Kesên tev li Newroza Stenbolê bûn: Yên di tecrîdê de israr dikin bila li qada Newrozê binêrin

STENBOL - Zêdetirî milyonek kes tev li Newroza biheybet a Stenbolê bû û daxwaza azadiya fîzîkî ya ji bo Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan mohra xwe li pîrozbahiyê da. Welatiyên tev li pîrozahiyê bûn wiha gotin: “Yên ku dixwazin Ocalan tecrîd bikin û ji gelê kurd dûr bixin, bila li vê qelebalixê binêrin û bibînin ku bi ser neketine.” 
 
Yek ji navendên herî girîng ên Newroza îsal Stenbol bû û zêdetirî milyonek kes tev li pîrozbahiya li Qada Yenîkapiyê bûn. Ji bo pîrozbahiyê ji saetên zû yên serê sibehê ve ji 39 navçeyan welatî ber bi qadê ve herikîn. Welatî bi cil û bergên kurdî, bi berstû û şalên kesk, sor û zer ketin qadê û qad tije kirin. Newroza îsal bi dirûşma “Rabe dema azadî û serkeftinê ye” tê pîrozkirin û daxwaza azadiya fîzîkî ya ji bo Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka kurd a bi rêyên demokratîk mohra xwe lê da. Girseyê gelek caran ji bo Abdullah Ocalan daxwaza azadiyê kir û bi yek dengî dirûşma “Bijî Serok Apo” berz kir. 
 
Em jî bi kesên tev li Newrozê bûn re axivîn.
 
‘EM LI DIJÎ KESÊN ÎRADEYA ME TUNE DIHESIBÎNIN LI VIR IN’ 
 
Ji welatiyan Canan Kolaç (36) anî ziman ku Newroz îsal jî bi coş û kelecaneke mezin derbas bûye û wiha got: “Wateya Newrozê her sal cuda ye. Îsal em dixwazin tecrîda li ser Abdullah Ocalan bê rakirin û girtî azad bibin. Sedema jî me xwest li dijî polîtîkayên zext, şer û tunehesibandinê bibêjin ‘em li vir in.’ Ew dibêjin qey bi girtin û binçavkirina me kêm dikin lê her sal em ê bêhtir qelebalix dibin. Kes nikare me bêzar bike.”
 
‘EM DIXWAZIN ABDULLAH OCALAN AZAD BIBE’
 
Aysel Kulaç jî got ku ji bo Newrozê di saetên zû de hişyar bûye û ji Sûltanbeyliyê hatiye. Kulaç, wiha domand: “Yên ku dixwazin bi tecrîdkirina Abdullah Ocalan wî ji gelê kurd dûr bixin, bila li vê qelebalixê binêrin û bibînin ku bi ser neketine. Em dixwazin tecrîda li ser Rêbertiya me rabe û azad bibe. Em ê bi tu awayî dev ji daxwaza xwe bernedin. Ev 45 sal in zilm û zext li ser me hene. Li cihê kurdan kî hebûya heta niha zû de serî bitewanda. Lê me serî netewandiye û dê netewînin. Îro jî em bi coş û rengên xwe li vir in. Yek ji sedema din a girîng a Newrozê jî hilbijartin in. Gelê kurd ji bo vîna xwe nîşan bide ev hilbijartin girîng e. Em ê dengê xwe bidin DEM Partiyê. Dixwazim her kes xwedî li vîna xwe derkeve.”
 
‘GELÊ KURD BI XWÎN Û CANÊ XWE BEDELÊN GIRAN DA’ 
 
Ji welatiyan Rahîme Kurkçu (47) jî anî ziman ku ev 28 sal in tev li hemû Newrozan bûye û ev tişt anî ziman: “Di salên 90’î de ku zextên giran hebûn, me lastîk dişewitandin û Newroz pîroz dikir. Gelê kurd ji bo Newroz îro bi awayeke azad were pîrozkirin bi can û xwîna xwe bedelên giran da. Lewma em ji bo agirê Newrozê dibêjin, agirê azadî û berxwedanê. Newroza îsal jî ji bo rakirina tecrîdê û azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd birêz Abdullah Ocalan bû. Ev sê sal in agahî jê nayên girtin. Di şexsê Abdullah Ocalan de gelê kurd tecrîd dikin. Ji bo şikandina tecrîdê, divê em bibin dengê zindanan. Qada Newrozê bi vê daxwazê tije bû. Gelê kurd dê tu caran serî netewîne. Heta ku rêbertiya me azad dibe jî dê ev têkoşîn bidome. Bijî Serok, bijî Newroz, bijî kurd û Kurdistan.”
 
‘EZ AŞTÎ Û EDALETÊ DIXWAZIM’
 
Necla Aktay a 44 salî jî diyar kir ku ew bi cil û berg û bi laçika xwe ya spî hatiye Newrozê û wiha got: “Min xwest bibim kevoka aştiyê. Em bi daxwaza aştiyê li vir in. Em naxwazin êdî tu dayik bigrîn. Em ji bo vê têkoşiyan. Bi sedan Dayikên Aştiyê di Nobeta Edaletê de ne. Bi sala ye ji bo me daxwaza aştiyê dikin. Girtiyên me hene. Sal bû 2024 lê hêj jî em rastî zextan tên. Ji cilên kurdî yên zarokên çar salî ditirsin. Dijminatiyê li zarokan, li jinan û hebûna gelê kurd dikin. Em li dijî dijminatiyê ne. Hêvîdarim Newroz bibe wesîleya aştî, edalet û wekheviyê. Em ê bi berxwedanê bi ser kevin.” 
 
‘NEWROZ JI BO ÎKTÎDAR Û HÊZÊN SERDEST PEYAMEKE’ 
 
Ahmet Ece (49) ku tevî hevjîna xwe tev li Newrozê bûye jî wiha axivî: “Her sal wateya Newrozê diguhere. Newroza îsal weke Newroza azadiyê tê pênasekirin. Tecrîda li er birêz Abdullah Ocalan didome. Ev sê sal in nikare bi malbat û parêzeran re hevdîtinê bike. Azadiya Abdullah Ocalan tê wateya azadiya gelê kurd. Ev Newroza biheybet peyameke ji îktîdar û hêzên serdest re. Hêvîdarim vê peyamê baş fêm bikin û di demekî kin de bersivê bidin. Ji ber ku ev gel dixwaze tecrîd were rakirin û Ocalan azad bibe. Ev tecrîd teqez dê bê şikandin û gelê kurd tevî rêberê xwe azad bibe.” 
 
‘EV NEWROZ BERSIVA 31’Ê ADARÊ YE’
 
Ji welatiyan Ceylan Turgut jî xwest Newroza îsal bibe wesîleya aştî û azadiyê. Turgut, xwest ku girtiyên siyasî bên berdan û wiha pê de çû: “Bi hezaran kesên bi dengên gelê kurd hatine hilbijartin girtî ne. Kesên em hildibijêrin tên girtin û li şaredariyan qeyûman tayîn dikin. Tu kes nikare îradeya me xesp bike. Ev qelebalix her wiha bersiva hilbijartina 31’ê Adarê ye. Bila her kes xwedî li vîna xwe derkve.” 
 
‘EM Ê LI GEL DOZA XWE BIN’
 
Têkildarî mijarê Emîne Onal jî nêrîna xwe wiha parve kir: “Di serî de ez Newroza Abdullah Ocalan pîroz dikim. Dixwazim polîtîkayên tecrîdê bi dawî bibin. Yek rêbertiya me nebe, em jî tune ne. Ev sê sal in agahî ji Abdullah Ocalan nayên girtin. Em çima nikarin agahiyan jê bigirin? Mafê hevdîtina bi parêzer û malbatê re tê astengkirin? Ev tiştekî dermirovî ye û em qebûl nakin. Bi sala ye li dijî gelê kurd, li dijî ziman, çand û nasnameya me dijminatiyê dikin. Bi sala ye em dibêjin bila dayik negirîn, em vê ji bo xwe nabêjin. Em dibêjin bila ne dayikên leşkeran ne jî yên gerîlayan negirîn. Ji ber ku em vê dibêjin, me weke dijmin dibînin. Tevî her tiştekî jî em ê dev ji daxwaza azadî û aştiyê bernedin. Lê heke di şer de israr bikin jî em ê heta dawiyê li gel doza xwe bin. Ev qelebalixa di Newrozê de, bersiveke li dijî polîtîkaya tecrîd, zext û zilmê ye.” 
 
MA / Esra Solîn Dal
 
 

Sernavên din

05/04/2024
20:24 Rojnamevan hatin berdan
18:35 Li Şirnexê îtîraza ji bo betalkirina hilbijartinê hat redkirin
18:04 Ji xizmên girtiyan ên di Nobeda Edaletê de biryardariya têkoşînê
17:38 Platforma Azadiya Parastinê hat avakirin
16:33 DEM Partiyê ji bo hilbijartinên Bedlîsê serî li YSK’ê da
16:31 Di Nobeta Aştiyê de bertek nîşanî darbeya hilbijartinê dan
16:18 Di lêpirsîna şewata Beşîktaşê de dozger xwest 9 kes bên girtin
15:47 Mazbata wergirtin û deriyê şaredariyê jê kirin
15:38 Di 2 avahiyên li Beyogluyê de şewat derket
15:25 Tirkiye ji peymana AKKA’yê vekişiya
15:24 Ji bo Xelfetiyê jî biryar hat dayîn ku hilbijartin ji nû ve bê lidarxistin
15:00 Tanal ê CHP’î: AKP’ê li Hîlwanê li dijî DEM Partiyê winda kiriye
14:46 Hevşaredarên Wanê li avahiya şaredariyê ne
14:44 Rêxistinên Çapameniyê: Rojamegerên binçavkirî berdin
14:18 Vaye tundiya polîsan a li dijî nûçegihanê me Sezgîn
14:04 4 jê rojnameger 86 kes sewqî edliyeyê hatin kirin
14:02 Partiyên siyasî yên li Qersê têkildarî ‘hilbijêrên veguhestî’ daxuyanî dan
13:27 Rojnamevan Metîn Alataş li ser gora xwe hate bibîranîn
13:12 Dema gulîk û kerengên hat
13:02 Xêzeromana Abdullah Ocalan vedibêje li Berlînê hate danasîn
12:57 DEM Partî li 2 navçeyan îtîraza encamên hilbijartinê kir
12:50 Li Silopiyayê 4 kes hatin binçavkirin
12:41 Hevşaredaran cîhazên X-ray û têlên direhî yên li şaredariyê rakirin
11:58 Cîgira Serokê Giştî yê Partiya Şoreşger hate girtin
11:41 Li Wanê hevşaredaran mazbatayên xwe wergirtin
11:21 Malbat û parêzeran bi boneya cejnê ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:20 Rojnameger Murat Verîm hate berdan
11:13 DEM Partiyê ji bo betalkirina hilbijartina Qersê serlêdan kir
11:11 Dayikên di Nobeta Edaletê de: Em bibin dengê girtiyan
11:10 Kesên li Amed û Mêrdînê hatibûn binçavkirin hatin berdan
10:48 Qeyûm saetek berî mazbatayê bidin hevşaredaran, 30 mîlyon xerc kirin
10:42 Cenazeyê zarokê winda hate dîtin
10:24 Li navçeya ku av lê nîne, qeyûm 45 milyon lîre ji karên cuda re xerc kiriye
10:02 Difina nûçegihanê me yê polîsan tundî lê kiribû şikestiye
09:58 Serokê CHP’a Qersê: Bi hilbijêrên veguhestî dest danîn ser îradeya gel
09:37 Çalakiya girtiyan a ‘ji bo azadiya Abdullah Ocalan’ di roja 131’an de didome
09:35 54 jinên ku li Kadikoyê hatibûn binçavkirin hatin berdan
09:33 Ji rojnameger Silêman Ehmed 164 roj in agahî nayên girtin
09:32 Pîroglû: Desthilat di sindoqê de ma
Akdenîz: Gelê kurd vîna xwe nîşanî desthilata yekperest da
09:23 Zanyarê Siyasetê Onal: Planên êrişê yên Tirkiyeyê dê têk biçin
09:02 Parêzer Sevîmlî: Girtina Hatîce Yildizê derî aqilan e
09:00 ROJEVA 5'Ê NÎSANA 2024'AN
08:13 Li bajarên Ewropayê pîrozbahiyên 4’ê Nîsanê
08:12 Li Amedê piştî şahiyê 9 kes hatin binçavkirin
08:10 Li Colemêrgê ji 44 kesên hatibûn binçavkirin 18 hatin girtin
04/04/2024
21:30 Nobeda Edaletê ya Emîne Şenyaşarê di roja 68'an de ye
20:43 Li Amedê bi hezaran kesî 4'ê Nîsanê pîroz kir
19:00 Hevşaredar bi gel re mazbatayên xwe wergirtin
18:21 Namzetê AKP'ê yê Wanê ji dêvla ku lêborînê bixwaze gel bi 'vandaltiyê' tawanbar kir
17:42 Rojbûna Abdullah Ocalan li mala ku lê çêbûye hat pîrozkirin
17:07 Qeyûmê ku ji wezaretê destûra girtina karkeran xwestibû, piştî hilbijartinê xwest destûr were betalkirin
16:53 Pîrozbahiyên 4’ê Nîsanê: Heta Abdullah Ocalan azad nebe em nasekinin
16:43 Bi hezaran kes çûn Şaredariya Êlihê: Ev serkeftin encama berxwedana gel e
16:41 CHP’iyê li dijî namzetê DEM Partiyê îtîraz kirî ji partiya xwe hat îxrackirin
16:34 Çalakvanên Nobeta Edaletê rojbûna Abdullah Ocalan pîroz kirin
16:27 Di Girtîgeha Kurkçulerê de hewldana provakasyona alê
16:09 Qeyûmê Peyasê 5 neguhêzbar dewr kirin
15:58 Meşa Amarayê bi civîna bi gel re bi dawî bû
15:57 Şaredarê AKP’î piştî ku hilbijartin winda kir, pereyê alîkariyê bi paş ve kişand
15:56 HSK’ê derheqê dadgeha têkildarî Zeydan biryar dabû lêpirsîn da destpêkirin
15:43 Hevşaredarên Wanê tev li paqijkirina kolanan bûn
15:33 Zarokê li Edeneyê hatiye binçavkirin cezayê nederketina ji Şaxê girt
15:14 Rewşa girtiya nexweş Hatîce Yildiz a 75 salî giran bû
15:05 Rojnamevan Alataş dê li ser gora xwe bê bibîranîn
14:53 Yildirim ê piştî 30 salan hatiye berdan: Îro rojek ronî ye
14:52 Dema binçavkirina 3 jê rojnamevan 132 kesan hate dirêjkirin
14:51 4’ê Nîsanê bi pankarta ku bi sûran ve daliqandin pîroz kirin
14:25 Zarokê rûbiken ê berxwedanê hate girtin
14:16 Bîlançoya du rojan a Wanê
14:15 Hem tundî lê kirin hem jî bi îdiaya ‘tundiyê’ derheqê wan de lêpirsîn vekirin
13:57 Qeyûma Cizîrê 772 milyon û 414 hezar TL deyn li pey xwe hiştiye!
13:32 DEM Partî: Elî Welî yê radestî cendirmeyan hatiye kirin li ku ye?
13:18 Ji ber îfadeya ‘Qirkirina Ermenan’ doza 4’emîn li Baroya Amedê hat vekirin
12:51 Ji Bekîr Kaya peyam: Berxwedana we ji bo gelan bû hêvî
12:50 Kahyaoglu yê bi derbkirinê hatibû binçavkirin jiyana xwe ji dest da
12:27 Rêveberiya Xweser: Tirkiye li herêmê pêşiya DAIŞ’ê vedike
12:12 Rojnameger Kaya yê rastî êrişa AKP’iyan hat: Jiyana min di xetereyê de ye
11:58 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
11:49 ‘Li Wanê piştevanî û têkoşîn bi ser ket’
11:48 YSK dê hinceta biryara têkildarî Wanê îro binivîse
11:36 Meşa Amarayê: Dem dema azadiya Abdullah Ocalan e
11:34 Kadîr Înanir ji nexweşxaneyê tabûrcî bû
11:33 Li Mêrdînê gelek kes hatin binçavkirin
11:18 Li Periyê dê hilbijartin jinûve bê lidarxistin
11:15 Ji Abdullah Zeydan peyama spasiyê
11:14 Gelê Wanê dest bi paqijiya bajêr kir
10:53 Li Edeneyê polîs jinekî ducanî derb kirin
10:47 Li Tarsusê jinek hate qetilkirin
10:46 Kışanakê gelê Wanê pîroz kir: We dîrok nivîsand
09:40 Çalakiya greva birçîbûnê derbasî qonaxa nû bû: Berxwedan di roja 130’an de didome
09:10 Ji rojnameger Silêman Ehmed 163 roj in agahî nayên girtin
09:07 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê avakirina jiyana ekolojîk
09:05 'Divê hilbijartina bihîle ya li Şirnexê bê nûkirin'
09:04 ‘4'ê Nîsanê vejîna gelê kurd e'
09:00 ROJEVA 4'Ê NÎSANA 2024'AN
08:39 Yilmaz li Êlihê bi girseyî hate oxirkirin
08:21 Ciwanan 4’ê Nîsanê pîroz kirin
03/04/2024
23:16 Zeydan: Dê kes nikaribe vîna we xesp bike
23:03 Li gelek bajaran pîrozbahiyên berxwedanê
22:25 Li Wanê bi deh hezaran kesî dest bi prîozbahiya berxwedanê kir