NAVENDA NÛÇEYAN - QSD’ê ragihand ku di êrişa ji aliyê komên girêdayî hikumeta Şamê hate lidarxistin de 6 şervanên wan jiyana xwe ji dest dane.
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ragihand ku li Dêrazorê di êrişeke komên girêdayî hikumeta Şamê de li Dêrazorê 6 şervanên wan jiyana xwe ji dest dane. Navendê di daxuyaniyê de got ku: “Di êrişa balafireke xwekuj de ku ji herêmên çeteyên hikumeta Şamê hatiye, li dijî akademiya perwerdeyê ya li zeviya El Omer a rojhilatê Dêrazorê 6 şervanên me şehîd bûne."
Di dewama daxuyaniyê de navendê wiha destnîşan kir: “Di dema ku em êrişa terorîst şermezar dikin, em ê bersiva guncew bidin jêdera êrişê.”