DÎLOK - Hevserokê Şaxa OHD'ê ya Dîlokê Mûstafa Yalçin diyar kir ku tevî 2 sal û 6 meh û 15 roj derbas bûne jî ji bo serlêdana 770 parêzeran a ji bo hevdîtina bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re tu bersiv nehatiye dayîn û got: “Daxwaza me bi tu awayî nehatiye bersivandin. Lê ev nayê wê wateyê ku em ê serlêdanê nekin. Dê serlêdanên me bidomin."
Çalakiya greva birçîbûnê ya dorveger ku girtiyan ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û ji bo azadiya wî ya fizîkî dan destpêkirin, di roja 14’emîn de didome. Çalakiya ku di çarçoveya kampanya "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî" di 27'ê Mijdarê de dest pê kir, wê heta 15'ê sibata 2024'an bidome.
Girtiyan beriya niha bi grevên birçîbûnê û rojiya mirinê tecrîdê şikandibûn û kiribûn ku bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re hevdîtin bên kirin. Herî dawî di encama çalakiyan de ku di 8’ê mijdara 2018’an de bi pêşengiya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guvenê dest pê kiribûn û di 30’yê nîsana 2019’an de veguherîbûn rojiya mirinê û 200 rojî dom kiribûn, Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan 5 caran hevdîtin bi parêzerên xwe re pêk anî. Greva birçîbûnê û rojiya mirinê di 26’ê gulanê de li ser banga Abdullah Ocalan bi dawî bûbû. Abdullah Ocalan ku di 27'ê nîsana 2020'an de cara ewil li Îmraliyê dmafê xwe yê telefonê bi kar anîbû, di 25'ê adara 2021'ê de cara duyemîn bi birayê xwe Mehmet Ocalan re bi telefonê axivîbû. Lê hevdîtina dawî di nîvî de qut bûbû. Ji wê çaxê heya niha, 990 roj in, tu xeber ji Abdullah Ocalan nayê girtin.
Ji îmzevanên kampanyaya îmzeyê ya 770 parêzeran ku bi daxwaza hevdîtina bi Abdullah Ocalan re ji aliyê Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) hatibû destpêkirin, Hevserokê Şaxa OHD'a Dîlokê Mûstafa Yalçin, tecrîda mutleq û grevên birçîbûnê yên di 27'ê Mijdarê de dest pê kirin, nirxand.
Hevserokê Şaxa OHD'ê ya Dîlokê Mûstafa Yalçin
‘DÊ SERLÊDANÊN ME BIDOMIN'
Yalçin, anî ziman ku serlêdana 770 parêzeran a ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re 2 sal û 6 meh û 15 rojan in nehatiye bersivandin û wiha got: “Serlêdana me nehatiye bersivandin. Her wiha serî li sazî û rêxistinên navneteweyî jî didin û daxwazên xwe radigihînin. CPT û NY serlêdanên me qebûl dikin, lê ji ber sedemên siyasî tenê şermezar dikin an jî daxuyaniyên bi vî rengî didin. Ji ber vê yekê di qada navneteweyî de me pêşketineke zêde bi dest nexist. Lê ev nayê wê wateyê ku em ê serlêdanên xwe nekin û dê niakribe dengê me bitepisîne. Dê serlêdanên me bidomin."
BIRYARÊN SIYASÎ YÊN CPT'YÊ
Yalçin, da zanîn ku di lîteratura hiqûqa navneteweyî de xebernegirtina ji Rêberê PKK'ê Ocalan bi feraseta 'încommunîcado"yê tê ravekirin û wiha got: "Nebûna xebernegirtina mutleq û tecrîda mutleq heman tişt in. CPT, di vê mijarê de rola xwe nalîze. Rapora serdana xwe ya dawî ya Îmraliyê bi hinceta ku Tirkiye daxwaz nekiriye, eşkere nekir. Erka rêxistinên navneteweyî ne girtina biryarên siyasî, girtina biryarên yasayî ye. Biryarên CPT'yê ne hiqûqî ne, tenê siyasî ne. Di van demên dawîn de AÎHM di vê mijarê de hin biryarên siyasî yên ku cihê wan di qanûnê de nîn e, distîne. Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan jî wekî bi hezaran girtiyên din girtî ye û divê wekî wan xwedî maf be. Divê ev şert bên bicihanîn."
Yalçin, bal kişand ser grevên birçîbûnê yên li girtîgehên Tirkiye û Kurdistanê kudi 27’ê Mijdarê de ji aliyê girtiyên siyasî ve hatine destpêkirin û got: “Ji ber ku tecrîd didome girtî di greva birçîbûnê de ne. Berê jî di dîrokên cuda de grevên birçîbûnê hebûn û girtiyan jiyana xwe ji dest dabûn. Wekî OHD em grevên birçîbûnê yên li girtîgehên Dîlok û Kilîsê dişopînin. Berî ku xebereke xemgîn bê divê Wezareta Dadê vê tecrîdê rake. Ger îdiayeke wan a wekî 'em dewleta hiqûqê ne' hebe, nexwe divê li gor vê tevbigerin. Em tiştekî zêde daxwaz nakin. Em daxwaz dikin ku ew mafên ji bo hemû girtiyan esas tên girtin ji bo Abdullah Ocalan jî esas bên girtin. Ev mafên wan ên herî xwezayî ne."
BANG LI RÊXISTINÊN HIQÛQÊ Û DEMOKRATÎK KIR
Yalçin, bang li hemû saziyên hiqûqî û bi taybet baroyan kir ku grevên birçîbûnê yên li girtîgehan tên meşandin bişopînin û ev tişt got: “Wekî OHD bi qasî ku ji destê me tê em ê binpêkirinên mafan ên li hemû girtîgehên Tirkiyeyê bişopînin. Encamên neşikandina tecrîdê wê ne tenê bibe sedema grevên birçîbûnê û mirina li girtîgehan. Ev tecrîda didome dibe sedema xitimîna siyasî û burokratîk û sedema gelek pirsgirêkan li Rojhilata Navînê. Ger tecrîda li ser Abdullah Ocalan bê rakirin dê gelek pirsgirêk çareser bibin. Me ev berê dîtiye. Dema ku hema hinekî jî tecrît tê şikandin, li welêt atmosfera aştiyê serdest dibe. Ji bo vê atmosferê divê hemû baro û saziyên hiqûqê rola xwe bilîzin. Divê hemû rêxistinên girseyî yên demokratîk li derve bibin dengê zindanan. Em wekî parêzer dixwazin demildest bi muwekîlê xwe re hevdîtinê bikin. Divê kes netirse û îtîrazên xwe bîne ziman. Berê jî tecrîd hatiye şikandin, lewma divê her kes ji bo careke din tecrîd bişikê, çi ji desta bê bike."
MA / Emrûllah Acar