ÎZMÎR - Zekî Bayhan ê li Girtîgeha Kiriklarê tê ragirtin, di nivîsa xwe ya ku tecrîdê weke “7 paceyan” penase kir de got ku “Dibe tecrîd sar be lê ruhê berxwedanê germ e” û destnîşan kir ku li dijî tarîtiyê berxwedan pêkan e.
Zekî Bayhan ê li Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 2’yan a Kiriklarê ya Bûcayê tê ragirtin, têkildarî polîtîkaya “tecrîdê” ya li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ê li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê tê ragirtin hate pêkanîn û belavî hemû civakê bû nivîsek nivîsî. Bayhan ê armanc û hedefên tecrîdê xal bi xal nivîsî, nivîs bi rêya parêzerên xwe gihand ajansa me.
Bayhan ê 27 sal in girtî ye, di vê demê de pirtûkên bi navê “Derketina ji Paradîgmaya Dewletê ya Qirker-Neteweya Demokratîk” , “Paradîgmaya Demokratîk, Ekolojîk, Azadîxwaziya Zayendî” , “Di sedsala 21’an de Bîrdoziya Azadiyê- Sosyalîzma Demokratîk” û “Sifira Yukselmek” nivîsandin. Bayhan di nameya xwe de tecrîda ku şiband “bêpacebûnê” weke 7 pace penase kir.
Nivîsa Bayhan a têkildarî tecrîdê wiha ye:
“Ez dizanim hûn jî ne azad in û ditirsim ku heke hûn hesasiyetên xwe yên bi vî rengî bidomînin dibe ku tecrîda we jî giran bibe. Ne wisa ye ku herkesên ne alîgirê desthilatê ne dibe ku di her kêliyê de bikeve girtîgehê. Hevalekî ciwan ê beriya çend sal berê hate girtin piştî dirûşmeyên bi çend hevalan re qîr kirin wiha got ‘Ox yaw ez li vir azadtir im, heke min ev dirûşm li derve berzkiribûna ez ê bihatama girtin’. Ez mereq dikim ku têgîna tecrîdê di feraseta mirovên li der ve de tişteke çawa tîne bîra wan. Dema hate xwestin ku ez di mijara tecrîdê de nivîsekê binivîsim tişta ewil hate bîra min ew bû ku çi dikare bê gotin. Ne ku tiştekî nebêjim tune ye, berovajiyê vê yekê ewqas tişt hene ku mirov nizane dê kîjanê çawa vebêje. Ji ber ku dema pêkanîna tecrîdê bi kurahî hate fikirîn, ewqas dermirovî ye ku derveyî hişê mirov dimîne. Ji ber wê yekê fêmkirina wê ne hêsan e.
7 PACEYÊN TECRÎDÊ
Tecrîd bêpacebûn e. Di tecrîdê de hemû pace li hundir dinêrin. Hundirê mirov… Îşkenceyeke tirsnak e ku mirov neçar bimîne tenê xwe bibîne, xwe bibihîze, xwe li her devera lê dinêre hîs bike. Belê paceyên tecrîdê yên li derve dinêrin nînin, lê mirovê li ber xwe dide rêyên afirandina kunên biçûk ên di dîwarê tecrîdê de dibîne. Hûn dizanin dema mirov rûyê xwe bi kuneke biçûk ve na û lê nêrî ew kun mezin dibe û vediguhere paceyê. Ez dizanim zehmet e ku hûn tarîtiya hundir ji ronahiya derve bibînin, lê heke hûn çavê xwe nêzîkî pencereyan bikin, dibe ku hûn hinekî bibînin.
Ez tecrîdê dişibînim 7 paceyan. Ya yekemîn ew e ku mirov di nava çar dîwaran de bigirin û ji aliyê fîzîkî ve tecrîd bikin. Aliyekî diyarde heye. Tecrîd di rastiyê de ne pêkanîneke bi wergirtina nava çar dîwaran de bi sînor e. Di tecrîdê de armanc ew e ku hişê mirov di laşê mirov de were hefskirin. Ya hilweşîner ev e. Armanca tecrîda fizîkî kontrolkirina rejîma girtîgehê, pêkanîn û teknolojiyên şopandinê jî ev e. Bi tecrîdê re hemû baldarî, hesasiyet, fikar û tirsa girtî arasteyî laşê wî tê kirin. Dema girtî kete vê kemînê dest bi qedandina xwe dike. Tecrîd siyaseta kesî bi destê xwe ber bi hilweşînê ve kaşkirin e. Fizîkî, bîrdozî-polîtîk, ruhî lê ileh hilweşîn.
TÊKBIRINA FIKRÎ
Paceya duyemîn; bi tecrîdê re armanc dikin ku mirovî bi awayekî psîkolojîk, hestiyar û fikrî têk bibin. Di şertên tecrîdê de mayîna bi kesekî an jî yek du kesên cuda re ferq dike. Bihîstina dengekî ji bilî dengê xwe mirov rehet dike, lê mirovên ku di nava şert û mercên tecrîda bi demê re belav dibe bi hev re dimînin, hêdî hêdî zindîbûn û cudatiya xwe ya ji bo hev winda dikin. Mayîna her tim a li qadeke çend metreçargoşeyî ya mirovên bi hev re dimînin, rê li ber jiberkirina refleksa hev û tevgera hev vedike û kesên bi hev re dimînin qasî ku cudatiyên xwe ji bo hev winda dikin dibin parçeyek ji pergala tecrîdê. Tecrîda yek kesî, vediguhere tecrîda sê kesî û carna tecrîda sê kesî dikare dijwartir bibe.
MIROVAN BI BÊMIROVIYÊ CEZA DIKE
Paceya sêyemîn; tecrîd pergaleke hilweşînê ye ku mirov hem bi mirovan hem jî bêmiroviyê ceza dike. Tecrîda yek kesî, mirovî bi bêmiroviyê ceza dike. Hûn dixwazin dengekî cuda bibihîzin. Li aliyê din bi tecrîda sêyan an pêncan jî bi mirovan tên cezakirin. Nizanim bê ka hûn ê fam bikin bê ka ev çi îşkenceyeke tirsnak e ku mirov kêliyeke xwe ya bi tenê jî nehêle, ku bi salan li wir bitenê bimîne. Ez behsa rewşên weke dema ku morale we xerab bibe nikarin bi derekê ve biçin, dema hûn ji kesên li cem xwe aciz bûn nikarin berê xwe bidin odeyekê û derî bigirin, dema ji ber êşa serî nikarin bisekinin, nikarin quncekî bêdeng bibînin û bêhna xwe vedin.
TÊGIHIŞTINA DEMÊ JI HOLÊ RADIBE
Pace çar; Jiyana di nava tecrîdê de xwe dispêre dubarekirina bêdawî. Her roj wekî roja din e. Bifikirin ku hûn 10-20-30 salan her tim heman rojê dijîn. Hûn wisa hîs dikin ku dema we hatiye sekinandin û têgihiştina we ya demê hatiye jêbirin.
MEKANÎK DIKE
Pace pênc; Tecrîda li ser bingeha dubarekirina bêdawî, dibe sedem ku kiryara ramanê bi demê re bi hînbûyînî bê guhertin. Jiyîna heman rojê her dem nehewce dike ku mirov tiştên ku dikin jinûve bifikirin. Hînbûyîn jî ji fikirandinê tê. Lê hiş carekê fikirî ye û kodkiriye ka dê çi çawa bibe. Ya piştî wê dubarekirina bêsînor e. Di tecrîdê de hînbûyîn jiyanê ewqas mekanîk dikin ku gelek caran bêyî ku bifikirin mirov dikin. Carna pirseke ‘Eceb min ev kir?’ dikeve hişê mirov. Hûn bi paş ve dizivirin ku we lê nêrî ye. Mirovên di girtîgehê de xuya dike ku pir difikire. Lê ev gelek caran ne fikirîneke analîtîk e. Min gotibû ku tecrîd hişê mirov di laşê wî de hefs dike. Tora ku hiş lê hatiye hefskirin jî hînbûyînin.
PERGALEK E
Pace şeş; Xelet e ku tecrîdê yek bi yek li ser pêkanînan bifikirin. Tecrîd sîstemek e, cureyeke pêkanînan e. Ji ber vê yekê têgihiştina girtî ya têkildarî pêkanînan dibe ku ne weke têgihiştina mirovekî li derve dinêre be. Mesele; her roj rojê du caran hejmar tê kirin. Girtî tên hejmartin. Tu ji dewletê bipirsî dê bibêje ‘ez ji ber ewlehiyê neçar im ku bihejmêr im’. Tu ji mirovekî derve bipirsî ‘dê bibêje ev yek tê fêmkirin, zirara wê nîne’. Di têgihiştina girtî de jî hejmartin ew e ku rojê du caran bîne bîra wî ku amûrê mayînde ye û pêkanîna zindî hiştina hişmendiya tunebûnê ye. Niha em li ser bifikirin; Gelo feraseta mirovên derve ya li ser vê pêkanînê nêzî dewletê ye yan jî nêzî kesê/a tecrîdkirî ye? Herweha ez dixwazim bala we bikişînim ser vê yekê ku çiqas îhtîmal heye ku jimartina fîzîkî were kirin da ku bizanin ka girtiyên ku 24 saetan di bin çavdêrî û şopandina her cûre amûrên teknolojîk de di hucreyê de ne yan na.
BERXWEDAN PÊKAN E
Pace heft; Tecrîd derûniya gardiyanan jî xera dike.Ne pêkane ku rêvebirên pêkanînên dermirovî normal bimînin. Mirov gav bi gav dibin gardiyan. Pergal jî vê dizane. Ji ber vê yekê gardiyanên ku bi parêzer û malbatên ji derve tên re mijûl dibin û gardiyanên ku li hundir bi girtiyan re mijûl dibin gelek caran cuda ne.Rûyê girtîgehê yê li hundir û derve dinêre heye. Ev pace ne paceyên ronahiyê vediguhêzinin, paceyên tarîtiyê vediguhêzin der ve ne. Ez dixwazim derbarê aliyê din ê meseleyê de çend tiştan bibêjim; Belê tecrîd tarîtiyeke giran e. Bi toreke bêhejmar mirovan dorpêç dike. Lê tevî van jî pêkan e ku mirov li ber xwe bide. Zor e ku li dijî tecrîdê li ber xwe bidin, divê hûn ronahiya di nava tarîtiyê de bigirin û mezin bikin. Girtiyên siyasî vê yekê pêk tînin. Berxwedan pir alî ye. Mesele nivîsîna gotareke polîtîk a rojane ya girtiyekî 10 sal 20 salan hatiye tecrîdkirin were weşandin, li dijî tecrîdê tişteke gelekî mezin e. Elbet naveroka nivîsê ya entellektuel girîng e. Lê tişta ji vê girîngtir û hêjatir ew e ku tevî bi salan hatiye tecrîdkirin jî ji rojeva têkoşîna gel qût nebûye û dikare têkildarî polîtîkaya rojane tiştekê bibêje. Ev mînaka berxwedanekê ye ku nîşan dide tecrîd bi vîna mirovan dikare were şikandin.
Girtiyên polîtîk di girtîgehê de jî di tecrîdê de jî bin kirdeyên polîtîk ên têdikoşin in. Veguhastina ji pozîsyona mijareke siyasî ya têkoşer ji bo pozîsyona mirovê mexdûr ji ber şert û mercên girtîbûn an jî tecrîdê, ew xal e ku hilweşîn ji bo girtiyê siyasî dest pê dike. Ev kemînek e. Mixabin kesên ji me dikevin vê kêmînê çêdibin. Dema ku girtiyên siyasî ji nasnameyên xwe yên siyasî û têkoşîna wan tên îzolekirin, kesê mexdûr dimîne. Armanca rejîma tecrîdê jî ev e. Guhertina girtîgehê û rejîma tecrîdê bi guhertina sîstema siyasî re pêkan e. Her wiha tê wê wateyê ku tecrîd bi lez û bez ranabe. Ji ber vê yekê , pêkan e ku destlêdan û tevkariyên biçûk li jiyan û berxwedana girtiyên siyasî yên li zîndanan bê kirin. Divê neyê ji bîr kirin ku; kesê di nava tecrîdê de herî zêde pêwîstiya xwe bi mirovan heye û mesele ne piştgiriya madî ye.
BIBIN BÊHN
Kesên ku di girtîgehê de bi awayekî herî giran tecrîdê dijîn, girtiyên siyasî ne ku cezayê muebbetê yê girankirî li wan hatiye birîn. Li girtîgeha ez lê me 9 kes in li 3 girtîgehên kampûsa em lê tên ragirtin jî bi giştî 20 kes in. Her yek ji parêzerên welatparêz, şoreşger, demokrat wekaleta van hevalan bigire û tenê 3 mehan carekê bi wan re hevdîtinekê bikin jî dikarin ji van hevalan re bibin bêhnek. Dîsa heke her mirovên bihestiyar ku ne parêzer be û nikare hevdîtinê bike ji van hevalan re bibe hevalê nameyê û çend mehan carekê pirtûkek du pirtûkan bişîne dikare bibe bêhnek. Destlêdanên bi vî rengî pir zehmet in? Teqdîr a we ye. Min pêşniyar kir. Divê ji cihê herî giran tecrîdê bigirin û ji wir dest bi têkoşînê bikin. Em wir ji bîr nekin! Dibe ku tecrîd sar be lê ruhê berxwedanê germ e. Ez bi germahiya kesên li ber xwe didin we hemûyan bi hezkirin û rêzdarî silav dikim.”
MA / Tolga Guney