ENQERE - AYM’ê îdia kir ku girtin, binçavkirin û tevdîra kontrola edlî ya ji bo Parlamenterê DEM Partiyê Sirri Sureyya Onder û siyasetmedarên girtî Zeynep Olbecî, Alp Altinors û Bulent Parmaksiz de “li dijî hiqûqê nîne.”
Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) têkildarî serlêdana Parlamenterê Partiya Wekhevî û Demkokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Sirri Sureyya Onder û siyasetmedarên ji Doza Kobanê girtî Zeynep Olbecî, Alp Altinors û Bulent Parmaksiz di 23 û 24’ê çileyê de biryara xwe dabû. AYM’ê hinceta biryara xwe eşkere kir.
Balkêş e ku AYM’ê di biryara xwe ya têkildarî Onder de cih da parvekirinên hesaba ku bi navê Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûrat Karayilan hatiye vekirin. Li gel ku tê zanîn ev hesab a Karayilan nîne jî, di 5’ê cotmeha 2014’an de peyamek hatiye parvekirin û ev parvekirin weke çavkaniya çalakiyên di 6-8’ê cotmeha 2014’an de li Kurdistan û Tirkiyeyê hatin lidarxistin, hate nîşandan.
ÎfADEYÊN ‘ŞAHIDAN’ WEKE RASTÎ QEBÛL KIR
Her wiha îfadeyên şahidên nepen û eşkere ku di gelek dozan de derket holê ku îfadeyên wan rast nînin jî di hincetê de cih girtin. AYM’ê destnîşan kir ku serlêdana Onder di çarçoveya “azadiya şexs û mafê ewlehiyê” de kiriye, hêj rêyên hiqûqa navxweyî bi dawî nebûn hatiye kirin. AYM’ê ji ber vê hincetê, serlêdana bi vî sernavî hatiye kirin red kir. Her wiha AYM’ê îdia kir ku sepana cezayê ya tevdîra kontrola edlî jî azadiya geştê binpê nake û ev serlêdan jî red kir. AYM’ê ji bo serlêdana ku axaftinên Onder dibin mijara sûcdarkirinê jî nirxand û got ku têkildarî van axaftinan dadgehan hêj biryara xwe nedane lewma lêkolînkirina wê mimkin nîne.
REWŞA GIRTÎ YA ALTINORS LI GORÎ HIQÛQÊ NIRXAND
Endamê MYK’a HDP’ê yê beê Alp Altinors di Doza Kobanê de 4 sal in girtî ye û bi sedema “binpêkirina azadiya şexs” serlêdan kiribû. Dadgeha herêmî Altinors bi îdiaya “xerakirina yekitî û yekparetiya dewletê” didarizîne û li gel ku hêj dadgehê biryar nedaye jî Altinors hatibû girtin. AYM’ê ev rewş nirxand û got ku guncav e. AYM’ê her wiha îdia kir ku gumana revê ya Altinors heye.
AYM’ê her wiha serlêdana Bulent Parmaksiz a di 17’ê kanûna 2020’an de bi sedema “tevdîrên girtin û binçavkirinê hiqûqî nebûn, ji ber biryara nepeniya dosyayê mafê azadî û ewlehiyê hatiye binpêkirin” jî got ku hêj hemû rêyên hiqûqa navxweyî nehatine bikaranîn û ev serlêdan red kir. Ji bo serlêdana “girtin, hiqûqî nebû” jî got ku derheqê serlêdêr de gumana sûc a zêde hebû.
JI BO SERLÊDANA OLBECÎ JÎ HEMAN HINCET NÎŞAN DA
Siyasetmedar Zeynep Olbecî jî di 17’ê sibata 2021’ê de bi sedema ku tevdîra girtin û binbçavkirinê derhiqûqî bû serlêdan kiribû. Serlêdana Olbecî jî bi heman hincetan hate redkirin.
MA / Firat Can Arslan