Ji Botanê bang kirin: Deriyên Îmraliyê vekin

  • rojane
  • 17:34 8 Mijdar 2024
  • |
img

ŞIRNEX - Parlamentera DEM Partî ya Amedê Adalet Kayayê li Silopiyayê di daxuyaniya li dijî tayînkirina qeyûman de axivî û diyar kir ku navnîşana aştiyeke birûmet Îmraliyê ye û got: "Em ji vir bang dikin, soza xwe bi cih bînin û tecrîda li ser birêz Abdullah Ocalan rakin."

Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Parti) a Şirnexê, tayînkirina qeyûman li şaredariyên Mêrdîn, Êlih û Xelfetiyê li navçeya Silopiyayê protesto kirin. Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Bedran Ozturk, Parlamentera Amedê ya DEM Partî Adalet Kaya, Parlamenterên Şirnexê Newroz Uysal Aslan û Mehmet Zekî Îrmez, Hevşaredarên Silopiyayê, saziyên sivîl û gelek kes ji Şaredariya Silopiyayê heta avahiya Rêxistina Navçeya DEM Partiyê meşiyan. Girseyê pankarta "Rejîma qeyûm darbeya li dijî vîna gel e" vekirin û bi dirûşmeyên "Qeyûm wê biçin em ê werin", "Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin", "Zext nikarin paşta gavê ji me bidin avetin" berz kirin û heta ber avahiya DEM Partî ya navçeyê meşiyan. 
 
Girseya ku li ber avahiya DEM Partî ya navçeyê kom bû, bi dirûşmeyên, "Bijî berxwedana gelê kurd", "Berxwedan jiyanê", "Qeyûm wê hesap bidin gel", "Jin jiyan azadî" birêzkirin û bertek nîşanî tayin kirina qeyûman dan. Li vir Parlamentera Amedê ya DEM Partî Adalet Kaya axivî û bi lêv kir ku polîtikayên qeyûm yek jî li dijî destkêftiyên jinan e û wiha axivî: "Em nahêlin ku destkêftiyên me desteser bikin. Niha parlamenterên AKP'ê serdana wezaretê dikin û dixwazin şeredarî bên desteser kirin. Hemû şeredariyên me di nav deyn de hiştin. Niha jî pariyê dawî dixwazin. Çavê wan têr nebûye. Em li dilê berxwedanê li Botanê bang dikin, weke gelê Kurd, me tu carî serî li ber van polîtîkayan natewînin. Me li dijî van polîtikayan bajarên xwe terk nekirin û em nakin. Em şeredariyên xwe jî van diz û waliyên metînger re nahelin."
 
'NAVNÎŞANA AŞTIYEKE BIRÛMET ÎMRALI YE'
 
Kaya destnîşan kir ku navnîşana aştiyeke bi rûmet rakirina tecrîda li ser Rêberê PKKê Abdullah Ocalan e û wiha got:"Ji aliyekî ve dibêjin çareserî ji aliyê din ve jî qeyûman tayin dikin. Em li vir careke din bang dikin, li ser soza xwe bisekinin û demildest dawî li tecrîda li ser birêz Abdullah Ocalan bînin. Navnîşana aştiyeke bi rûmet Îmraliye. Çareseriya pirsgirêkên Tirkiye û Rojhilata Navîn ew ê ku deriyên Îmraliyê vêbibin û birêz Abdullah Ocalan û hemû girtiyên siyasî serbest bên berdan. Daxwazên me diyar in. Em dibêjin statû û ziman û nasnameya me bila di mekazagonê de bê mîsoger kirin. Em dev ji daxwaza azadî, wekhevî û biratiyê bernadin."
 
'QEYÛM NE REWA NE'
 
Piştrê jî Hevserokê KCD'ê Bedran Ozturk axivî û anî ziman ku bi 3'ê caran tayinkirina qeyûman vîna gelê kurd tune hatiye hesibandin û ev tişt gotin: " We sindoq danîne wê demê rêzê li vîna ku sindoqan de derketiye bigirin.Heke li welatekî Devlet Bahçelî bibe hiqûq û Tayip Erdogan bibe qanûn ew welat piştrast nabe. Ji ber polîtikayên van ên yekperest û faşist qirîzeke aborî heye û welatî di nava birçîbûnê de ne. Yên ku ji DAÎŞ'ê re dixwastin bibin ciran cirantiya kurdan û vîna kurdan qebûl nakin. Sepana qeyûm ne rewa ye. Bila bizanibin newiyên Şêx Saîd û Seyit Riza edî ji pêlîstikên wan jî naxapin û li hemberî wan serî natewînin. Ew têkoşîn wê bigehejê encamê û serkêftin wê ya gelê kurd û gelen Tirkiyeyê bibe."
 
Daxuyanî bi çepik û dirûşmeyan bi dawî bû. 
 

Sernavên din

21/12/2024
10:15 Rêxistinên çapemeniyê: Hedefgirtina rojnamevanan sûcê şer e
09:19 Malpera înternetê ya Yenî Yaşamê hat astengkirin
09:15 Navenda Şerê Cîhanê ya 3’emîn: Rojhilata Navîn
09:13 Ji Kongreya DYA'yê amadekariya sepandina mueyîdeyan li ser Tirkiyeyê
09:03 Tirkiyeyê di 5 salan de 13 rojnamevan qetil kirin
09:00 ROJEVA 21'Ê KANÛNA 2024'AN
20/12/2024
21:49 Ber bi sînorê Kobanê ve veguhastina tanqan
21:25 Kesên li Wanê hatin binçavkirin hatin berdan
20:07 IFJ: Bila berpirsên êrişa li dijî rojnamevanan hesab bidin
16:34 Şêx Murşîd El-Xeznewî: Divê Kurd bi yekdeng biçin Şamê
15:37 Doza ji ber protestokirina çekên kîmyewî hatibû vekirin hat taloqkirin
15:13 Israra Nazim a ji bo heqîqetê
15:10 PEN Internationalê bertek nîşanî qetilkirina rojnamegeran da
14:44 Polîsan erişî daxuyaniya li Wanê kirin: 10 jê rojnameger herî kêm 39 kes hatin binçavkirin
14:30 Nobeta ser sînor di roja 8’an de ye: Statûya Rojava nas bikin
14:18 Li ser sînorê Qamişloyê çalakiya nobetê: Çapemenî rûmeta me ye
13:53 CFWIJ: Hedefgirtina rojnamegeran sûcê şer e
13:43 DEM Partî: Em qetilkirina rojnamegeran lanet dikin
13:39 Malbata Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kir
13:38 Bakirhan: Li Rojava bi SÎHA’yan hûn nikarin meseleyê çareser bikin
13:06 Qetilkirina rojnamegeran hate protestokirin: Em ê pênûsa wan li erdê nehêlin
12:56 Banga îstîfayê li hevşaredara hatibû îxrackirin, kirin
12:41 Bertek nîşanî qetilkirina rojnamegeran dan: Kes nikare pênûsa heqîqetê bêdeng bike
11:56 Li Qamişloyê bang kirin: Dê têkoşîna Nazim û Cîhanê li erdê nemîne
11:45 Parlamenterên Swîsreyî ji bo Rojava bang kirin: Bikevin nava tevgerê
11:39 Êrişên ser Çapemeniya Azad di rojeva Meclisê de ne: Dê heqîqet bêdeng nebe
11:13 ‘Dê nekarin rastiyan bêdeng bikin’
11:08 Meşvanên ‘Çareserî û Azadiyê’ bang li Meclisê kirin: Berpirsyartiyê li xwe bigirin
11:05 Di kadraja Daştan de her tim têkoşîna gel hebû
10:08 DFG'ê qetilkirina rojnamegeran şermezar kir
09:59 Cîhan Bîlgîn ‘pêvajoyên dîrokî’ kişand û nivîsand
09:20 AYM'ê biryar da ku mafê darizandina adilane ya Bozan Karayilan hatiye binpêkirin
09:20 Li Botanê piştî 8 salan yekem şanoya Kurdî
09:05 2024: Di Şerê Cîhanê yê Sêyemîn de qonaxeke nû dest pê kir
09:03 Îdiaya li midûriyeta polîsan îşkence: Midûr derb kir, amîr tomar kir
09:02 Li Dêrsimê xetereya mayinan
09:00 ROJEVA 20'Ê KANÛNA 2024'AN
08:40 Rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn hatin qetilkirin
19/12/2024
22:09 Piştgiriya ji bo daxwaza 'Bagawazên Aştiyê' didome
22:04 QSD: Operasyona paqijkirinê ya li Meidanê bi dawî bû
21:55 Hunermend li sînorê Qaişloyê daxuyanî dan: Em ê li hemberî êrişan rabin
20:02 Tirkiyeyê gundê Kobanê bombebaran kir
16:35 'Kurdên niha û sedsal berê ne wekî hev in'
16:16 Salvegera Komkujiya 19’ê Kanûnê: Tecrîd giran bû, binpêkirin zêde bûn
16:04 Tehliyeya Taşli ku 30 sal in girtî ye ji bo salekê hate taloqkirin
15:47 HSD’ê ji bo Kobanê bang kir
15:27 Ji Îzmîrê piştgiriya ji bo banga çareseriyê ya rewşenbîran
15:07 Parêzeran ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
15:07 Dayika Taybet Înan hat bibîranîn: Dê kujer hesabê bidin
14:50 'Bi tunehesibandina Kurdan re hûn ê aştiya navxweyî çawa pêk bînin?’
14:11 DEM Partiyê girtiyên hatibûn qetilkirin bi bîr anî
13:24 Hevşaredara Hezexê ji DEM Partiyê hate îxrackirin
13:06 Sakik ji Fîdan re got: Divê hûn ji wir derkevin
12:16 Meşvanên ‘Çareseriya Demokratîk û Azadiyê’ ji bo Enqereyê bang kirin
12:04 ‘Ji bo birêz Ocalan bikare rola xwe bilîze divê bingeh were amadekirin’
11:46 Nehiştin Oncu yê 30 sal in girtî ye beşdarî merasîma cenazeyê dayika xwe bibe
11:34 Berdevka DEM Partiyê: Dema guncav nîşaneya keyfiyetê ye, divê rêya ber bi Ocalan ve were vekirin
11:23 Serokê Giştî yê EMEP’ê: Divê rêxistinên sosyalîst Tirkiyeyê neçarî aştiyê bikin
11:11 Welatiyên li ser sînor nobetê digirin: Rêya azadiyê ji Rojava derbas dibe
10:29 Dogu Ergîl: Tirkiye mecbûr e rêveberiya xweser a li Sûriyeyê qebûl bike
09:31 Amed di nava mijê de ma
09:26 'Em banga parastina destkeftiyên jinan li her kesî dikin’
09:22 Rojnamevan Cîhan Bîlgîn:Turbe hincet e, armanc dagirkerî ye
09:19 Girtî Gokalp ji Girtîgeha Dûmlûyê bang kir: Dengê me bibihîsin!
09:04 Berdevkê YPG'ê Siyamend Elî: Em yekane hêz in ku bi destê gel hatine avakirin
09:03 'Nepêkanîna mafê hêviyê li dijî qedexeya îşkenceyê ye'
09:00 ROJEVA 19'Ê KANÛNA 2024'AN
08:54 Dewleta tirk û komên paramîlîter êrişî Qereqozaqê kirin
18/12/2024
18:08 Li Cizîrê 2 kes hatin girtin
17:52 Ji jinan ji bo Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xeleka jiyanê
16:26 HSD: Dewleta tirk agirbest binpê kir û êriş dike
16:18 Ji Erdogan xeyalên dagirkeriyê: Dive asoya me bi 782 hezar km’an bisînor nebe
15:48 Halîde Turkoglû: Çeteyên SMO’yê sûcên li dijî mirovahiyê dikin
15:40 Li ser sînor bang kirin: Heke hûn çareseriyê bixwazin wê demê deriyên Îmraliyê vekin
15:35 32 rêxistinên civaka sivîl ên Spanyayê li dijî êrişên ser Rojava banga lezgîn kirin
15:34 Dewleta tirk û komên paramîlîter êrişî Tişrînê dikin
14:54 Xelkê Silopiyayê li dijî êrişan meşiya: Rojava rûmeta me ye
14:23 Li gorî wezaretê şanoya Kurdî ‘ewlehiya cemaweriyê’ xerab dike!
13:42 Dadgehê ji parêzeran re got: Kurro hûn çi diaxivin!
13:17 Kesên li Parîsê hatin qetilkirin dê bi girseyî bên bibîranîn
13:01 Meşa ‘azadiyê’ li Dîlokê ye: Şertê ewil ê çareseriyê azadiya Ocalan e
11:41 Bû 23 roj hêj jî wezaretê ji bo Îmraliyê ‘dema guncav’ diyar nekiriye
09:54 Xelkê Agiriyê ji şaredariya xwe razî ye
09:52 'Heke hûn dixwazin bi hev re bijîn modela Rojava esas bigirin'
09:20 Şandeya kesên pispor ji ber HES’ê li Geliyê Zorê keşf kir
09:08 Faîlên Taybet Înanê ev 9 sal in hêj nehatine girtin
09:01 'Rojava ji bo jinan û gelan hêvî ye'
09:01 Banga yekitiyê li 4 parçeyên Kurdistanê kirin
09:00 30 sal in manşeta 'Bila mirovahî fedî bike!' ya ji bo kurê xwe vedişêre
09:00 ROJEVA 18’Ê KANÛNA 2024’AN
17/12/2024
21:43 Li navçeyên Rihayê hevdîtinên azadiyê
21:35 Nobeda li sînorê Qamişliyê: Çareserî li Îmraliyê ye
16:03 Li Êlihê li dijî qeyûm berxwedan didome: Em serî natewînin
15:42 Ji damezirînerên ÎHD’ê Husnu Ondul wefat kir
15:17 BES-AR: Sînorê xizaniyê nêzî 80 hezar lîreyan bû
15:10 Dewleta tirk gundên Girê Spî bombebaran kir
14:56 Ji girtiyan re qertên piştevaniyê şandin
14:48 Jiyan Ateş a 8 caran tehliyeya wê hatibû taloqkirin hate berdan
14:43 Dayikên Aştiyê li dijî êrişan banga yekitiyê kirin
14:01 Nobeta li ser sînor di roja 5’an de didome