NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnamevan Azîz Koyluoglû diyar kir ku ji ber stratejiya Tirkiyeyê ya “bikevê, paqij bike, bimîne” têk çû kete nava hewldanên lêgerînên nû û wiha got: “Ji bo van planên xwe bi tena serê xwe pêk bînin PDK tê ra nake. Ji ber wê yekê dê hewl bide Îran, Iraq û Sûriyeyê bikişîne cem xwe.”
Li Iraq û Herêma Kurdistana Federe di van rojên dawî de liv û tevgera hevdîtinan zêde bûne. Di pêvajoyeke ku êrişên dewleta tirk ên li dijî Herêmên Zap, Avaşîn û Metîna berdewam dikin û diyarkirina rêveberiya nû ya Kerkukê de Serokê Teşkîlata Îstîxbaratê ya Netewî (MÎT) Îbrahîm Kalin û şandeya pê re li Iraqê hin hevdîtin kirin. Kalin piştî hevdîtina bi Serokkomarê Iraqê Latîf Reşîd re li Hewlêrê bi Serokê Giştî yê PDK’ê Mesûd Barzanî re hate bahev. Hate diyarkirin ku di her du hevdîtinan de jî hem êriş hem jî mijara Kerkukê hatiye rojevê.
Li aliyê din dewleta tirk bi Îranê re jî ketiye nava liv û tevgereke zêde û hevdîtinan pêk tîne. Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî di 24’ê çileyê de hate Tirkiyeyê û bi Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan re hevdîtin kir. Hate gotin ku ji bilî êrişên Îsraîlê yên li dijî Filistînê rojeva bingehîn a hevdîtinan xetên enerjiyê yên nû ku tên xwestin li herêmê bên çêkirinin.
Rojnamevan Azîz Koyluoglû geşedanên dawî ji ajansa me re nirxandin.
DU PLANÊN KU ÎRAN JÊ ACIZ E
Koyluoglû, bi lêv kir ku li Rojhilata Navîn têkildarî xeta enerjiyê hesabeke cuda ya her dewletê heye û wiha got: “Di rewşa heyî de di navbera Îran û Tirkiyeyê de li ser du xalan berberiyeke cidî heye. Destpêka van Asyaya Navîn e. Projeya xeta enerjiyê ya ji komarên tirkî were û bê çêkirin heye. Gaza Tirkmenistan-Azerbaycanê bi rêya koridora Zengezor û li ser Ermenistanê were Tirkiyeyê û li ser Tirkiyeyê bibin Ewropayê heye. Îran di vê mijarê de muxalefeteke cidî dike. Ji ber ku avakirineke korîdoreke wiha tê wateya rawestandina hatin û çûyînên li ser Îranê. Îran ji vê hatin û çûyînê pereyekî cidî qezenc dike. Ya duyemîn jî; rêya pêşketinê ya Iraqê di rastiyê de xeteke li dijî polîtîkaya Îranê ye. Rêya pêşketinê ya Îranê li ser esasê avakirina xeteke rê û enerjiyê ya ji Kendava Basrayê heta Tirkiyeyê ji Tirkiyeyê heta Ewropayê ye. Helbet ev xeteke di heman demê de Çîn piştevaniya wê dike ye. Çîn bi taybetî li Kendava Basrayê bendergeheke aktîf ava dike. Tê gotin ku dê ev bendergeh bibe yek ji bendergehên li Rojhilata Navîn a herî mezin. Îran li dijî vê rêyê ye jî. Ji ber ku ev rê Îranê derbas dike. Ev xet dê bibe xeteke ku di rojên pêş de derketina gaza Îranê ya li Ewropa û cîhanê asteng bike.
NOXTEYA HEVPAR A 3 WELATAN: DIJBERTIYA KURDAN
Koyluoglû, bi lêv kir ku Îran ji her du rewşan jî aciz e û wiha berdewam kir: “Ev her du xet jî Tirkiyeyê dikin navend. Di vê astê de Îranê sekna xwe ya polîtîk nîşan da. Îran dixwaze koridora Zengezorê ne ji Zengezorê, ji Azerbaycanê ber bi Îranê ve, ji Îranê ber bi Nahcîvanê ve û ji wir jî were Tirkiyeyê. Daxwazeke wê ya wiha heye lê Tirkiye li dijî vê daxwazê derdikeve. Ji ber ku dê di vê pêşniyarê de girêdayîna Tirkiyeyê ya Îranê derkeve holê. Di rewşa heyî de xala hevpar a xeta Iraq, Îran û Tirkiyeyê dijbertiya kurdan e.”
Koyluoglû, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Her çiqas li Iraqê avadaniyeke kurdan a federatif hebe jî hikumeta navendî polîtîkayeke ku derfetên vê avadaniyê bisînor dike û înîsiyatîfa wê dişkîne dimeşîne. Vê yekê jî li ser budçeyê dike. Armanca zextê jî ew e ku pergala federatî ji holê bê rakirin. Neyê rakirin jî dixwaze bê qelskirin. Îran jî piştgiriya vê polîtîkayê dike. Polîtîkayeke Îranê ya weke pergala eyaletan heye. Dixwaze li Iraqê jî polîtîkayeke weke ya wan hebe. Di vê çarçoveyê de di bingeha dijberiya kurdan de noxteyên hevpar ên Iraq-Îran-Tirkiyeyê hene. Lê ne xwedî heman polîtîkaya ne. Polîtîkaya Tirkiyeyê bi temamî li ser tasfiyekirina kurdan e. Îran jî difikire ku dê kurdan ji bo berjewendiyên xwe çawa bikarbîne.”
‘TIRKIYE HEWL DIDE TIFAQA XWE BERFIREH BIKE’
Koyluoglû, destnîşan kir ku li herêmê hevkêşeyeke piralî heye û diyar kir ku di navbera dewleta tirk û Îranê de jî li ser NATO’yê nakokî hene. Koyluoglû, anî ziman ku dewleta tirk di êrişên li dijî Herêma Kurdistana Federe de xetimî ye û wiha lê zêde kir: “Tirkiyeyê beriya niha bi PDK’ê re tifaqek kiribû û dixwaze vê tifaqa xwe berfireh bike. Dixwaze li dijî kurdan tifaqên nû li van tifaqan zêde bike. Bi awayekê dixwaze Îranê û Iraqê bikişîne cem xwe. Di vê çarçoveyê de dixwaze YNK’ê jî bigire cem xwe. Endamtiya Îsveçê ya NATO’yê qebûl kir û di vê çarçoveyê de li benda piştgiriya Amerîkayê ye. Dixwaze F-16’yên nû, roket, fuze û bombeyên nû radestî wê bên kirin. Di bingeha dijberiya kurdan de polîtîkayeke ku Amerîkayê bikişîne cem xwe dişopîne.”
HEVDÎTINA KALIN Û BARZANÎ
Koyluoglû, bal kişand ser serdanên Serokê MÎT’ê Îbrahîm Kalin û wiha domand: “Kalin bi serokkomar û serokwezîr re hevdîtin kir. Dîsa hem bi komên sunî hem jî bi komên şîî re hevdîtin kir. Armanca wan ew e ku di bingeha dijberiya kurdan de van beşan bigire cem xwe. MÎT, bi Mesût Barzanî re jî hevdîtin kir.
Koyluoglû da zanîn ku piştî hevdîtinan belgeyek ji aliyê hêzên Zerevanî yên girêdayî PDK’ê hate weşandin, di belgeyê de fermanên li ser hedef girtina PKK’ê cih digirtin û got: “Ev belge qebûl nekirin lê rojekê pişt re du gerîla di kemîna PDK’ê de birîndar bûn. PDK beriya niha jî xwedî polîtîkayeke ku hemû daxwazên dewleta tirk bi cih dianîn bû. Piştgiriya lojîstîk û îstîxbaratê dikir. Heke li Silêmaniyê û derdora wê îstîxbarata Parastinê nebe, ne pêkane ku MÎT li vir van êrişên wiha pêk bîne.”
Koyluoglû, bal kişand ku piştî hevdîtina bi Kalin re hevdîtinên di navbera PDK’ê û YNK’ê de rawestiyan û ev tişt gotin: “Hilbijartinên Meclisa Giştî yên Bajar ên Iraqê hatin kirin. Du noxteyên krîtîk hebûn, eyaletên Nînova û Kerkukê. YNK’ê li Kerkukê zêdetirî dengan wergirt. Ji ber polîtîkayên PDK’ê ji bo kurd parçebûyî ketin hilbijartinê li gorî rêjeya dengên wergirtine hejmara kursiyên wan kêm e. PDK’ê û YNK’ê li Kerkukê ji bo polîtîkayeke hevpar diyar bikin û li ser vê yekê waliyekê derxînin dest bi xebatan kiribûn. Piştî hevdîtina Îbrahîm Kalin a bi Barzanî re PDK’ê hemû hevdîtinên xwe yên bi YNK’ê re rawestandin. Ev yek jî dide nîşandan ku polîtîkaya Tirkiyeyê çiqas li ser PDK’ê bi bandor e. Piştî hevdîtina Kalin a bi Barzanî re êrişên li dijî qadên Herêma Parastina Medyayê zêde bûn û li Kerkukê sûîqest hate kirin.”
PÊŞMERGEYÊN ZEREVANÎ, GULAN Û ROJ
Koyluoglû got ku “PDK di dijminatiya kurdan de israr dike. Li dijî kurdan polîtîkayeke dijminane dişopîne. Vê yekê jî li ser navê kurdbûnê dike” û wiha bi lêv kir: “Ev polîtîkaya hevpar niha li ser sê hêzan dimeşe. Ev hêzên Zerevanî, Gulan û pêşmergeyên Roj ên ji kurdên Rojava avakirine ku rêxistinên sûc in û avadaniyên çete yên PDK’ê ne. Ev hêz xistine dewreyê û ev hêz bi Tirkiyeyê re bi awayekî hevpar tevdigerin. Parastin li navenda vê pergala fermandariyê cih digire.”
‘DI SERDEMA XWE YA HERÎ QELS DE YE’
Koyluoglû diyar kir ku stratejiya dewleta tirk a “bikevê, paqij bike, bimîne” bi temamî têk çûye û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Armanc, hedef û hemû polîtîkayên xwe li gorî vê stratejiye plankiribûn. Moralê wan nema. Niha ji bo ku van plan û polîtîkayên xwe pêk bîne PDK bi tena serê xwe tê re nake. Ji be vê yekê dê hewl bide Iraq û Îranê heta bikare Sûriyeyê bikişîne cem xwe. Niha Tirkiye di serdema xwe ya herî qels de ye û manewrayên polîtîk jî dê nikaribin Tirkiyeyê xelas bikin.”
MA / Zeynep Dûrgût