STENBOL - Dadgerê DMME’yê yê berê Riza Turmen ê di Konferansa Demokrasiya herêmî de axivî, diyar kir ku divê mekanîzmayên biryardayînê yên gel bên avakirin û têkiliya navend û herêmî ji nû ve bê birêxistinkirin divê tevgereke hemwelatîbûnê bê avakirin.
Yekitiya Ji Bo Demokrasiyê (DÎB) beriya hilbijartinên herêmî yên nêzîk dibin “Konferansa Demokrasiya Herêmî” li oteleke li navçeya Beyoglû ya Stanbolê li darxist. Konferansa ku malovaniya xebatên kolektîf ên bi sedan sazî û kesayetan kir, bi beşdariya hejmareke zêde ya kesên ji rêxistinên girseyî yên demokratîk, sendîka, rewşenbîr, nivîskar, siyasetmedar, akademîsyen û rojnamevanan, pêk hat.
Konferansa piştî deqîqeyek rêzgirtina ji bo qûrbaniyên di erdheja navenda wê Mereşê de jiyana xwe ji dest dan hate kirin dest pê kir, belgefîlmeke ku erdheja 6’ê sibatê weke mijar digirt dest hate pêşkeşkirin. Piştî pêşkeşkirina belgefîlmê Berdevkê DÎB’ê û dadgerê Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) Riza Turmen û parazvana mafên bajar û avahîsaz Mûcella Yapici axivîn.
‘JI BILÎ BILINDBÛNA DEMOKRASIYÊ YA JI HERÊMÊ TU ÇARE NÎNIN’
Ewilî Mucella Yapici axivî û diyar kir ku ev sedsal e li Tirkiyeyê demokrasî hewl dide xwe bibîne lê di vê merheleyê de ji bo demokrasiyê tu pêşketin çênebûye. Yapici, bi lêv kir ku demokrasiyê bi taybetî piştî pergala serokkomariyê qelîteya xwe winda kir û da zanîn ku mînaka vê ya herî mezin girtîgeh in. Yapici diyar kir ku li Tirkiyeyê mînaka herî mezin a demokrasiyê di pêvajoya Geziyê de derket holê û wiha got: “Demokrasiya rasteqîn ew e ku gotina kêm neteweyan, kesên din, xizanan bigihîne rêveberiyê li ser bingeha nîqaş û mafên hevdû û rejîmeke muzakere û lihevkirinê ya mecburiyeteke ne di heman fikrê de ye. Demokrasî ji şêweyeke rêveberiyê wêdetir divê rêbazeke jiyanê be. Ez yek ji wan kesan im ku difikirim ku demokrasiyeke ku tenê bi rêgezan ve girêdayî ye qet ne demokrasiyeke rasteqîn e. Di vê wateyê de ji bilî bilindbûna demokrasiyê ji asta herêmî ti çareseriyeke din nîne.”
‘YA KU PERGALÊ XURT DIKE BÊDENGIYA ME YE’
Turmen bi lêv kir ku redkirina rejîma desthilatê ya heyî bi tena serê xwe têrê nake û anî ziman ku li dijî vê pêşvebirina projeyeke alternatîf pêwîst e û got: “Em ji projeya ku Erdogan îro pêşkêş kiriye hez nakin ji ber ku projeyeke li ser bingeha ol û newekheviya di navbera jin û mêran de ye. Baş e projeya me çi ye? Divê projeya me ne projeya demokrasiya temsîlî be, ji ber ku demokrasiya temsîlî xetimî ye. Di vê demokrasiyê de gel nîne. Di navbera gel û nûneran de dîwarek hatiye lêkirin. Ji ber ku yên hatine hilbijartin piştî ku hatine hilbijartin ji gel veqetiyane. Sîstemeke bi vî rengî gel ji rêveberiyê dûr dixe û siyasetê dixe nava qadeke teng. Ji bo vê jî divê em demokrasiya xwecihî ku di asta xwecihî de dest pê dike biparêzin. Ji bilî vê îro otorîterî û totalîterî tenê ji desthilatê pêk nayê. Ya ku rejîmeke wiha bihêz dike bêdengbûna gel bi xwe ye. Ji ber wê yekê dema sûcdarî hate kirin, divê em li xwe jî binêrin. Ji bo vê jî xwedî girîngiyeke mezin e ku welatî hay ji welatîbûna çalak bibin. Ya ku bikare vê yekê bike demokrasiya beşdar a herêmî ye.”
GIRÎNGIYA DEMOKRASIYA HERÊMÎ
Turmen, diyar kir ku di salên dawî de li Tirkiyeyê li ser vê mijarê hin ceribandinên cuda hatine kirin û wiha berdewam kir: “Li cihên ku demokrasiya beşdar lê tê pêkanîn, dawî li beyanîbûna gel a ji siyasetê tê. Meclisên gel peywîra dibistaneke hemwelatîbûnê dibînin. Beşdar bûn her ku diçe zêde dibe. Beşdarbûna di serî de ji sedî 20 bû, her ku diçe zêde dibe. Bi taybetî kesên bindest û xizan eleqeyeke zêde nîşanî van meclisên gel didin. Em di wê baweriyê de ne ku projeyeke bi vî rengî wê li Tirkiyeyê têgihiştineke nû ya siyasetê biafirîne.”
‘PÊDIVÎ BI TEVGERA HEMWELATÎBÛNÊ HEYE’
Turmen, da zanîn ku konferans destpêkeke û piştî konferansê divê tevgereke hemwelatîbûnê bê avakirin. Turmen, diyar kir ku tevgera hemwelatîbûnê ya qala wê tê kirin divê di warê xebitandinê de xwedî 3 baskên bingehîn be û wiha berdewam kir: “Ya yekemîn, amadekirina peymana gelên li bajêr ku mafên gelên li bajêr misoger dike, ya duyemîn, mekanîzmayên biryardayînên yên gel bên avakirin û ya sêyemîn jî têkiliya navend û herêmî ji nû ve bên sererastkirin.”
Piştî axaftina Turmen, peyama Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Selçûk Mizrakli ji konferansê re şand hate xwendin. Piştre raporên ku ji aliyê atolyeyên “Sererastkirina Jinûve ya bi Awayekî Demokratîk a Têkiliyên Navendî û Heremî” , “Mafê Bajêr - Beşdarbûn”, “Rêveberiyên Herêmî yên Ekolojîk”, “Rêveberiya Herêmî ya Gelparêz û Civakparêz”, “Bajarê Herkesî”, “Komxebata Jinan û LGBT+’yan” hatin amadekirin hatin pêşkeşkirin.
DÊ DANEZANA ENCAMÊ WERE AŞKEREKIRIN
Piştî pêşkêşkirinên li ser raporan, beşa forûmê hate destpêkirin. Kesên ku di beşa forumê de cih girtin li ser naveroka konferansê axaftinên kurt kirin. Piştre pêşnûmeya danezana encamê ya li ser xebatên konferansê ji beşdaran re hat pêşkêşkirin. Li ser bingeha nîqaş û dan û stendina fikran hate aşkerekirin ku encama danezanê dê di demeke kurt de bi raya giştî re were parvekirin.