Daxwaza rihayiyan a Newrozê: Azadiya Abdullah Ocalan

img
RIHA - Bi deh hezaran kes tev li Newroza Rihayê bûn û daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî hate kirin. 
 
Newroza Rihayê di 23’yê adarê de bi tevlibûna deh hezaran kesan hat lidarxistin. Li qada Newrozê daxwaza herî zêde derketî pêş, azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî bû. Em bi welatiyên di saetên zû yên serê sibehê de berê xwe dan qada Newrozê ya Stadyuma 11 Nîsanê re axivîn. Welatiyan daxwazên xwe anîn ziman. 
 
Welatiya bi navê Zîne Tutal (68) got ku bi hêviya azadiyê tev li Newrozê bûye. Tutal, got ku ew dixwazin tecrîd were rakirin û daxwaza maf, hiqûq û dadê dikin. Muhabbet Sertkaya (54) jî destnîşan kir ku ew bi baweriya mezin a azadiyê tev li Newrozê bûne û ji saetên zû yên serê sibehê ve ji Berecûkê hatine qada Newrozê. 
 
‘EM AZADIYA OCALAN Û GIRTIYÊN SIYASÎ DIXWAZIN’
 
Ji welatiyan Alî Sertkaya (59) jî da zanîn ku ji bo azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî tev li Newrozê bûne û ev tişt anî ziman: “Em dixwazin tevek azad bibin. Weke kurd û kurdistanî em ê her tim daxwaza xwe ya azadiyê biqîrin. Mazlum Dogan, Kemal Pîr û Mahîr Çayan şehîdên me ne. Ev cej, cejna hemû gelan e.” 
 
Galîp Ozturk (64) jî bi lêv kir ku ew ji bo mirovên xwe serkeftinê dixwazin. Ozturk, wiha domand: “Dixwazim girtiyên siyasî tevek bên berdan. Her ku ew li wir li ber xwe didin berxwedêriya me jî xurtir dibe. Heta ku em azad dibin dê li ber xwe bidin.” 
 
‘TEVÎ 7 NEVIYÊN XWE HATIM NEWROZÊ’
 
Ji beşdaran Naîle Kaplan (67) jî daxuyand ku ev saleke li benda roja Newrozê bûn û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji serê sibehê saet 7’an ve em li bendê bûn. Me cilên xwe yên neteweyî li xwe kirin, tevî 7 neviyên xwe em bi hev re hatin Newrozê. Di serî de birêz Abdullah Ocalan, em ji bo girtiyên siyasî hatin Newrozê. Em azadiya wan dixwazin. Em ê rojekê li vê qadê bi hev re Newrozê pîroz bikin.” 
 
‘EM DI RÊYA GIRTIYÊN SIYASÎ DE NE’
 
Yek ji welatiyên ku ji saetên zû yên serê sibehê ve ji Sêweregê bi rê ketî û hatî qada Newrozê jî Eyup Yildiz e. Yildiz, got ku Newroz ji bo wan dawet û dîrok e. Yildiz, anî ziman ku polîsan ji bo ew nekevin hundir gelek hincet nîşan dane û axaftina xwe wiha qedand: “Lê em her sal li benda Newrozê ne. Em ê 3-4 saetan bisekinin qet xem nîne. Ez berxwedana girtiyên siyasî silav dikim. Em ê di rêya wan de bimeşin. Bila dewlet vê baş bizane. Daxwazên wan daxwazên me ne.” 
 
MA / Ceylan Şahînlî 
 

Sernavên din

24/03/2024
12:01 Daxwaza rihayiyan a Newrozê: Azadiya Abdullah Ocalan
11:56 Kadîr Înanir rakirin nexweşxaneyê
11:55 Ji bo tevlibûna Newroza Agiriyê bangawazî hate kirin
11:31 Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê dê şahiyê li dar bixe
11:30 Hejmara 56’emîn a Kovara Jînê derket
10:49 DEM Partî li Rêya Armûşê û Tuşbayê bênavber dixebite
10:46 Bertek nîşanî girtina Yildiz dan: Bi temamî bêhiqûqtî ye
10:18 Doza ‘qaçaxçitî û bertîlê’: Serdarî beraet kir, li berbazî ceza hat birîn
09:52 ‘Li Sêrtê dê 6 hezar û 643 hilbijêrên qaçax dengê xwe bidin’
09:25 Hevseroka KON-MED a Almanyayê Akça: Heya Rêber Apo azad bibe em ê bitêkoşin
09:22 Ji bo qeydên hilbijêrên bitevger ma 3 roj: Dengek wê gelek tiştan biguhere
09:06 PDK’ê rojnameger Silêman Ehmed revand: Ev 152 roj in agahî jê nayên girtin
09:05 Greva birçîbînê di roja 119’an de didome
09:04 Xelkê Bazarcixê: Me valîzê namzetê AKP'ê amade kiriye, em ê bi DEM Partiyê bi ser bikevin
09:02 Namzetên DEM Partiyê yên Hezoyê bi projeyên mezin tên
09:01 Mehmet Ocalan: Pirsgirêk bi kuştinê çareser nabe, bi rêyên demokratîk çareser dibe
09:00 ROJEVA 24’Ê ADARA 2024’AN
23/03/2024
22:33 ÎHD û Dayikên Aştiyê çûn serdana Emîne Şenyaşarê
20:15 DEM Partî li qadê ye: Divê em bi dengên xwe yên helal pêşî li ber hilbijêrên sexte bigirin
18:43 Zana: Eger dilê we û jiyaneke hevpar hebe, divê hûn li gel fikira kurdan bin
18:18 Eleqeyeke zêde ji bo Tifaqa Dêrsimê
18:12 Hejmara kesên di êrişa li Moskowê de jiyana xwe ji dest dan gihaşt 133'yan
17:03 Ciwanên rexne li Erdogan kirin li naverasta kolanê hatin îşkencekirin
16:55 Tevî berfê jî xebatên hilbijartinê hatin domandin
16:53 Girtiyan ji bo Newroza Rihayê peyam şand: Dê agirê di dilê me de venemire
16:44 Putîn: Em ê hemû faîl û organîzatoran tespît bikin û ceza bikin
16:42 Bakirhan ji Abdullah Ocalan re got: Newroza te pîroz be
16:39 Agirê Newrozê li Bazarcixê geş kirin
16:18 Beşdarên Nobeta Edaletê: Heta tecrîd radibe dê têkoşîn bidome
16:16 Ji bo girtiyên nexweş Aygun û Yavuz bang kirin
15:48 Li quntarê Çiyayê Gomanê pîrozbahiya Newrozê: Ronahiya roja me bi têrî me tevan dike
15:33 Li Mûşê pîrozbahiya Newrozê: Gelê kurd ji bo azadiyê qadan dadigire
15:28 Xizmên Windakiriyan bertek nîşanî biryarên ‘demborînê’ dan
15:10 Zana: Rêya Sêyemîn rêya demokrasiyê ye
14:54 Parêzera Hatîce Yildizê: Pere di bin kontrola dewletê de hatiye şandin, biryar derhiqûqî ye
14:40 Dayikên Şemiyê faîlên Hasan Ocak pirsîn
14:36 Li Rihayê coşa Newrozê: Muxatabê çareseriyê birêz Ocalan e
13:55 HSD: Li dijî DAIŞ’ê hewcehî bi hevkariyeke bibandor a navneteweyî heye
13:47 Rêya di navbera Amed-Çewligê de ji ber berfê hate girtin
12:34 Hunermendên kurd piştgirî dan DEM Partiyê
12:33 Li navçeyên Amedê berf dibare
12:32 Ji ber êrişa Moskovê 11 kes hatin girtin
12:15 Dê ruhê Newrozê veguhêzin ser sindoqan
11:37 Xizma girtî ya 75 salî Yildiz ku bi sedyeyê ji mal derxistin hate girtin
11:36 Dê bi DEM Partiyê re şaredarvaniya zelal û gelparêz bê Dîgorê
11:22 DEM Partiyê Beyannameya Hilbijartinê ya Zarokan eşkere kir: Dê di her qadê de zarok esas bên girtin
11:15 Newroza Rihayê bi coşeke mezin dest pê kir
10:47 Namzetên bajarokê Xoşxeberê yên DEM Partiyê amadekariyên şandina qeyûm dikin
10:17 Avê nadin girtiyê nexweş Tuzun ê di hucreyê de tê ragirtin
10:07 Dê li ser sindoqê bersivê bidin polîtîkayên cihêkar ên AKP’ê
09:50 AKP'ê gotibû 'em ê bikin Parîs': Lê rê di nava heriyê de mane
09:48 DEM Partî li Norşînê li pey reqorê ye
09:47 TUGVA’yê heqê fitarayê xwe bi qeyûm da dayîn
09:33 Ji ber nûçeyan der barê 4 girtiyan de doz hat vekirin
09:24 Êrişa li Moskovê DAIŞ’ê li xwe girt
09:13 Cezayê li hevserokê berê yê MEBYA-DER'ê Karadag hatibû birîn hat erêkirin
09:11 Ji şirnexiyan li dijî êrişên gengaz banga yekitiyê
09:06 Xwest bavê wê yê nexweş û 80 salî bê berdan
09:04 151 roj in tu agahî ji rojnameger Silêman Ehmed nayên girtin
09:01 Girtiyên siyasî bi daxwaza ‘azadiyê’ ev 118 roj in di greva birçîbûnê de ne
09:00 ROJEVA 23’YÊ ADARA 2024’AN
08:55 Zana: Xwedî li partiya we bi keda xwe ava kiriye derkevin
22/03/2024
22:46 Li Moskowê êrişî salona konserê hat kirin
21:57 Tulay Hatîmogullari çû serdana Emîne Şenyaşar
20:50 DAIŞ'ê 2 kes qetil kirin
20:36 Ji şaredarîvaniya wekhev û azadîxwaz re hindik ma
19:45 Li Îzmîrê 4 endamên ESP'ê hatin girtin
19:13 Ûçar: Çareserkirina pirsgirêka kurd dê welêt aram bike
18:06 Siyasetmedar Zana: Her kes kesekî/ê qaneh bike
16:49 Ahmet Turk ji bo piştgiriya namzetên partiyê çû Şirnexê
16:22 Li Şirnexê danişîna doza 18 jinan hate lidarxistin
16:05 Ji Kobanê heya Lubnanê Newroz hate pîrozkirin
15:40 Agirê Newrozê îcar li Battalgazî û Haymanayê hate vêxistin
15:27 Saritaş: Em ê giliyê Midûriyeta Perwerdehiyê ya Sêrtê bikin
15:04 Li Edeneyê agirê Newrozê dê di 24’ê adarê de bê vêxistin
15:03 Eşîra Îskiyê îdiaya ku ew ê piştgiriya AKP’ê bikin, derewand
14:33 Turk û şandeya pê re serdana malbatên ku malên wan di bin avê de mane kirin
14:27 Çîçek Kobanê û 3 girtiyên din hatin sewqkirin
14:26 Ji girtiyan peyama Newrozê
13:19 1'emîn Pêşbirka Karîkatûran a Navneteweyî dê li Stenbolê bê lidarxistin
13:02 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
13:01 Ji 81 baroyan daxuyaniya hevpar: Em bi hev re rê li ber îstîsmarkirina zarokan bigirin
12:54 Xelat dan rojnameger Muftuogluyê
12:39 Li Cizîrê 4 avahiyên ku xetereya wan a hilweşînê hene hatin valakirin
12:04 Kesên di Newrozê de hatibûn binçavkirin hatin berdan
11:47 Di Newroza Amedê de çi peyam hatin dayîn?
11:39 Baroya Amedê bertek nîşanî binçavkirina zarokan da
11:33 Baroya Şirnexê giliyê polîsên ku tundî li zarokan kirine kir
11:09 Daxwazên ku ji qada Newrozê bilind bûn
10:11 Coşa ‘mizgîniyê’ di Newroza Amedê de olan da
09:34 Ji karkerên înşeatê banga ji bo hilbijêrên livdar: Em bi dengê xwe ber bi DEM'ê ve biherikin
09:25 Cizîriyên malên wan di bin avê de man bertek nîşanî qeyûm dan: Ne ji bo xizmetê ji bo perexwarinê ne
09:22 Ên nikarin goşt bikirin berê xwe dane hestiyan!
09:08 PDK’ê rojnameger Silêman Ehmed revand û ev 150 roj in agahî jê nayên girtin
09:06 Greva birçîbûnê ya girtiyên siyasî di roja 117’an de didome
09:02 Banga ji bo beşdariya Newroza Rihayê
09:01 ROJEVA 22’YÊ ADARA 2024’AN
21/03/2024
22:33 DEM Partiyê serdana malbatên ku malên wan di bin avê de man kir
21:53 Deriyê derve yê Wezareta Dadê jî li Şenyaşarê hat girtin
20:49 Piştî Newrozê li Amedê 126 kes hatin binçavkirin