RIHA - Huseyîn Yilmazoglûyê ku 6 sal in ji bo 2 kurên xwe ji nava dafika tiryakê rizgar bike têdikoşe, pirsî bê la tiryak çawa ji noqteyên lêgerînê re derbas dibe û di çavdêriya kê de tê navçeyê.
Riha yek ji wan bajaran e ku bikaranîna tiryakê roj bi roj lê zêde dibe. Li bajarê ku nifûsa wê zêdeyî 2 milyon û 300 hezarî ye, temenê bikaranîna tiryakê daketiye 11 saliyê. Lê li vir tenê Navenda Tedawiyê (AMATEM) ya xwedî 30 nivînan û Navenda Tedawiyê ya Alkol Madeyê ya Zarokan (ÇEMATEM) ya xwedi 15 nivînan heye. Ji ber nebûna têkoşîneke bibandor a li dijî tiryakê, mirin zêde dibin û der barê tiryakker û tiryakfiroşan jî tu tevdîr nayên girtin.
Bi taybetî li navçeya Pirsûsê ku li sînorê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye û di têkoşîna azadiya gelê kurd de xwedî cihekî girîng e, peydakirina tiryakê ji peydakirina xwarinên bingehîn hêsantir bûye. Li navçeyê hejmara polîs û leşkeran gelekî zêde ye û navçe bi kamerayên mibeseyê tê şopandin û gelek deverên lêgerînê lê hene, lê nayê zanîn ku çawa her cure tiryak bi rihetî dikeve navçeyê. Gava mirov bixwaze bê navçeyê divê di gelek deverên lêgerînê re derbas bibe.
Em li ser rewşa navçeyê bi Huseyîn Yilmazoglû (45) re axivîn ku 2 kurên wî ji zarokatiya xwe ve ketine dafika tiryakê.
6 SAL IN TÊDIKOŞE
Bav Yilmazoglû bilêv kir ku kurê wî yê mezin B. Yilmazoglû (20) di 14 saliya xwe de û kurê wî yê biçûk D. Yilmazoglû (18) jî 6 sal berê dest bi bikaranîna tiryakê kiriye û got ku ew ji bo rizgarkirina zarokên xwe têdikoşe. Yilmazoglû diyar kir ku gava ew li derve dixebitî zarokên wî dest bi tiryakê kirine û wiha got: “Zarokên min li dibistanê fêrî tiryakê bûn. Ez piştî du salan pê hesiyam ku kurê min ê mezin tiryakê bi kar tîne. Çawa pê hesiyam min ji bo rizgarkirina zarokên xwe li ber xwe da. Lê belê, di heman salê kurê min ê din jî dest pê kir. Ji bo rizgarkirina wan çi ji destê min tê ez dikim. Rayedarên rêveberiya herêmî yên ku ez dixwazim pêwendiyê bi wan re deynim, randevûyê nadin."
Yilmazoglû diyar kir ku gelek caran xwestiye bi Midûrê Polîsan ê Pirsûsê û Qeymeqamê Pirsûsê re hevdîtinê bike, lê daxwaza wî nehatiye qebûlkirin û wiha got: “Li Pirsûsê hema bêje di her malbatê de pêgirtiyên tiryak hene. Ji ber ku ez li dijî tiryakê tevdigerim, gelek caran polîsan gef li min xwar. Wezîrê Karên Navxweyî her roj daxuyaniyan dide û îdia dike ku 'li dijî tiryakê têdikoşin'. Lê belê li Pirsûsê têkoşîn nayê kirin. Ger têkoşîn hebûya li ber dibistanê nedihat firotin. Hemû mamoste jî vê yekê dizanin. Canê min êşiya, bila yên kesên din neêşe. Ji bo vê ez gelek caran çûm cem Midûrê Perwerdeya Neteweyî ya Navçeyê, min jê re got, lê tu bertek nîşan neda."
‘ÇAWA TÊ NAVÇEYÊ?'
Yilmazoglû bal kişand ser belavbûna tiryakê ya li navçeyê û wiha got: “Carinan em ji bo xwarinê li bexdenûzê digerin, lê em nikarin peyde bikin. Lê belê li navçeyê xwegihandina û bidestxistina her cure tiryakê pir hêsan e. Li nava çarşiyê bi xwe jî tê firotin. Hin kes xwe li nedîtinê datînin. Dema ez dadikevim nava navçeyê, li nuqteyên lêgerînê du caran têm sekinandin û li ser min digerin. Lê ev tiryak çawa tê navçeyê? Ev di bin çavdêriya kê de tê? Fêm nakim. Zarokên biçûk torbecîtiyê dikin."
‘RAYEDAR GUH LI GILIYAN NAKIN'
Yilmazoglû bang li gelê Pirsûsê kir û got: “Divê em li hemberî vê yekê bêdeng nemînin. Heke wiha dewam bike em ê nikaribin zarokekî ku daxulî nava tiryakî nebûye jî bibînin. Îro zarokên min sibê zarokên we ne. Ev çerx her roj berê xwe dide zarokên malbatên din. Kurê min ji bo bidestxistina tiryakê zirarê dide xwe. Eşyayên me didize û difiroşe. Bi şev pêlav û kincên xwe vedişêrim. Heta cil û bergên ku li xwe dike jî difiroşe. Li malê tu tişt nehiştiye. Min giliyê wî kir, lê rayedar giliyên min esas nagirin. Min serî li her derê da, lê ji ber ku wî nexwest gotin ew nikarin ji bo tedawiyê wî li cihekî razînin. Zarokê ku tiryakê bi kar tîne nikare xwe îfade bike, dê çawa bi rizaya xwetedawiyê qebûl bike? Kurê min li ber neynikê bi xwe re dipeyive. Min û hevjîna xwe gelek caran xwîna wî paqij kiriye. Dê kîjan dê û bav li ber tiştekî wiha deyax bikin?"
‘BERPIRS MIDÛRIYETA POLÎSAN E'
Yilmazoglû bang li rayedarên dewletê, siyasetmedar û parêzvanên mafên mirovan kir û got: “Em qediyan, em nikarin deyax bikin. Demildest divê çareyek bê dîtin. Zarokên min dema tiryakê bi kar tînin zirarê didin xwe û hawirdora xwe. Heger zarokên min sibê dusibe zirarê bidin dê, bav anjî xwişkên xwe, berpirsê vê amîrê polîsan, midûrê midûriyeta polîsan û qeymeqamê nû tayinî Pirsûsê hatiye kirin bi xwe ne. Rayedar ew in."
MA / Emrûllah Acar