me kir, bi Rêber Apo re ev yek da destpêkirin û bi pêş ve bir. Niha li ser bingeha van em dibihîzin, fêhm dikin, dixwînin, dinivîsînin, dibin xwedî moral, helbestan, stranan dibêjin. Ev hemû bi destpêkeke bi vî rengî bû, yek ji hevalên ku zehmetiyên destpêkê kişand hevalê Fûat li gel Rêber Apo bû.
 
Careke din bi hurmet û hezkirineke kûr bi bîr tînim.
 
RIZA ALTÛN 
 
Hemû heval, hevalê Riza nas dikin. Di dema koma destpêkê de ji Enqereyê tev li bû, di nava komê de cih girt, di pêşvebirina tevgerê û avakirina xeta çalakiyê de tevkariyeke mezin li xurtbûna têkoşîn û rêxistinê kir.
 
Çawa ku hevalê Fûat hewl da bibe ruh, hişmendî û hestê têkoşîna rêbertî û di vir de bû xwedî cihekî gelekî girîng... hevalê Riza jî ji aliyê gelek hevalan ve nehate naskirin. Gelek hevalan ew bi rastî nas kir. Nizanim bibêjim ku her kesî hevalê Riza nas kir.
 
Me qala kesayetiya milîtan a rasteqîn, şoreşgerî û kesayetiya Kemal Pîr kir. Nûnerê duyemîn ê kesayetiya Kemal Pîr bû. Di nava şert û mercên herî zehmet ên xeta çalakiyê ya têkoşîna me de, li cihê ku nepêkane dihate gotin, li hemberî her cûre dijminê paşverû bi wêrekî û fedakarî, bi rêbaza afirîner û jîrbûyînê tevkariyeke mezin di afirandina xeta çalakiyê ya PKK'ê de kir.
 
Piştre ket girtîgehê. Li girtîgehê xwend, lêkolîn kir. Hişmendiya xwe ya teorîk hîn xurt kir. Hunera xwe ya rêveberiya rêxistinî bi pêş ve bir. Têgihiştina xwe ya siyasî zêde kir. Ji karên rêxistinî polîtîk heta bi karên dîplomasiyê, tevlî gelek wezîfeyên cuda bû. Lê belê di nava partiyê de wezîfeya destpêkê ya fermî ya hevalê Riza di rêxistinkirina Komîteya Navendî de ya piştî Kongreya Yekemîn, endametiya Komîteya Leşkerî ya Navendî bû. Alîkarê hevalê Mehmet Karasûngûr bû ku weke fermandarê komîteya navendî hate wezîfedarkirin. Di amadekirin û birêxistinkirina berxwedana Sêweregê de li gel hevrê Mehmet Karasûngûr li refên herî pêş wezîfe kir, kedeke mezin da û tevkarî kir. Di nava şerekî bi vî rengî de dîl kete destê dijmin.
 
Divê ev yek bê zanîn, ev taybetmendiyên kesayetiyê weke kesayetiya Kemal bê lêkolîn û fêhmkirin. Li ser vê bingehê careke din şehîd hevrê Riza bi hurmet û hezkirin bi bîr tînim.
 
Rêber Apo timî ev yek got. Her kêliya PKK'ê bi zor û zehmetî, bi têkoşînê û afirandinê hate bidestxistin. Ti tişt ji ber xwe ve pêk nehat, bi rêbazeke hêsan nehat afirandin. Bi van zor û zehmetiyan, bi astengiyan têkoşîn ji rêzê nebû. Rêber Apo got, 'Weke meşa li ser pişta kêrê ye'. Di vê meşê de hinek birîndar bûn, hinekan xwîn rijand. Her kêliya têkoşîna me ya azadiyê ya meşa Apoyî ya 52 salan bi zehmetiyên mezin, bi fedakariya bi lehengî û wêrekî ya li hemberî astengiyan, bi dayina şehîdan hate bidestxistin.
 
Ti tişt bi hêsanî, bêberdêl bi dest neket.” 
 

Sernavên din

12:35 DEM Partî: Divê li hemberî îradeya gel rêz bê girtin
12:21 Ji Wezareta Karê Derve yê Îngîltere daxuyaniya PKK’ê: Gaveke girîng e
12:11 Ji hevserokên DBP û DEM Partiyê peyama salvegera Geziyê
12:03 Tulay Hatîmogullari di çalakiya xizmên windayan de diaxive
11:39 Îsraîlê êrîşî baregehên leşkerî yên li Sûriyeyê kir
11:37 Ji CHP'ê biryara civîna awarte
11:33 ‘Bêyî gavên denokratîkbûnê pêşketine pêvajoyê ne mumkin e’
11:18 Li Hezexê mirina bi guman a çawişek pispor
10:41 Topuz : Medyaya îktîdarê pêvajoyê jehrî dike
09:44 Li Japonyayê li dijî Kurdan êrîşên nîjadperest
09:37 Divê jin rêxistinbûna xwe mezin bikin
09:04 Ji bo FîlmAmedê zêdetirî 600 serlêdan
09:03 Di karesata keştî ya ku 61 kes mirin de ceza zêde bû
09:00 ROJEVA 31'Ê GULANA 2025'AN
08:55 Li dijî ÎBB'ê operasyona pêla 5'emîn: Biryara binçavkirina 47 kesan
30/05/2025
15:59 Li Qoserê ciwanekî bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
15:54 Kurtulmuş: Em piştgiriyê dixwazin
Ozel: Pêvajoya Meclis daxil nebe serkeftî nîne
15:42 DEM Partiyê ji bo namzetaya Serokatiya Meclisê serlêdan kir
14:34 Ji bo rojnamevan Yildiz Tar biryara tehliyeyê
12:57 'Tora Parlamenteran dê hêza jinan a di siyasetê de zêde bike’
12:02 Namzetê Serokatiya Meclisê yê DEM Partiyê diyar bû
11:54 Di doza Temel de ji bo bersûcan biryara desteserkirinê hate dayin
11:38 Dayika Îpek Er: Rayedaran soza xwe bi cih neanîn
11:29 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:23 Qadên xezal û pezkoviyan tên tunekirin
11:05 Mehmet Bekaroglû: Bi aştiyê re her kes dê qezenc bike
10:25 Jinan ji bo meşê bang kirin: Em azadiyê biqîrin
10:22 Turkyilmaz: Pêwîstî bi çareseriyeke du alî heye; rêveberiya herêmî û demokrasî
10:08 Danişîna doza 15 kesên ji cînayeta Narîn Guranê tên darizandin dest pê kir
09:54 Li Çukurovayê 11 jê rewşa wan giran 46 girtiyên nexweş hene
09:21 Sekreterê Giştî yê Die Linke’yê: Divê PKK êdî weke ‘rêxistina derqanûnî’ neyê dîtin
09:06 Di atolyeyên ‘Bi jinên azad re ber bi civaka demokratîk ve’ avakirin tê nîqaşkirin
09:05 Bû 9 sal li cenazeyê keça xwe digere: Bila êdî dilê tu kesên din neşewite
09:04 Bersûc qebûl kir ku îstîsmara zayendî li zarokan kiriye, dadgehê ew serbest berda!
09:02 Endamê Komîsyona Edaletê Duşunmez: Nabe ku Ocalan girtî bimîne
09:00 ROJEVA 30’Ê GULANA 2025’AN
29/05/2025
16:32 Di Konferansa Parlamenterên Jin ên Kurd de biryara ‘avakirina torên rêxistinbûnê’ hat dayin
16:14 10’emîn Pakêta Darazê pêşkeşî Meclisê hate kirin
15:46 Yuksek Ozturk piştî 30 salan hate berdan
15:35 Ji bo Hamît Geylanî li Enqereyê bîranîn hat lidarxistin
15:13 Li pêşiya edliyeyê bang kirin: Girtîgehên bi ‘tîpa bîrê’ bigirin
14:39 Dayika Aştiyê Zekiye Ayhan hate definkirin
14:22 Erdogan ji bo pirsa têkildarî ‘namzetiyê’ got: Em guh bidin dengê gel
14:07 Rêveberên Baroya Stenbolê tev li danişînê nebûn
14:01 Abdulsamet Turan tehliye bû
13:54 Çakmakçi ku 2 jin qetil kiribû li ser sînor hate girtin
13:46 Daxwaza girtina Mûsa Orhan hate redkirin
13:04 KNK’ê di encamnameya xwe de bal kişand ser ‘pêvajoyê’
12:35 Malbata Îpek Erê gefên Mûsa Orhan vegotin: Li pişt min dewlet heye!
12:12 Kalkan: Pirsgirêka Kurdan a baweriyê heye, pêvajo bi gavên yekalî nameşe
11:36 Tanhan ku çû serdana girtiyê nexweş Nebîoglû: Divê tavilê bê berdan
10:50 Rojnameger Yelda Çîçek beraet bû
10:44 Konferansa Parlamenterên Jin ên Kurd di roja 2’yan de didome
10:23 Danişîna Mûsa Orhan dest pê kir
10:17 Li 2 rojnamegeran doz hate vekirin
10:00 Gel diparêze nêçîrvan qetil dikin
09:35 Li Dêrsimê bi ser malan de hate girtin
09:25 Deşta Mûşê bi alaleyan xemilî
09:10 Abdullah Ocalan: Destûra Bingehîn a 1921'ê dikare esas bê girtin
09:08 Serokê SOLDEP'ê Aydin: Wezîfeya sosyalîstan birêxistinkirina têkoşînê ye
09:07 Divê jin di her mijarê de tev li pêvajoyê bibin
09:05 Tê payîn ku sibê di doza Narîn Guran de biryar bê dayîn
09:03 ' Em ê biçin cihên ku gel pirtûkên Kurdî peyda nake'
09:01 ‘Kaytan digot ger ez li dijî partî û Rêbertî derkevim, ez ê xwe tune bikim'
09:00 ROJEVA 29’Ê GULANA 2025’AN
28/05/2025
21:01 Li Îdirê 2 jin hatin qetilkirin
20:56 Dayika Aştiyê Zekiye Ayhan wefat kir
20:51 DEM Partiyê piştî hevdîtina bi AKP’ê re daxuyanî da
20:36 Piştî hevdîtina DEM Partî û AKP’ê daxuyanî hat dayin
20:28 Parlamentoya Kurdistanê: Jinan jiyana xwe ji bo azadiyê feda kirin
20:18 Li Wanê Tûrnavaya Futbolê ya Sirri Sureyya Onder hat destpêkirin
19:20 Roja ewil a Konferansa Parlamenterên Jin ên Kurd bi dawî bû
17:09 Ji bo 8 kesên ji lêpirsîna HDK’ê hatibûn girtin biryara tehliyeyê hat dayin
16:43 Ji bo Hamît Geylanî li Enqereyê şîn hate danîn
16:37 Parlamenterên jin: Yekitî hêmaya sereke ya pêvajoya çareseriyê ye
16:26 'Komkujiya Roboskê ezmûna jidilbûna pêvajoyê ye’
15:58 Banga ‘binpêkirinên li Girtîgeha Şakranê bi dawî bikin’ hate kirin
15:37 Fîlozofan piştgirî dan banga Abdullah Ocalan
15:33 Li Edeneyê çalakiya ‘Ji girtiyên nexweş re azadî’ hat lidarxistin
15:16 Hevdîtina DEM Partî û AKP’ê dest pê kir
15:11 Li Erdîşê Komeleya Dayikên Aştiyê hate vekirin
14:36 Nûman Kurtulmuş: Êdî peywir dikeve ser milê Meclisê
14:24 Malbata Mîgdat Erkek ji bo dîtina hestiyên kurê xwe serî li ÎHD’ê da
13:58 Konferansa Parlamenterên Jin ên Kurd: Em peyama Abdullah Ocalan esas digirin
12:41 Leyla Guven: Em bibin pêşengên jiyaneke nû
12:19 DEM Partî: Bila Şertê Xweserbûna Rêveberiyên Herêmî bê naskirin
12:14 Jina ku çawişê pispor bi wesayîtê lê xistî jiyana xwe ji dest da
12:13 Komeleyên Elewiyan: Em amade ne di pêvajoyê de berpirsyartiyê li xwe bigirin
12:12 Ji karsazan daxuyaniya ‘pêvajoyê’: Em amade ne berpirsyartiyê li xwe bigirin
11:43 Siyasetmedar Hamît Geylanî jiyana xwe ji dest da
11:21 CPJ: 173 jê Filistînî 181 rojnameger hatin qetilkirin
11:13 Zimanzan Farqînî: Dema her kes bi zimanê dayikê perwerde bû wê demê dikare qala biratiyê were kirin
10:32 Hevseroka GABB’ê: Ji bo civaka demokratîk divê meclis veguherin komunan
10:20 Li Amedê ‘Konferansa Parlamenterên Jin ên Kurd’: Dê yekitiya neteweyî teqez pêk bê
09:24 Fatma Bostan Unsal: Ji bo peymana civakî ya nû divê destûra bingehîn biguhere
09:17 Jinan ji ber ‘Sala Malbatê’ bertek nîşanî Erdogan dan
09:14 Di doza Temel de biryara beraetê betal bû: Danişîna ewil di 30’ê Gulanê de ye
09:07 Li Girtîgeha Dumluyê binpêkirina mafan zêde bûn
09:00 ROJEVA 28’Ê GULANA 2025’AN
27/05/2025
16:47 Erdogan ji bo destûra bingehîn a nû 10 hiqûqnas peywirdar kir