ŞIRNEX - Gelek nivîskar û akademîsyen jî di nav de bi giştî 516 kes û saziyan li navçeya Cizîr a Şirnexê bi daxuyaniyekê piştgiriya xwe ya bi DEM Partiyê re ragihandin.
Ji bo hilbijartinên rêveberiyên herêmî yên 31’ê Adarê demekî kin ma. Di demekî wiha de nivîskar, akademîsyen û rojnameger jî di nav de bi sedan kes û saziyan bi mebesta piştevaniya bi Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) re li ber Medreseya Sor a navçeya Cizîr a Şirnexê daxuyanî dan. Daxuyanî li ser navê Înîsiyatîfa Nivîskar, helbestkar, akademîsyen, hunermend û rojnamegerên kurd û Saziyên Çand û Ziman hate dayîn. Li gel Hevberdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan, gelek nivîskar, rewşenbîr, rojnameger, helbestvan û şanoger jî tev li bûn.
Kesên ku li taxa Dîcleyê hatin gel hev, heta pêşiya Medreseya Sor meşiyan. Di rê de dirûşmên “Bijî zimanê kurdî” hate berzkirin. Di daxuyaniyê de dovîzên “Ez ê bi kurdî bijîm”, “Ez kurd im û perverdehiya bi kurdî dixwazim” û “Ez kurd a perwerdeyîya bi Kurdî wazena” hati hilgirtin.
DAXUYANIYA BI DU ZARAVAYAN
Nivîskar Jîn Aryen daxuyaniya bi zaravayê kurmancî xwend. Akademîsyen Îsmet Konak jî beşa bi kirmanckî xwend.
Daxuyanî wiha ye:
“Hezar hezar sal û zeman
Hatin borîn çiyayên me man
Hezar hezar av û tofan
Kişiyan û çûn warê me man
Kurdistan war û welatekî herî dîrokî yê mirovahiyê ye. Neteweya kurd neteweyeke herî dîrokî û qedîm a mirovahiyê ye. Zimanê kurdî, çand û nasnameya kurdîtiyê nirxên bingehîn ên kurdan û mirovahiyê ne ku ji gelek ziman û çandan re bûne jêderk û çavkanî.
Sed mixabin, di gelek dem û dewranên dîrokê de, ji ber gelek sedemên cuda hêzên serdest ên biyanî êrişên gelek hovane anîne ser kurdan, kurdî û Kurdistanê. Xwestine ku wan ji holê rakin. Lê ji ber qedîmbûn, xwemalbûn, resenbûn û xweserbûna kurdan û ji ber têkoşîna gelê kurd a heta niha ev daxwaza wan pêk nehatiye.
TÊKOŞÎNA 50 SALÊN DAWÎ KURD JI NÛ VE VEJAND
Bi taybetî jî têkoşîna gelê kurd a van 50 salên dawiyê kurd ji nû ve vejandine, nehiştiye ku zimanê kurdî, çand, nasname û nirxên kurdîtiyê ji holê rabin. Neteweya kurd bi dehan salan e ji bo rizgarî û azadiya ziman, çand, nasname û hemû nirxên xwe yên neteweyî û civakî li her qadê bêwest û rawest, bi gernasî, lehengî û canbexşane û bi berdêlên mezin têkoşîneke bêhempa dimeşîne.
Qadeke vê têkoşînê jî qada siyasî û rêvebiriyên xwecihî ne. Hilbijartina xwecihî ya li bakurê Kurdistan û li Tirkiyeyê di 31ê adara 2024an de ye. Partiyeke ku dê li Kurdistanê û gelek cihên din bikeve hilbijartinê DEM Parti ye.
DIVÊ XEBATÊN ÇAND Û ZIMAN BÊHTIR BÊN MEZINKIRIN
Li bakurê Kurdistanê, DEM Partî ji bo azadiya neteweya kurd, ji bo parastin û pêşvebirina ziman, çand, nasname û nirxên kurdî di nava hewldan û têkoşîneke şênber de ye. Bîr, bawerî, biryardarî, têkoşîn, hewldan û xebatên wê yên di vê mijarê de ji hemû deman zêdetir, xurtir û şênbertir in. Vê yekê, bi pêngavên di pêşengiya lijneya xwe ya ziman û çandê, helwest, sekin, beyan, daxuyanî û xebatên xwe yên giştî radixe ber çavan. Helbet ji ber pişaftina kûr, dorfireh û dijwar a li ser kurdan, divê têkoşîn û xebatên zimanê kurdî, çand û nasnameya kurdîtiyê li her qadê hêj zêdetir, berfirehtir û encamgirtir bin.
DIVÊ DEM PARTÎ XALÊN DANEZANA XWE BI CIH BÎNE
DEM Partiyê bi riya namzedên xwe yên şaredariyê û birêveberên xwe yên xwecihî stratejî û polîtîkaya xwe ya derbarê zimanê kurdî û çanda kurdîtiyê de, bi awayekî şênber, zelal û berfireh bi danezaneke anku bi deklarasyoneke bingehîn a têr û tijî, 12’ê adara 2024’an, li ber gora mamosteyê mezin Ehmedê Xanî, bi raya giştî re parve kir. Di danezana xwe de bi taybetî diyar kir ku ziman, çand û nirxên kurdî xetên wan ên sor in û soz dan ku dê bi awayekî domdar û şênber her dem û li her derê ji bo wan nirxan têbikoşin, kar û xebatan bimeşînin. Xalên ku di vê danezanê de cih digirin ji bo zimanê kurdî, çand û nasnameya kurdîtiyê gelek girîng in.
Encama hilbijartinê çi be bila bibe, divê DEM Partî wek ku di danezana xwe de jî destnîşan kiribû, ji niha û pê ve hem wek partî, hem jî hemû şaredarî, hem di nava xwe de, hem jî di nava gel de, bi awayekî stratejîk, birêkûpêk, şênber û domdar ji bo zimanê kurdî, çanda kurdîtî û hemû nirxên neteweya kurd, di asta herî jor de têbikoşe, kar û xebatên bingehîn, encamgir û mayînde bimeşîne. Wek ku di danezanê de jî bi taybetî hatibû diyarkirin ku ev yek berî her tiştî peywir û berpirsiya sereke ya DEM Partiyê, şaredarî û birêveberiyên xwecihî yên DEM Partiyê ne û divê her dem, li her derê û di her şert û mercan de di asta herî jor de bê bicihanîn. Ev wek hemû kurdên azadîxwaz hêvî, bendewarî û daxwaza me jî ya bingehîn e.
KURD Û KURDISTAN BÊYÎ KURDÎ, ÇAND Û NASNAME NABIN
Divê neyê jibîrkirin ku bi milyonan kurdên azadîxwaz ji bo ziman, çand, nasname û nirxên din ên neteweya kurd piştgiriyê didin DEM Partiyê. Û divê baş bê zanîn ku kurd û Kurdistan bêyî kurdî, çand, nasname û nirxên kurdîtiyê azad nabin. Berovajî, zimanê kurdî, çand, nasname û nirxên kurdîtiyê çiqas ji holê rabin kurd û Kurdistan jî ewqas ji holê radibin.
Ji ber vê; em bi taybetî diyar dikin ku, divê ew xalên ji bo zimanê kurdî, çand, nasname û nirxên kurdîtiyê ên ku di danezana stratejik a namzedên şaredariyên Partiya DEMê de hatine diyarkirin wek peywir û berpirsiya sereke bên bicihanîn; ji bo bicihanîna wan çi pêwîst be di asta herî jor bê kirin. Jixwe wan bi xwe jî bi heman awayî soza vê yekê bi bîr, bawerî û biryardariyeke xurt dane û diyar kirine ku ew dê tu astengiyan nas nekin û ew ê bibin mîmarên ziman û çanda kurdî. Em jî dê şopdar û alîkarên pêkanîna vê yekê bin, ji bo pêkanîna wan çi ji destê me bê em ê bikin, ji her milî ve piştgiriyê bidin û di nava hevkariyeke xurt de bin.
EM PIŞTGIRIYÊ DIDIN DEM PARTIYÊ
Li ser vê bingehê, em bi sedan nivîskar, helbestkar, akademîsyen, hunermend û rojnamegerên kurd ên li bakur, başûr, rojhilat û rojavayê Kurdistanê, Ewropa, Qefqasya û li welatên din ên cîhanê ku navên wan li jêr hatine diyarkirin, di hilbijartina rêvebiriyên xwecihî û şaredariyan de, li her derê piştgiriyê didin DEM Partiyê. Herwiha ji hemû gelê kurd ê xweparêz, azadîxwaz û mirovahîperwer daxwaz dikin ku bi kar, xebat û dengên xwe piştgiriyê bidin DEM Partiyê, ji bo serketinê her dem û li her qadê têkoşînê bilind bikin.
Dem dema zimanê kurdî, çand, nasname û nirxên kurdîtiyê ye!
Ji bo ziman, çand û nasnameya kurdî û nirxên neteweya kurd her dem û li her derê têkoşîn!”
BI SIRÛDA HERNE PÊŞ MEŞIYAN
Piştî daxuyaniyê Hevberdevkê Komîsyona Ziman û Çandê ya DEM Partiyê Heval Dilbihar axivî. Dilbihar spasiya rewşenbîran kir û wiha got: “Rewşenbîr bê siyaset nabin, siyaset bêyî rewşenbîran nabe.”
Kesên tev li daxuyaniyê bûn piştre jî heta Komeleya Ziman û Çandê ya Birca Belek meşiyan. Di meşê de sirûda “ “Herne Pêş” hat xwendin.
Kesên daxuyanî îmze kirin ev in:
1- A. Avesta Aydin
2- A. Azîz Aksu
3- Abdullah Yavuz
4- Adar Jiyan
5- Adil Osman
6- Adil Qazî
7- Ahmet Çelîk
8- Amir Ferso
9- Anîsa Caferî Mêhr
10- Aram Berakat Elî
11- Aram Elî Wergêr
12- Arîf Altan
13- Arîn Zîn
14- Aryen Mendî
15- Arzu Savaş Derman
16- Asya Xerzan
17- Avjen Argeş
18- Azad Zal
19- Bahadîn Robar
20- Bengîn Demîrkaya
21- Berfo Barî
22- Bîrgul Ozgul
23- Botan Hoşê
24- Bulent Tekîn
25- Bulent Tekîn
26- Cemal Babaoglu
27- Cemal Ozçelîk
28- Ciwan Serhedyan
29- Ciwan Silo
30- Ciwan Teter
31- Cuneyd Demir
32- Çiya Mazî
33- Dîba Ermîş Keskîn
34- Dîlan Aydın
35- Dîlawerê Zengî
36- Dîlber Hêma
37- Dilbêzarê Bêkes
38- Dildar Didêrî
39- Dildar Welat
40- Dilşad Xoşnav
41- Dr. Zerdeşt Haco
42- Ebdela Qehreman
43- Ebdilcabir Hebîb
44- Ebdilmecîd Xelef
45- Ebûd Mexso
46- Ednan Dogan
47- Ehmed Huseynî
48- Elî Gurdilî
49- Elî Riza Sîpahî
50- Elîxan Loran
51- Emîn Sari
52- Enîse Çager
53- Êrfan Gîlanî
54- Evdirehman Bakir
55- Evîn Hesen
56- Evîn Tayfûr
57- Eyûb Guven
58- Ezîz ê Cewo
59- Ezîz Nemetî
60- Faruk Sakik
61- Fatêxan Taşli Tunc
62- Fatma Savci
63- Faysal Yacan
64- Faysal Dagli
65- Fehîm Işik
66- Fehmî Koç
67- Feratê Dengizî
68- Fêrgîn Melîk Aykoç
69- Fevzî Mîrhesen
70- Feysel Ozdemîr
71- Firat Can
72- Gernas Koçer
73- Gula Almastê
74- Gulçîn Şanli
75- Gulgeş Deryaspî
76- Gulistan Kanîreş
77- Guljîn Kaya
78- Hacî Ozkal
79- Halîl Dogan
80- Halîl Dogan
81- Hamdiye Bîlek
82- Hamît Babat
83- Hasan Haranî
84- Hasan Ozguneş
85- Hasbey Koksal
86- Helîm Yûsiv
87- Herdem Merwanî
88- Hesen Huseyîn Denîz
89- Heval Dilbihar
90- Hîlmî Akyol
91- Hogir Berbir
92- Îlham Bakir
93- Încî Egîd
94- Îrfan Amîda
95- Îrfan Babaoglu
96- Îrfan Yildiz
97- Jêhat Rojhilat
98- Jîn Aryen
99- Jiyar Cîhanferd
100- Kahraman Oguz
101- Kakşar Oremar
102- Kamran Simo Hêdilî
103- Kemal Necim
104- Kenan Colemêrgî
105- Kerem Canpolat
106- Keremo
107- Kevok Mizgîn
108- Kurdyar Dirêî
109- Lama Elî
110- Leyla Baxatir
111- Leyla Şêr
112- Leylana Sidiq
113- M. Sadik Varli
114- Mahmut Alinak
115- Mamed Mîrza
116- Masum Xemgîn
117- Mazhar Zumrut
118- Mazîçînê
119- Medenî Ferho
120- Mehdî Tanrikulu
121- Mehmet Akdogan
122- Mehmet Ava
123- Mehmet Devîren
124- Mehmet Gur
125- Mehmet Kaynak
126- Mehmet Saît Arzu
127- Mehmet Şahîn
128- Mehmet Şerîf Akbaş
129- Mehmet Veli Karadeniz
130- Mehmûd Çelebî
131- Melevan Resûl
132- Mem Mîrxan
133- Menhel Xelef
134- Merwan Şêxê
135- Messo Bedirxanî
136- Mevlut Aykoç
137- Mihemed Seydî
138- Mîrza Mihemedê Şêrwî
139- Mîrza Ronî
140- Mistoyê Hevo
141- Mordem Zal
142- Muhsîn Ozdemîr
143- Muhtullah Dag
144- Musa Şanak
145- Mustafa Bırak
146- Mustefa Doner
147- Narîman Evdikê
148- Necat Ayaz
149- Nûrcan Delîl
150- Omer Fîdan
151- Onder Karataş
152- Pirhişyar Îsmaîl
153- Qadir Egîd
154- Qahir Bateyî
155- Qendîl Amed
156- Raman Hesê
157- Ramazan Kaya
158- Ramazan Kaya
159- Rebî Zêbarî
160- Rêdûr Dîjle
161- Remezan Pîrosî
162- Rênas Xendekî
163- Rênas Jiyan
164- Reşadê Şemo
165- Rewşen Rojistanî
166- Rifat Ronî
167- Rizoyê Xerzî
168- Roj Agir
169- Ronî Stêrk
170- Roza Metîna
171- Rukiye Ozmen
172- Sabîr Ebdûlahîzad
173- Salih Marufoglu
174- Salih Newalî
175- Salîha Ayata
176- Samî Tan
177- Sebrî Vûral
178- Seîde Perdîsiyan
179- Selahedîn Çam
180- Semîra Demîrel Kut
181- Serkan Birûsk
182- Serwet Denîz
183- Seyda Ercan
184- Seyfettîn Temel
185- Seyîd Celal Nîzamî
186- Seyran Celad
187- Sîdar Jîr
188- Silêman Feqiyanî
189- Sîpan Şînda
190- Sîpan Şînda
191- Sîrwe Osman
192- Siyabend Demir
193- Siyamed Sîpan
194- Sultan Yaray
195- Şahîn Osê
196- Şexmus Aslan
197- Şîna Faîk
198- Şîndar Akinci
199- Şivan Zeren
200- Şoreş Reşî
201- Ubeydulah Zanyar
202- Wasfî Hekarî
203- Welat Dilken
204- Weysel Tirpan
205- Weysî Varlı
206- Xebat Şakir
207- Xecê Şen
208- Xembar Farqîn
209- Xoşman Qado
210- Xunav Altun
211- Yaqub Tilermenî
212- Yasemîn Elban
213- Yaşar Aksu
214- Yaşar Eroglu
215- Yunus Karakoyun
216- Zana Farqînî
217- Zerdeşt Cemal
218- Zîlan Hemo
219- Zînet Dînçer
220- Ziya Şeker
221- Zozan Gulan
222- Aram Hesen
223- Aram Hesen
224- Aras Hiso
225- Bedran Penaber
226- Beşîr Mele Newaf
227- Darwên Darî
228- Darwîn Darî
229- Dr. Kamiran Berwarî
230- Dr. Îsmet Konak
231- Dr. Dîlawer Zeraq
232- Ehmed Amûdê
233- Fîxan Hîmo
234- Haci Erdogan
235- Kerîm Elûş
236- Nebes Semed
237- Riyad Xelef
238- Salihê Heydo
239- Selîm Temo
240- Silêman Mehmûd Akademîsyen
241- Abbas Amed
242- Adar Bozaner
243- Ahmed Jiyara
244- Aleadîn Armed
245- Alî Agirê Jiyan
246- Amed Kaptal
247- Amed Qaraqoçan
248- Armanc
249- Azad Bedran
250- Azad Bedran
251- Azad Karahan
252- Bengî Agirî
253- Berbang
254- Berfîn Mamedova
255- Beser Şahîn
256- Beyan Soran
257- Binevş Roj
258- Canê
259- Celal Ekîn
260- Celîvîz Hîphop
261- Cemîl Koçgirî
262- Cewat Merwanî
263- Comerd
264- Çetîn Oraner
265- Çetîn Zîlan
266- Çopî
267- Denîz Deman
268- Denîz Terece Govendger
269- Derwîş Serhedî
270- Devrîm Demîr
271- Deza Amed
272- Dîda
273- Dîjle Daşçî
274- Dilbirîn Ezîz
275- Dilo Dogan
276- Dilovan
277- Dîno
278- Diyar Dersîm
279- Dogan Dogan
280- Ehsan Xelikan
281- Emerê Entaqî Dengbêj
282- Emine Şîlan Yuksekkaya
283- Ergîn Xelikan
284- Evîn Dulek
285- Evin Tîryaki
286- Farqîn Azad
287- Ferhat Ertaş
288- Ferman Patiyev
289- Fîgen
290- Fîrmesk Soran
291- Ganînar
292- Hekîm Sefkan
293- Hemîd Ûrmiye
294- Hesen Şerîf
295- Hîvron
296- Hozan Axîn
297- Hozan Mahrûf
298- Hozan Serwan
299- Hozan Welat
300- Huner Ayzon
301- Idrîs Bagok
302- Jala Soran
303- Jiyan Arjîn
304- Kawa
305- Kawa Urmiye
306- Kazo Dengbêj
307- Koma Hezex
308- Koma Medî
309- Koma Zelal
310- Koma Zerdeştê Kal
311- Loqman Dildar
312- Loqman Dilwar
313- Mehmet Kubîlay
314- Memozan
315- Menal
316- Mesûd Med
317- Mihemedê Beyro
318- Mihemedê Birkî
319- Mihemedê Şêxmîran
320- Mihemedê Serhedê
321- Mistefayê Botî
322- Mizgîn
323- Muslum Polat
324- Naîfê Mûnisî
325- Nanobeat
326- Narînxan
327- Neşet Goçmen
328- Nevzat Tunç
329- Nezîr Egît
330- Nuarîn
331- Nûranî Durwelat
332- Omer Baran
333- Ozan Aydin
334- Ozan Serdar
335- Paydar Perwer
336- Peywan Arjîn
337- Piya
338- Rêber Bavê Rojda
339- Rêber Serhed
340- Rênas Berbir
341- Renas Demhat
342- Rênas Pîro
343- Roj Elî
344- Ronî Erez
345- Rotînda
346- Sebriye Agirî
347- Seher Stran
348- Sena Dersim
349- Serdar Azad
350- Serhado
351- Serhat Çarnewa
352- Seyda Perînçek
353- Sidiqê Pasûrî
354- Silbûs û Tarî
355- Sîmar
356- Sîpan Xelat
357- Sosin
358- Sosin Zaman
359- Suleyman Çarnewa
360- Suleyman Rengîn
361- Sultan
362- Suna Alan
363- Şemdîn
364- Şengul Pak
365- Şerîf
366- Şerîf Omerî
367- Şêrko Kanîwar
368- Şirîn
369- Şiyar Dijwar
370- Şiyar Munzur
371- Şoreş Amedî
372- Tuncer Yalinkiliç
373- Ulaş Kelaşîn
374- Umuda haykırış
375- Ûsivê Goçxwarî
376- Xalîde
377- Xanemîr
378- Xebat Yîgît
379- Xelîl Akinci
380- Xelîl Xemgîn
381- Xemdar
382- Xemgîn Bîrhat
383- Xoşyar Pêşeng
384- Yilmaz Kurtekîn
385- Yunus Çelîk
386- Zahir Loran
387- Zarîfe Zerîn
388- Zîlan Gecîken
389- Zinar Sozdar
390- Zozan
391- Zozan Zûdem
392- Deniz Terece
393- Ersîn Çelîk
394- Gulê Welat
395- Kibar Suvari Bozkuş
396- Lisa Çalan
397- Mazlum Baran
398- Metin Bulut
399- Pîroz Gultekîn
400- Rojhilat Aksoy
401- Serap Ergîn
402- Sêvînaz Evdikê
403- Sîdar Aslan
404- Sîpan Dagdevîren
405- Yara Hesko
406- Zinar Karabaş
407- Amele
408- Berfîn Emekdar
409- Elvan Koçer
410- Ferhat Aslan
411- Nurşen Adiguzel
412- Omer Şahîn
413- Osman Îzgor
414- Ozcan Ateş
415- Remo
416- Rêzan Kaya
417- Sena Ozbey
418- Şahperî Alphan
419- Şilan Alagoz
420- Yavuz Akkuzu
421- Zeycan Ateş
422- Adar Gulan
423- Adnan Bilen
424- Aras Îbrahîm
425- Arîf Ezmanî
426- Avan Nadir
427- Avesta Lawlaw
428- Behre Omer
429- Belên Letîf
430- Berhem Hewramî
431- Berhem Letîf
432- Bêrîvan Beyar
433- Bêrîvan Şaho
434- Bêrîvan Tunç
435- Bînai Omer
436- Birwa Ebdurehman
437- Birwa Eshed
438- Dilêr Akreyî
439- Dilşad Mûrad
440- Dîren Yurtsever
441- Diyarî Fayîq
442- Dizgûn Denîz
443- Enes Mihemed
444- Evîn Ronî
445- Fahrettîn Kiliç
446- Ferhat Pekdogan
447- Ferheng Helebçeyî
448- Hakki Boltan
449- Hamza Ozkan
450- Hana Saman
451- Hawar Mihemed
452- Hêlîn Ehmed
453- Hêlîn Reşîd
454- Hêmin Mamend
455- Hêro Bahadîn
456- Hêro Elî
457- Hêvî Saleh
458- Hewjîn Şiwane
459- Hivîdar Tallî
460- Husên Dag
461- Jîna Îsmail
462- Jiyan Pîran
463- Jiyan San
464- Keser Buldan
465- Lave Kurde
466- Lîna Welî
467- Mehmet Alî Ertaş
468- Mehmet Şahîn
469- Melke Avci
470- Memed Drew?
471- Mîran Ebdulla
472- Mizgin Kara
473- Nêçîr Letîf
474- Nîhayet Ehmet
475- Niyaz H. Brahîm
476- Nupelda Deniz
477- Nûrcan Yalçin
478- Oktay Candemîr
479- Qeder Kar
480- Raz Ehmed
481- Rêber Baz
482- Rêbîn Hewramî
483- Rêz Letîf
484- Rohat Bulut
485- Ronî Riha
486- Sakar Faris
487- Salîh Sertkal
488- Serdar Altan
489- Serwer Qeredaxî
490- Sinor Rehman
491- Sirwe Tahîr
492- Şadiyar Şoreş
493- Tewar Adil
494- Tuwana Mistefa
495- Weysî Tallî
496- Xelîl Çelîk
497- Xurbet Tallî
498- Enstîtuya Amedê
499- Enstîtuya Kurdî ya Almanyayê
500- Enstîtuya Kurdî ya Brûkselê
501- Enstîtuya Kurdî ya Li Stockholmê
502- Enstîtuya Kurdî ya Swêsreyê
503- Enstîtuya Stenbolê
504- Komeleya Ankayê ya Zimanê Kurdî
505- Komeleya Arî ya Zimanê Kurdî
506- Komeleya Arsîsayê ya Zimanê Kurdî
507- Komeleya Avestayê ya Zimanê Kurdî
508- Komeleya Birca Belek ya Zimanê Kurdî û Çandê
509- Komeleya Botanê ya Zimanê Kurdî
510- Komeleya Feratê ya Zimanê Kurdî
511- Komeleya Medê ya Zimanê Kurdî
512- Komeleya Wêjekarên Kurd
513- Komeleya Zimanê Kurdî
514- Kovara Destar
515- Weşanên Aramê
516- Weşanên Aryenê