NAVENDA NÛÇEYAN - DEM Partî lez dan xebatên xwe yên hilbijartinê. Eleqeya welatiyan a ji bo DEM Partiyê, xebatên hilbijartinê veguherand şahiyê.
Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), xebatên xwe yên ji bo hilbijartina 31'ê Adarê didomîne.
ELKÊ
Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) bi nêzbûna hilbijartinê re li navçeya Elkê ya Şirnexê lez da xebatên xwe. Namzetên hevşaredariyê yên Elkê Beybûn Aslan û Agît Yîgît û partiyî îro li taxên Alî Çavuş, Karşiyaka û Elkîyê çûn serdana malbatan.
Partiyî piştre jî li gundê Segermavê bi şêniyan re civiyan.
Di serdanan de welatî têkildarî hilbijartinê hatin agahdarkirin û banga xwedîderketina li sindoqan hate kirin.
AMED
DEM Partî li Sûrê serdana dikandaran kir. Hevserokên DEM Partiyê yên Amedê Pinar Sakık Tekîn û Abbas Şahîn, parlamenter Serhat Eren, namzetên hevşaredariyê yên Sûr û Rezanê û gelek kes beşdarî serdanê bûn.
Girseya ku ji Rêxistina Navçeya Sûrê heta buroya hilbijartinê meşiya, gelek caran bênavber dirûşmeyên "Jin, jiyan, azadî", "DEM Partî rûmeta me ye", "Bijî berxwedana zindanan" berz kir. Girseya ku di tevahiya meşê de dest ji tilîlî û çepikan berneda, ji aliyê gel ve bi eleqeyeke mezin hat pêşwazîkirin.
Namzetên hevşaredariyê û şandeya bi wan re pusûleyên hilbijartinê û broşurên DEM Partiyê belav kirin. Piştre girse gihaşt buroya hilbijartinê û li vir bi erbaneyan hat pêşwazîkirin. Li vir jî girseya gel li ber stranên û erbaneyê govend gerand.
RIHA
Namzetên Hevşaredariyê yên DEM Partiyê Rahşan Yazar û Ûgûr Kahraman ên Serêkaniyê serdana dikandaran û malan kirin û piştre xebatên xwe yên hilbijartinê li gundan berdewam kirin. Namzetên ku li gundê Xirbesûfê ji aliyê welatiyan ve bi coş hatin pêşwazîkirin, mal bi mal geriyan. Di serdanê de yek ji malbatên qelebalix ên gund ragihand ku ew tev li DEM Partiyê bûne.
Namzetên hevşaredariyê yên Pirsûsê jî piştî serdana Bazara Heywanan li Taxa Sarayaltî û Dîkîliyê dikandaran ziyaret kirin. Namzetên ku li gel rêveberên navçeyê yên DEM Partiyê û komeke qelebalix a xebatê ya ji dilxwazan pêkhatî geriya, bi coş hatin pêşwazîkirin. Li standa ku li navenda navçeyê hat vekirin, belavok û posterên DEM Partiyê hatin belavkirin.
Namzeta Hevşaredariyê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Rihayê Gulşen Ozer li navçeya Eyyubiyeyê beşdarî xebatan bû. Ozer tevî namzetên şaredariyê Adalet Erîş û Halîl Akbaş, li gundên Tûmpa û Kaplanê bi welatiyan re hatin cem hev. Gelek welatiyên li gund diyar kirin ku ew li benda şaredarîvaniya DEM Partiyê ne.
Namzetê Hevşaredariyê yê Şaredariya Bajarê Mezin a Rihayê Celalettîn Erkmen jî piştgirî da xebatên li navçeya Karakopruyê. Namzet tevî komeke qelebalix çûn serdana Odeya Dermansazan û ji vir jî çûn Sîteya Tomerîfiroşan.
Her wiha li ber navenda karsaziyê ya Ahmet Bahçivan stand hat vekirin û li vir broşur hatin belavkirin.
WAN
Rêxistina Wanê ya DEM Partiyê amadekariya mîtînga ku dê sibê li Parka Aştiyê ya Mûsa Anter bê lidarxistin, dike. Partiyê ji bo beşdariya mîtîngê bang kir û li Tûşba û Îpekyolûyê broşur belav kirin. Namzetên Hevşaredariyê yê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê Neslîhan Şedal û Abdullah Zeydan jî beşdarî xebatê bûn.
Li Beşyolûyê, Kolana Cumhûriyetê, Kolana Mereşê û gelek kolanên din ên bajêr broşur hatin belavkirin û ji bo beşdariya li mîtîngê bang hat kirin.
SÊRT
Li Sêrtê xebatên hilbijartinê bênavber didomin. Di çarçoveya xebatên hilbijartinê de Parlementerê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) yê Rihayê Omer Ocalan, piştî hevdîtina bi gel re ya navenda Sêrtê derbasî navçeya Dihê bû. Ocalan, li vir bi namzetên hevşaredariyê yên partiya xwe Evîn Ertan û Huseyîn Oktayi re serdana esnafan kir û ji bo namzetên partiya xwe piştgirî xwest. Welatiyên Dihê eleqeyeke zêde nîşanî Ocalan da û bi wî re sohbet kirin. Hevserokên DBP’ê yên Sêrtê û rêveberiya DEM Partiyê ya Dihê di şandeya Ocalan de cih girtin.
‘VÎNA GELÊ DIHÊ XURT E’
Ocalan, ewilî bi şandeya xwe re serdana esnafan kir û dû re li meydana gund bi gel re sohbet kir. Ocalan di sohbetê de bal kişand ser girîngiya DEM Partiyê û da zanîn ku partî partiya gel e. Ocalan, diyar kir ku ew rastî û heqîqeta navçeya Dihê dizanin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Giraniya vê navçeyê em dizanin. Navçe biçûk e, lê bandora wê mezin e. Li vir gelek koçberî çêbûye û gelek malbat ji ber koçberiyê barkirin e. Lê em li vir in û dixwazin bi siyaseta demokratîk hin tiştan biguherînin. Lê em neheqiya li hemberî we çawa tê meşandin. Her çi qas dek û dolabên wan hebin, lîstikên wan pirbin jî vîna gelê Dihê xurt e. Em bi vê navçeyê serbilind in, ev navçe rûmeta me ye.”
‘RÊYA ME RÊYA HEQÎQET Û RASTIYÊ YE’
Ocalan, bal kişand ser hilbijartinê û da zanîn ku heke hilbijartin li gorî pîvanên edalet û demokrasiyê heba, ev zilm li ser vî gelî nedihat meşandin. Ocalan, anî ziman ku desthilastê bi hezaran deng ji der ve anîne û dixwazin bi vîna Dihê bilîzin. Ocalan, bi domdarî wiha berdewam kir: “Lê me dizanin vê navçeyê gelek caran xwe îspat kiriye û li vîna xwe xwedî derketiye. Dê ev navçe di 31’ê adarê de jî xwedî li vîna xwe derbikeve. Heke li gorî pîvanên hiqûqê be em hene, heke li gor hiqûqa îslamê jî be em hene û ji bo edaletê jî em hene. Lê çaveke din li miletê me dinêrin. Rêya me rêya heqîqet û rastiyê ye. Edalet, demokrasî û wekhevî ji bo hemû gelan pêwîst e. Ji bo tirkan, ereban, eceman hwd. Ti gel ji gelê kurd mezintir nîne û biçûktir jî nîne. Mafê gelê tirk çibe, bila mafê me jî ew be, ne gavek li pêş, ne jî gavek li paş.”
‘RÊBERÊ VÎ GELÎ HEYE Û DEWLETÊ JÎ QEBÛL KIRIYE’
Ocalan, anî ziman ku rastî û heqîqet di rêya çareseriyê de ye û çareserî jî li gor pîvana edalet û demokrasiyê li hev hatin e. Ocalan, diyar kir ku li hev hatin bi aştiyeke birûmet çêdibe û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Aştiyeke birûmet jî bi muxatabekî çêdibe. Heke tu muxatabê vî navçeyê, vî erdnîgariyê bi salan di bin tecrîdê de bigirî nayê qebûl kirin. Gelê kurd dibêje aştiyeke birûmet, ev jî bi siyaseta demokratîk pêkan e. Rêberê vî miletî heye û dewletê jî qebûl kiriye. Di navbeta salên 2013 û 2015’an de hevdîtin bi rêzdar Ocalan re hatiye kirin û aştiyek pêkhatibû. Her wiha ji bo hilbijartinê 3 roj aman. Hemû hêzên dewletê, hemû saziyên dewletê partiyek bi kar tîne. Lê hêza me xurttir e û hêza me hêza gel e, vîna gelê me ye. Lewma me jî xwest vê navçeya navê wê mezin, zarokên wê Egît silav bikin.”
‘ELEQEYA WAN BI ÎSLAMÊ RE NÎN E’
Ocalan, piştî Dihê derbasî navçeya Misircê bû û li vir bi girseyî hat pêşwazîkirin. Ocalan bi girseyê re heta ber buroya hilbijatinê ya partiya xwe bi dirûşmeyên “Misirc bi we serbilind e”, “em ê bi berxwedanê serbikevin” û “bijî berxwedana zîndanan” meşiya. Ocalan, li vir axaftinek kurt kir û wiha got: “Gelê Misircê di her şert û mercên dijwar de jî rola xwe lîstiye û li vîna xwe xwedî derketiye. Gelê kurd erdnîgariya ti kesî dagir nekiriye, li ser zimanê ti gelan bişaftin pêk neaniye û zilm li ti kesî nekiriye. Lê ev sed sal in li ser zimanê me, çanda me zilm heye, heqaret heye. Li dijî vê yekê em tekoşîna xwe dimeşînin. Kesên xwe misilman dihesibînin, zilmê li kurdan dikin, lê eleqeya wan bi ola îslamê re nîne. Eleqeya kesên ku vîna vî gelî desteser dike, zarokên vî gelî diavêje zîndan û li ser Rêberê vî gelî polîtîkayên tecrîdê dimeşînin, bi edaletê, bi rastiyê û bi îslamiyetê re nîne.”
Piştî axaftinê Ocalan di buroya hilbijartinê de li gel Misirciyan sohbet kir û ciwanan jî li der ve govend gerandin. Piştî sohbet û govendê bernameya Ocalan a Sêrtê bi dawî bû.