Li Sêrtê buroya hilbijartinê hat vekirin: Em rê nadin ku vîna me bin pê bikin

img
SÊRT - Namzeta hevşaredariyê ya DEM Partiyê ya Sêrtê Sofya Alagaş ku di vekirina buroya xwe ya hilbijartinê de axivî bal kişand ser xizmet nekirina qeyûm û wiha got: “Em ê ji bo xizmetê bên û em ê hewl bidin hemû pirsgirêkên bajêr çareser bikin, em rê nadin ku careke din vîna me bin pê bikin.”
 
Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), li Taxa Sakaryayê ya Navenda Sêrtê bi tevlibûneke xurt buroya hilbijartinê vekir. Cihê ku buro lê hat vekirin bi alayên DEM Partiyê hatin xemilandin û stranên hilbijartinê yên DEM Partiyê hatin gotin. Gelê taxê bi coşeke mezin tev li vekirina buroyê bû û bi saetan govend gerandin. Parlementera DEM Partiyê ya Sêrtê Sabahat Erdogan Saritaş, namzetên hevşaredariyê yên Sêrtê Sofya Alagaş û Mehmet Kaysî, namzetê DEM Partiyê yê navçeya Tiloyê Kasim Yildiz, Hevşaredara Sêrtê Berîvan Helen Işik, hevserokên navend û navçeyan yên DBP û DEM Partiyê, Meclîsa Dayikên Aştiyê, Tevgera Jinên Azad, Nûnertiya TUAY-DER’ê, BOTAN-DER û gelek kes tev li merasîma vekirina buroyê bûn. 
 
‘BAR DIKEVE LI SER MILÊN ME HEMÛYAN’
 
Di vekirinê de namzeta hevşaredariyê ya Sêrtê Safiye Alagaş axivî û da zanîn ku ew çawa ji bo hilbijartinê mal bi mal dixebitin, ew dê piştî hilbijartinê jî bi heman awayî ji bo xizmeta gel mal bi mal bigerin. Alagaş, anî ziman ku ew dê 31’ê adarê de hesaba qeyûman, zilm û zordariyê bipirsin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em ê hesaba binpêkirina vîna gelê xwe bipirsin. Weke hûn jî dibînin, ti xizmet ji bo gelê Sêrtê nayê kirin. Em ê ji bo xizmetê bên û em ê hewl bidin hemû pirsgirêkên bajêr çareser bikin. Em rê nadin ku careke din vîna me bin pê bikin, lewma bar dikeve li ser milê me hemûyan. Divê em baş bixebitin.” 
 
EM Ê ŞAREDARIYÊ DÎSA BIXIN XIZMETA GEL DE’
 
Piştî Alagaşê namzetê hevşaredariyê Mehmet Kaysî jî axivî û destnîşan kir ku divê ji bo serkeftinê xebatkeke baş bê kirin. Kaysî, diyar kir ku hemû saziyên kamûyê û waliyê Sêrtê ji bo AKP’ê dixebitin û wiha berdewam kir: “Divê em li dijî vê yekê ji her car zêdetir bixebitin. Weke hûn dizanin şaredarî niha kirine qereqol û xizmeta vî gelî de nîne. Lewma ez soz didim ku em ê şaredariyê dîsa bixin di xizmeta gelê Sêrtê de.”
 
‘EM Ê HESAP JI WAN BIPIRSIN’
 
Herî dawî parlementer Sabahat Erdogan Saritaş derket ser dikê û bi lêv kir ku ji niha ve 31’ê adarê li wan pîroz be. Saritaş, diyar kir ku ew kesên pereyê gel didize û  bi alîgirên xwe re dixwin 20 sal in nas dikin û wiha domand: “Lê em niha dibêjin ku wê DEM bê devran bizivire. Em ê hesap ji wan bipirsin, em ê ji dizan, ji rantê, ji talanê, ji hişmendiya qeyûm û neyarê jinê û civakê, ji dijminê zimanê me hesap bipirsin. Bila gelê me ji be bawer be. Em dizanin Sêrt dilê Botanê ye, cihê tekoşîn û berxwedana kurdan e. Em ê herin yek û yek kiryarên van dizan eşkere bikin.” 
 
‘HETA TECRÎD RANEBE DÊ TEKOŞÎNA ME BERDEWAM BIKE’
 
Saritaş bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û da zanîn ku heta ev tecrîda li Girava Îmraliyê neyê şikandin, statuya gelê kurd neyê destnîşan kirin, heta gelê kurd û hemû gelên Tirkiyeyê wekhev, azad nejî dê tekoşîna wan berdewam bike. Saritaş, bi domdarî wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em li vir sozê didin hemû hevalên xwe ku em ê teqez serbikevin. Wê neyarên gelan têkbiçin û wê gel, wekhevî û kurd serbikevin. Ev 40 sal in em tekoşîna xwe berdewam dikin û ev tekoşîn roj bi roj mezintir dibe, belavî hemû cîhanê bûye. Ev tekoşîn ji gelan re dibe hêz, mînak û îlham. Ew çiqas zilm û zordariya xwe mezin bikin jî, dê tekoşîna me jî ewqas mezintir bibe.”
 
(bzd/

Sernavên din

05/03/2024
09:36 Jiyana jinên bûne mexdûrên erdhejê bi konteyniran hatiye bisînorkirin
09:34 Rojnameger Silêman Ehmed 133 roj in di destê PDK’ê de dîlgirtî ye
09:27 Greva birçîbûnê ya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan 100 roj li pey xwe hiştin
09:05 Li Îzmîrê jin dê di Meşa Şevê ya Femînîst de bên gel hev
09:04 Yekane xizmeta AKP'ê ya li Mûşê: Navlêkirina Erdogan a li bûlvarê
09:03 Şaredariya HDP’î serdema xwe bi xizmetên nû bi dawî kir
09:02 Selma Irmak: Paradîgmaya Ocalan civaka exlaqî û polîtîk pêkan dike
09:00 Berdevka YPJ’ê: Em hem li dijî mêtingeran hem jî li dijî baviksalariyê têdikoşin
09:00 ROJEVA 5'Ê ADARA 2024'AN
08:43 Li dijî avahiya DEM Partiyê ya Înegolê êriş hate kirin
04/03/2024
22:07 Li Çanakkaleyê bi pileya 4.9 erdhej çêbû
21:51 Panela bi mijara tecrîdê: Paradîgmaya azadîxwaziya jinê di hedefê de ye
18:18 Namzetên hevşaredariyê soza ‘çareseriyê’ dan gel
17:07 Di Nobeta Edaletê de peyama 'Em bi Ocalan re ne' hate dayîn
17:00 Girtî Darî: Em hatin derbkirin
16:36 Hevserokê KCD’ê Ozturk: Dê gel aqilê we bîne serê we
16:28 Jinan di çarçoveya 8’ê Adarê de ji jinên girtî re qert şandin
15:24 Li rojnamegerê bêusuliya di hilbjartinê de kirî nûçe doz hate vekirin
15:16 Bakirhan: Dêrsimiyan ji 38’an heta niha li ber nedanî
14:16 Namzetê DEM Partiyê yê Bedlîsê Karabaş: Em ê bi ser kevin
14:14 Di doza cerdevanan de biryara ‘anîna bi darê zorê' hat dayîn
13:38 DEM Partî dê hilbijêrên bihereket bibe ser sindoqê
13:34 Qeyûm deynê xwe eşkere kir: 995 milyon û 625 hezar TL
13:22 Ji bo pêşangeha resman a jinan eleqeyek zêde hebû
11:52 TUÎK’ê enflasyona salane weke ji sedî 67 ragihand
11:50 Bakirhan: Dep li DEM’ê, DEM jî li Depê tê
11:45 Darizandina Parlamentera DEM Partiyê Kaya hat rawestandin
11:23 Namzetên DEM Partiyê yên Colemêrgê: Em ê bi rêjeyeke baştir bi ser kevin
11:03 'Stranên Keziya Sor' li 4 navendan hate pêşandan
10:59 Bakirhan: Ji bo rojên geş hindik ma
10:53 Rapora DFG’ê ya meha sibatê: 42 rojnameger girtî ne
10:33 ENAG: Enflasyon di meha sibatê de ji sedî 4,32 zêde bû
10:31 Parêzerê Mandela Govender: Ocalan ji bo mirovan tîrêja hêviyê ye
10:10 Li kargeha xwe ya navê ‘Jiyan’ lê kiriye jiyaneke nû afirand
10:08 Rojnameya roja zêdek 'Diyarname 29 Reşemî' derket
09:54 Di mirinên biguman de pêvajoya darazê: Dadger bi şexsî nêz dibin
09:53 Demîrtaş ê ÎHD'î: Divê tecrîd bê rakirin, muzakere dest pê bikin
09:50 Jin amadekariyên Meşa Şevê ya Femînîst dikin
09:48 Ji Platforma Ked û Demokrasiyê ji bo AKP'ê ray may tune ye!
09:00 Xwebûn bi manşeta ‘Di şoreşê de şoreş ava kirin’ derket
09:00 Rojnameger Silêman Ehmed 132 roj in di destê PDK’ê de dîlgirtî ye
09:00 Greva birçîbûnê ya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan di roja 99’an de didome
09:00 ROJEVA 4'Ê ADARA 2024'AN
03/03/2024
18:23 Li Sêrtê buroya hilbijartinê hat vekirin: Em rê nadin ku vîna me bin pê bikin
17:55 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çalakiyên 8'ê Adarê
17:04 Nobetên bi daxwaza ‘azadiyê’ didomin
17:02 Namzetên hevşaredariyê navçe bi navçe, gund bi gund hedefên xwe vedibêjin
17:00 Jin xwe ji bo 8’ê Adarê amade dikin: Dê têkoşîna me bidome
16:30 Bi hezaran jin ji Kadikoyê bang kirin: Em dest ji kolanan bernadin
16:19 Li Amedê panela ‘rêveberiya xwecihî’: Divê rayeyan dewrî herêman bikin
15:48 Panela DÎK’ê: Kesê ku alîkariyê bide zilmkaran gunehan dike
15:22 Li Çewligê coşa gel: Dê bersiva kesên bi JÎTEM û Ergenekonêr e tifaq çêkirine bê dayîn
14:33 Lîsteyên namzetên partiyan teqez bûn
13:56 NY: Di êrişên Îsraîlê de nêzî 9 hezar jin hatin qetilkirin
12:59 Lîsteya namzetên DEM Partiyê yên bajarên Kurdistanê eşkere bû
12:41 Bakirhan: Hewcehiya Tirkiyeyê ne bi pirtûkên sor, bi pirtûkên aştiyê heye
12:08 Bakirhan: 31’ê Adarê roja hesabpirsînê ye
11:45 Meclisa Jinan a DBP’ê: Em ê agirê azadiyê di 8’ê Adarê de vêxin
11:42 Ji 15 binçavkiriyên Stenbolê 3 jê hatin girtin
11:28 Namzetên DEM Partiyê li Agiriyê deriyekî ku lê nedin nîn e: Dema pêvajoyeke nû ye
10:36 Ji bo 14 bajaran hişyariya barana zêde hate kirin
09:58 Mijara Kovara Jînê ya vê hefteyê 8’ê Adarê ye
09:57 Di kampanyaya 'Jin, jiyan, azadî' de ber bi fînalê ve
09:14 Karkerên jin ên nikarin beşdarî 8'ê Adarê bibin: Dengê me bibihîsin
09:07 Ji bo azadiya Ocalan 90 roj in Nobeda Edaletê digirin
09:06 Ji rojnameger Silêman Ehmed 131 roj in tu agahî nayên girtin
09:05 Greva birçîbûnê ya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan di roja 98’an de didome
09:02 Bi kesk û sor û zera xwe qadên çalakiyan dixemilîne
09:02 Qeyûm îhaleyeke 128 milyon lîreyî da pismamê şaredarê AKP'î
09:00 ROJEVA 3’YÊ ADARA 2024’AN
02/03/2024
20:13 Mehmet Nezîr Karabaş bû namzetê hevşaredariyê yê Bedlîsê
18:47 Bakirhan: Li nexşeya xizaniyê ya Tirkiyeyê mêze bikin hûn ê dabeşkerê sereke bibînin
17:31 Nobeta Edaletê: Kurd ji bo azadiya Ocalan ser piya ne
17:14 Girtiyê nexweş ku cezayî wî hatibû taloqkirin sewqî Wanê hate kirin
16:59 ‘Bila girtiyê nexweşê penceşêrê Mahmût Başyîgît were berdan’
16:33 Gultan Kişanak: Em ji bo vebijêrkeke demokratîk pêşkeşî gelê Enqereyê bikin tên
16:21 Jin li qada ne: Em ê ji kesên ku çav berdane azadiya me hesab bipirsin
15:55 Tifaqa Dêrsimê namzetên xwe dan nasîn: Em ê bi hev re serbikevin!
15:24 Bakirhan: Ên Şêx Seîd birin darê îdamê, Ocalan tecrîd dikin
15:22 Dayikên Şemiyê aqûbeta Aydinlar ê 30 sal in winda ye pirsîn
15:01 Jinan li Silopiyayê dar çandin
14:56 Hinceta biryara domandina girtinê ya Doza Kobanê dosyayên kevn in
14:32 Wezîrê Parastinê Guler bi Nêçîrvan Barzanî re hevdîtîn pêk anî
14:25 Malbatên windakiriyan aqûbeta Aydinlar û Kursep pirsîn
14:20 Li Bedlisê ji ber nerazîbûna AKP’ê serlêdana namzetê DEM Partiyê Îşlek hat betalkirin
13:58 Vekirina buroyê veguherî mitîngê: Wan mîzgîniya serkeftinê da
13:11 Li Şakranê gardiyanên mêr bi ser qawişên jinan de girtin
13:09 Bakirhan li Qereyaziyê ye: Tu tişt rastiya Kurdistanê nikare biguherîne
12:49 Namzetên Silopiyayê: Em ê rêvebirina bi gel re bidomînin
12:45 DEM Partiyê bi kampanyaya hilbijartinê ya Kişanakê starta 8’ê Adarê da
12:42 DEM Partiya ku dixwaze Qereçobanê di destê xwe de bihêle ji hilbijartinê re amade ye
11:56 Li dijî medyaya mêrsalar di têkoşînê de dengê jinan
11:06 Ma Musîc 7 salî ye: Em gelê xwe bê muzîk nahêlin
10:52 Namzetê qeyûm tayinî şûna wî hat kirin: Em ê vîna xwe ji wan bistînin
10:49 Platforma 8 Adarê ji bo hevdîtina Jinan ya li Kadikoyê bang kir
10:18 ‘Em ê dîwarên di navbera şaredariyê û gel de hatine lêkirin hilweşînin'
09:48 Namzetên Depê yên DEM Partiyê: Em tên ku tişta ya me ye wergirin
09:23 130 roj in agahî ji rojnameger Silêman Ehmed nayên girtin
09:20 Qeyûm îhaleya bi 16 milyon lîreyî bi 'usûla bazariyê' çêkir
09:19 Girtiyên siyasî 97 roj in ji bo azadiya Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ne