NAVENDA NÛÇEYAN - Dirûşma Newroza îsal ku starta wê di 15’ê Adarê de li navçeya Depê ya Xarpêtê tê dayîn weke “Rabe dema azadî û serkeftinê ye” hat eşkerekirin.
Cejna Newrozê îsal dê 57 jê navend bi giştî bi sedan cihan bê pîrozkirin. Starta pîrozbahiyên Newrozê dê di 15’ê Adarê de li bajarê Mazlum Dogan navçeya Depê ya Xarpêtê bê dayîn. Dirûşma Newrozê ya ku dê deklarasyona wê îro li Amedê bê eşkerekirin weke “Rabe dema azadî û serkeftinê ye” hat diyarkirin.