MÊRSÎN - Ji parêzerên ku ji bo hevdîtinê bi Abdullah Ocalan re bikin serî li Wezareta Dadê dan Mehdî Zana Kaya got: "Heta ku tecrîd hebe dê şer jî hebe û dê mirov bimirin. Lewma rabûna li dijî tecrîdê, mafê aştiyê yê vê civakê ye."
Agahînegirtina ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ê li Girtîgeha Tîpa F a Ewlekariya Bilind a Îmraliyê, ket meha 35'an. Ji ber vê ji 27'ê Mijdara 2023'yan girtiyên li girtîgehên bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê di greva birçîbûnê de ne û xizmên wan û Dayikên Aştiyê jî Nobeda Edaletê digirin. Herî dawî hezar û 330 parêzer ji bo bidawîbûna tecrîdê serî li Wezareta Dadê dan ku hevdîtinê bi Abdullah Ocalan re bikin. Yek ji van parêzeran endamê Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) Mehdî Zana Kaya têkildarî sedema serlêdanê axivî.
Kaya diyar kir ku tecrîda li ser Abdullah Ocalan ji sala 1999’an vir ve hatiye girtin û ev niha bi astengkirina hevdîtinan didome. Kaya destnîşan kir ku armanca tecrîdê ew e ku Abdullah Ocalan ji civakê bê dûrxistin û bal kişand ser qedexekirina hevdîtina bi malbatê û parêzeran re û helwesta CPT'yê.
'TECRÎD ŞER E'
Kaya anî ziman ku hemû krîzên civakî, siyasî û aborî yên li welêt bi tecrîda li Îmraliyê ve girêdayî ne û got ku sedema vê yekê jî ew e ku desthilat dixwaze pirsgirêka kurd bi şer çareser bike. Kaya wiha pê de çû: “Her kes hay bi helwesta muxatabiyê ya Abdullah Ocalan a di çareseriya pirsgirêka kurd de dizane. Em vê rastiyê jî dizanin ku bi milyonan kes dibêjin 'Rêberê min Abdullah Ocalan e'. Dema ku pêvajoya diyalogê bi Ocalan re nebe, şer rû dide. Ji bo şer aboriyeke mezin tê xerckirin. Ji ber vî şerî gel rastî xizanî û betaliyeke mezin tê. Dema hevdîtin bi Ocalan re neyê kirin, dê ji bilî têkoşînê tiştekî din nemîne û ji ber ev pêvajoya diyalogê tune ye ev demeke dirêj e her du alî şer dikin."
Kaya destnîşan kir ku bi awayekî demokratîk çareserkirina meseleya kurd û aramiya civakî encax bi hevdîtina bi Abdullah Ocalan re pêkan e û got ku di navbera salên 2013-2015'an de ev yek esas hat girtin. Kaya îşaret bi pêvajoya 2013-2015'an a di navbera Abdullah Ocalan û dewletê de kir û got: "Me hemûyan rehetiya civakî û siyasî ya wê serdemê dît. Eger pêvajoyeke wiha dubare bibe, dibe ku em careke din wan roja bibînin."
'EV MESELE TENÊ NE MESELEYA KURDAN E'
Kaya, bi bîr xist ku li seranserê Tirkiyeyê 775 parêzerên li 29 baroyên cuda qeydkirî û paşê ji 22 welatên cuda, bi taybetî jî ji welatên Ewropayê 350 parêzer û ji Rojhilata Navîn 756 parêzer û herî dawî jî di çileyê de ji 35 baroyan hezar û 330 parêzeran serî li Wezareta Dadê dane û got ku ji bo şikandina tecrîdê hewldanên bi vî rengî girîng in.
Kaya anî ziman ku li gel hemû hewldanan jî rayedar bêdeng mane û wiha dewam kir: “Bêdengiya bi vî rengî ji ber polîtîkbûna darazê ye. Hemû saziyên din bi taybetî jî daraz di bin zextên desthilatê de ye. Em di wê baweriyê de ne ku gava dest ji rêbazên şer bê berdan, dê Rojhilata Navîn bibe warê jiyanê. Ji bo vê em difikirin ku divê bi Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk were. Hêza siyasî ya heyî, demekê berê ji bo vê tevgeriya, lê mixabin desthilatê vê yekê ji bo domandina desthilata xwe bi kar anî. Ev rewş ne tenê pirsgirêka kurdan an jî muxalefetê ye. Em dizanin ku nasnameyên serdest jî bandor ji vê pêvajoyê girtin. Me dît ku di van demên dawî de gelek leşker mirin. Heta ev rewş bidome wê şer jî bidome û mirov bimirin. Lewma rabûna li dijî tecrîdê mafê aştiyê yê vê civakê ye. Divê hemû kes ji bo vê bitêkoşe."
MA / Ergîn Çaglar