RIHA - Siyasetmedara kurd Leyla Zana di hevdîtina gel a Curnê Reş de axivî û got: “Di 31’ê adarê de xemgîn jî bibin, kêfxweş jî bibin dê kurd bi ser kevin. Dengê we ne tenê ji bo şaredariyan e, ji bo nasname û hebûna we ye.”
Siyasetmedara kurd Leyla Zana tev li hevdîtina bi gel re ya li pêşiya buroya hilbijartinê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a li Taxa Hayriye ya navçeya Sêwereg a Rihayê bû. Dayikên Aştiyê, parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a berê Çaglar Demîrel, endama Meclisa Partiyê (PM) ya DEM Partiyê Cemîle Turhalli Balsak, namzetê hevşaredariya Bajarê Mezin a Rihayê Celaleddîn Erkmen, Hevseroka DEM Partiyê ya Rihayê Sema Aîşeoglu, namzetên hevşaredariyê yên Sêweregê Yildiz Çetîner û Alî Dursak û gelek welatî tev li hevdîtinê bûn.
Leyla Zana û şandeya pê re di têketina navçeyê de bi dahol û zirneyê hatin pêşwazîkirin. Piştre şande wek konvoy derbasî pêşiya buroya hilbijartinê ya DEM Partiyê bû û li vê derê jî rastî eleqeyeke mezin hatin. Girseyê gelek caran dirûşmên “Jin, jiyan, azadî” û “Bijî Serok Apo” berz kir.
‘BÊYÎ BIRÊZ OCALAN AŞTÎ NE PÊKAN E’
Namzetên hevşaredariyê yên Sêwerêgê Yildiz Çetîner û Alî Dûrsak û Hevserokê DEM Partiyê yê Rihayê Sema Aîşeoglu gel silav kirin û Namzetê Hevşaredariya Bajarê Mezin ê Rihayê Celaleddîn Erkmen jî axaftineke kurt kir. Erkmen bal kişand tecrîda ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û wiha got: “Bêyî Ocalan aştî ne pêkan e. Em ê teqez bi ser kevin.”
‘SÊWEREG DERGÛŞA SIYASETÊ YE’
Siyasetmedara kurd Leyla Zana di hevdîtinê de gel silav kir û wiha axivî: “Ev cara ewil em bi we re bi vî awayî tên cem hev. Sêwereg dergûşa siyaset, huner û zanistê ye. Bila zarok bizanin kesayetên mezin çawa ji van axan derketine. Yek ji van Faîk Bucak e û Necmettîn Buyukkaya ye. Yilmaz Guney di sînemayê de ji me re bû mînak. Yek din Mehmed Uzun e ku di dibistanan de wêjeya kurdî daye xwendin. Em wan bi keda wan, bi hurmet û minetdarî bi bîr tînin. Hûn ên ku civak ronî kirine jî di nava ronahiyê de bin. Yek din siyasetmedar Îbrahîm Ayhan bû. Hin mirin hene ku gelek bêwext in. Xwedayê heq wî pir zû ji me stend. Bi van kedên mezin heya îro hatiye. Divê ev yek were parastin.” Di kêliyên Leyla Zana diaxivî de gelek caran dirûşma “Şehîd namirin” hat berzkirin.
Di berdewamiya axaftina xwe de Zana destnîşan kir ku ji destpêka mirovahiyê heya niha jiyan bi keda jinan hatiye honandin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Jin li aliyekê bi çandiniyê re mijûl bûne li aliyê din bi sewalkariy. Li aliyekê li zorakan nihêrtinê li aliyê din xwarin çêkiriye. Ji ber wê em dibêjin 'jin, jiyan, azadî.' Armanca me ya mezin ew e ku em jiyaneke nû ava bikin. Em dixwazin jiyaneke hemdem û nû ava bikin.”
Zana, bi domdarî bal kişand ser yekitiya neteweyî û wiha got: “Heya niha di nava xwişk û birayan de yekitî tune bû. Lê belê ev ne sûcê kurdan bû. Ji ber wê divê yekitî bi hev re were avakirin. Niha hemû partî reklamên xwe bi kurdî dikin. Xwedê ewqas qewmên cuda çêkirin ku hemû jî ji hev cuda ne. Ziman, çand û jiyanên wan cuda ne. Dibêjin pêdiviya kurdan a nasname, ziman û dîrokê nîne. Em ê dest ji rûmeta xwe bernedin. Ji kurdan re dibêjin, ‘Hûn ê wekî me tevbigerin.’ Lê belê kurd vê yekê qebûl nakin.” Zana herî dawî bang li gel kir ku li dora DEM Partiyê bibe yek.
Piştî axaftinan hevdîtin bi çepik, dirûşm û tililiyan bi dawî bû.
CURNÊ REŞ
Şandeya piştre berê xwe da Curnê Reş û di têketina navçeyê de bi dahol û zirneyê hate pêşwazîkirin. Piştre şande wek konvoy derbasî pêşiya buroya hilbijartinê ya li Curnê Reş a DEM Partiyê bû. Zana û kesên pê re di tevahiya riyê de rastî eleqeyeke mezin hatin.
Di hevdîtina gel de namzetên hevşaredariya Curnê Reş Garîp Yeşîl û Serhan Paydaş gel silav kirin. Namzetê hevşaredariya Bajarê Mezin ê Rihayê Celaleddîn Erkmen di axaftina xwe de bal kişand ser texrîbatên qeyûm û şaredariya AKP’ê. Erkmen diyar kir ku yên ku gel wek îrade nebînin dê rewa nebin û wiha got: “Em ê şaredarvaniyeke ji rêzê nakin. Em ê ji pirsgirêkên pêgirêdana madeyên hişbirê, qetlîamên jinan, birçîtî, xizanî û çandiniyê re çareseriyan bigerin.”
GIRTÎGEHA AMEDÊ Û ROJIYÊN MIRINÊ BI BÎR XIST
Piştre Leyla Zana jî gel silav kir û ev tişt gotin: “Dema ez ewil hatim Curnê Reş ez hatibûm li mala hevalê Mehmet Emîn Yavuz. Di sala 1988’an de di Girtîgeha Amedê de axaftina bi kurdî qedexe bû. Digotin ‘Tirkî biaxive pir biaxive’. Bi kurdî neqxive, berê xwe bide. Vî zimanî Xwedê da me. Em çima neaxivin? Wê demê rojiyên mirinê destpêkirin. Me jî wek jinên kurd dest bi rojiyên mirinê kirin. Wê demê Serokê Karên Hundirîn Abdulkadîr Aksu bû û serokwezîr jî Turgut Ozal bû û bi gotina wan a ‘Herkes dikare bi zimanê xwe biaxive’ û şûnde rojiyên mirinê bi dawî bûn. Piştî demek kin em pê hesiyan ku rêhevalê me Mehmet Emîn Yavuz di rojiya mirinê de jiyana xwe jidest da. Wê demê me berê xwe da Curnê Reş. Hatina min ya ewil bû. Em ê dîrokê bînin bîra xwe. Hezaran rêhevalên me di girtîgehê de ne û têkoşîneke bêhempa didomînin. Berî 40 salan tovên têkoşîna jiyaneke nû hatin avêtin û niha ew tov bûne bi milyon. Daxwaza her gelekî ya jiyana birûmet heye.”
‘JI BO NASNAME Û HEBÛNA WE’
Zana axaftina xwe wiha diyar kir ku di demên berê de jî van rojan de jî CHP ked, hest û hemû nirxên vî gelî tenê ji bo xwe dixwaze bi kar bine û wiha dirêjî da axaftina xwe: “We kesayetiyên hêja li vê derê gihandin. Yek ji van jî Celal Paydaş bû. CHP niha dibêje, ‘Gelo kurd niha çima deng nadin me?’ Di sed salan de gelê kurd zana bûn, rêxistin bûn, bûn xwedî hêz û dixwazin vê hêza xwe ji bo xwe bi kar bînin. Em ne xulamên tu kesî ne. Hûn nikarin me tune bihesibînin. Em xwedî li dengê xwe derbikevin. Ev gel bi felsefeya birêz Ocalan azad dibe. Em dixwazin azad û bi nasnameya xwe ve bijîn. Ji ber wê em ê bi dengeke mezin xwedî li aştiyê, demokrastiyê û azadiyê derbikevin. Di 31’ê adarê de ew xemgîn jî bibin, kêfxweş jî bibin em ê bi ser kevin. Dengê we ne tenê ji bo şaredariyan e, ji bo nasname û hebûna we ye.”
Piştî hevdîtina gel Zana û şandeya pê re ber bi Hewagê ve ketin rê.