AMED - Hevserokê Komeleya Lêkolîn û Piştgiriyê ya 78’an a Amedê Ahmet Ertak, têkildarî Girtîgeha Amedê ya Hejmara 5’an ku dixwazin bikin ‘Muzexaneya Bîranîn û Etnografyayê’ axivî û da zanîn ku wan li Enqereyê ji bo ku ew der bibe ‘Muzeya Mafên Mirovan’ hevdîtin kirine.
Zindana Amedê ya Hejmara 5’an ku piştî darbeya 12’ê Îlona 1980 bû navenda îşkenceyê û biryargeha leşkerî, ji hêla Wezareta Çand û Tûrîzmê ve dibe Muzeya Bîranîn û Etnografyayê. Li Zindana Amedê ku bi qasî 30 hezar kes di bin dezgehên îşkenceyê re derbas bûne, xebatên kirina muzeyê dest pê kirine û hemû xebat jî bi awayekî veşartî tên kirin. Şahidên wan îşkenceyan, partiyên siyasî û saziyên sivîl ên Amedê têkildarî vê mijarê ku demeke dirêj e dixwazin Zindana Amedê bibe “Muzeya Mafên Mirovan” xebatan dimeşînin. Lê heta niha ti pêşketinên berbiçav nehatine bi dest xistin û hema bibêje hemû serdan û serlêdanên wan bê bersiv mane. Herî dawî sazî û dezgehên sivîl ên Amedê şandeyek diyar kirin û li Enqereyê bi partiyên siyasî û saziyên sivîl re hevdîtin pêk anîn.
Têkildarî xebatên hatine kirin û yên dê bên kirin Hevserokê Komeleya Lêkolîn û Piştgiriyê ya 78’an a Amedê Ahmet Ertak ji ajansa me re axivî û behsa van hevdîtin û xebatên xwe kir.
Ertak, bal kişand ser girîngiya Zindana Amedê ya Hejmara 5’an û da zanîn ku li cîhanê di nava girtîgehên herî zêde hovîtî, îşkence û qetlîam tê de hatine kirin di rêza 10’emîn de ye. Ertak, diyar kir ku 12’ê Îlona sala 1980’ê darbeya leşkerî ya faşîst pêk hat û yekemîn armanca vê darbeyê kesên ji bo azadiyê ketine di nava hewldanan de, ji bo vê yekê xebatek dane birêvebirin û seknek dane nîşandan bûn. Ertak, destnîşan kir ku qasî ku tê zanîn ji sala 1980 heta 1984’ê hovîtiyên herî mezin di vê girtîgehê de hatine kirin û wiha got: “Li gor belgeyên serfermandariya giştî 60 kesan jiyana xwe ji dest dane û 30 hezar kes jî di bin van dezgehên îşkenceyê re derbas bûne. Ti cureyên îşkenceyê nemane ku li vir nehatine bikaranîn. Armanca herî mezin û sereke jî şikandina vîna gelekî, azadiya civakê bû. Hezar sal bi ser re derbas bibin jî ew îşkence, hovîtî û wehşetên ku li Zindana Amedê hatine kirin, nayên jibîrkirin. Lewma hejmara ew kesên ku wê demê bi wan îşkenceyan re rû bi rû mane, şahidên wan rojan in bi hezaran in.”
‘10 HEZAR KESAN SERÎ LI DADGEHÊ DAN’
Ertak, anî ziman ku gelek komeleyên navneteweyî ji bo ku hovîtiyên bi vî şeklî neyên jiyîn û ji bo siberojê bên parastin xwestin weke nimune û bîranînekê, ev girtîgeh bibe Muzexaneya Mafên Mirovan. Ertak, diyar kir ku ev demeke dirêj e, bandora darbeya leşkerî ya 12 Îlonê li ser civakê didome û ji salên 2000’an û pê ve ew kesên yekemîn di wan îşkenceyan re derbas bûne, ketin nava lêgerînek li ser mafên kesayetî, civakî û gelê kurd. Ertak, bi domdarî wiha got: “Bi awayekî rêxistinî dest bi vî karî hatiye kirin. Di esasê xwe de li dijî vê hovîtiyê sekna herî zêde di sala 2007’an ve pêk hatiye. Ji bo ku heqîqeta wê demê derbikeve holê û kesên di vê demê de sucdar in bên darizandin xebat hatin destpêkirin. Nêzî 10 hezar kesan ku di wê demê de ew hovitî jiyan, serî li dadgehan dan. Herî zêde komîsyona bi akademîsyenan, pêşengên saziyan hatiye avakirin, dozek dan destpêkirin. Di wê demê de tiştek din jî hat kirin û gotin ku ‘Divê Zindana Amedê bibe muzeya mafên mirovan’.”
‘SOZÊN HATINE DAYÎN PÊK NEHATIN’
Ertak, bal kişand ser pêvajoya aştiyê û got ku ji 2007’ê heta 2012’ê xebatên li ser Zindana Amedê ku bibe muzexane, gihiştin merheleyekê. Ertak, bi lêv kir ku wê demê ji bo pirsgirêka kurd bi awayekî demokratîk bê çareserkirin, pêvajoyek aştiyê jî hatibû destpêkirin. Ertak, da zanîn ku derfetên wê demê hinek pêşiya vê xebatê vekir û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Lê ev derfet bi tena serê xwe ne bes bû. Ji sala 2016’an ve nêzîkatiyeke ku ew sozên hatibûn dayîn, weke ku nehatine dayîn derket holê. Wê demê hevalên di rêxistinê de, hevalên herêmê ku ew hovitî jiyan e û saziyên me 100 hezar îmze kom kirin. Ev îmze birin parlementoyê, bi partiyên siyasî re parve kirin û Serokê Meclİsê yê wê demê Cemîl Çîçek re hevdîtin hat kirin. Gotin ku ‘Erê, ev der dê bibe muze.’ Ev soz jî hat jibîrkirin. Piştî vê yekê di vê mijarê de hinekî bêdengî çêbû. Di tîrmeha 2023’yan de me agahiyek stand. Me zanî ku bi lezgînî li ser Girtîgeha Amedê projeyek hatiye amadekirin û ev proje ne li ser heqîqeta hatiye jiyîn, li ser etnografiyê hatiye amadekirin.”
‘NAVEROKA GIRTÎGEHÊ TÊ VALAKIRIN’
Ertak, da zanîn ku gava nû dest bi axaftina kirina muzeyê ya Zindana Amedê hatiye kirin, hevalan gelek caran binê wê xêzkiribûn ku navê vê muzeyê dê bibe Muzeya Mafên Mirovan. Ertak, diyar kir ku wan jî li ser vê mijarê bi kesên berpirsiyar re hevdîtin kiriye û bi domdarî wiha got: “Tişta me ji wan fêm kirî ew e ku naveroka girtîgehê tê valakirin, ew bîr tê windakirin û heqîqeta li wir hatiye jiyîn li ber çavan nayê girtin. Ji 5 blokan tenê dê blokek û nîv bibin bîr. Me pirsî û me got ‘Ew kesên wê demê yên weke Mazlûm Dogan, Kemal Pîr, Hayrî Dûrmûş, Alî Çîçek hwd.’ ku di vê girtîgehê de wê demê jiyana xwe ji dest dane û bi îşkenceyê hatine qetilkirin, wê di biyografiya wan de çi bê nivîsîn?’ Gotin ku ‘Em nikarin li ser vê yekê tiştekî bibêjin.’ Me fêm kir ku ew der nabe muzeyeke mafên mirovan.
Me hewldanên xwe berdewam kirin û me li Amedê gelek saziyan xwe yên demokratîk, çandî, ked û hiqûqî re hevdîtinek kir. Me di encama wê hevdîtinê de komîsyonek ava kir û vê komîsyonê dest bi xebatan kir. 20’ê tebaxê li Amedê panelek hat lidarxistin û em di vê panelê de li ser tiştekî sekinîn; ‘Gelo em weke saziyên sivîl ên Amedê ji bo Zîndana Amedê çi dixwazin?’. Li wê derê deklarasyonek hat amadekirin û ev deklarasyon jî di 31’ê tebaxê de di bin îmzeya 108 sazî, komele û partiyên siyasî de bi raya giştî re hat parvekirin. Her wiha me bi saziyên çandî yên fermî re jî hevdîtin kir û me ji wan re got ku ‘Em dixwazin ew bîra wê demê neyê windakirin, ew heqîqeta li wê derê hatiye jiyîn bikeve meriyetê û li wê derê bi cih bibe.’ Lê li ser vê yekê gelek şikên me yên mezin hene.”
LI ENQEREYÊ BI GELEK PARTIYÊN SIYASÎ Û SAZIYAN RE HEVDÎTIN KIRINE
Bi domdarî Ertak behsa hevdîtinên xwe yên vê dawiyê li Enqereyê pêk anîne kir û da zanîn ku ew bi saziyên sivîl ên Amedê re ku di nava wan de Komeleya 78’an, Baroya Amedê, ÎHD, KESK, TMMOB hwd. heye, şandeyek amade kirine û wan li Enqereyê bi gelek partiyên siyasî, sazî û dezgehan re yên weke Partiya Saadetê, Partiya Devayê, HEDEP’ê, nûnertiya giştî ya ÎHD’ê, nûnertiya giştî ya TMMOB’ê, Yekitiya Baroyên Tirkiyeyê hwd. hevdîtin kirine.
Ertak, diyar kir ku ew dê xebatên wan sazî û partiyan bişopînin û ev tişt got: “Me xwest bi AKP’ê re jî hevdîtinekê bikin, lê em qebûl nekirin û gotin ku ‘Kesê bi we re hevdîtinê bike ne li vir e û em ê ji bo rojeke din randevuyê bidin we.’ Her wiha CHP’ê jî, ji ber ku kongreya xwe kiribû, kesê ku em muxatab bigirin nebû. Lê ev yek di rojeva me de ye û em ê di siberojê de bi wan re jî hevdîtinekê bikin. Me xwest bi parlementerên AKP’ê yên Amedê re jî werin ba hev û me ji Galîp Ensarîoglû randevû xwest. Em çûn û me bi wî re hevdîtinek kir û me ji wî re got ku ‘Em dixwazin Zindana Amedê û her santîmetreya heqîqeta li wir hatiye jiyîn bê parastin. Her wiha me xwesteka xwe ya dîtina nava zîndanê jî anî ziman ji ber ku girtîgeh niha di çi rewşê de ye em nizanin.”
DÊ JI HÊLA WEZARETÊ VE LIJNEYEK BÊ AVAKIRIN
Di berdewamiyê de Ertak, bal kişand ser lijneya nû ku dê ji hêla Wezareta Çand û Tûrîzmê ve bê avakirin û anî ziman ku ew nizanin ka dê kî di nava vê lijneyê de cih bigirin. Ertak, got ku ew niha nizanin di hundirê girtîgehê de çi dibe an jî çi tê kirin û wiha berdewam kir: “Ensarîoglû jî got ku ‘ez jî wê demê ketime girtîgeha Amedê.’ Me jî, ji wî re got ku ‘Heta cihekî ketina vê zîndanê biwate ye, lê esas xwedî derketin tişta herî mezin e.’ Em dixwazin şahidên wê demê, sazî û dezgehên Amedê di nava vê lijneyê de cih bigirin. Heke em bi vî awayî xwedî lê derbikevin, dê heqîqet bê parastin. Lê mixabin heta niha me tu agahî ji vê projeyê nestandiye.”
‘BERPIRSIYAR GELÊ KURD E’
Ertak, da zanîn ku ew ê weke kesên şahidê wê demê, malbatên kesên jiyana xwe ji dest dayîn, sazî û dezgehên Amedê daxwaznameyan ji Wezîrê Çand û Tûrîzmê re bişînin û anî ziman ku wan daxwaznameyên xwe amade kirine. Ertak, xwest ku heqîqeta li Zindana Amedê winda nebe û axaftina xwe wiha domand: “Me ew dem jiyaye, lewre divê em biparêzin da ku ti kesên din bi vê yekê nêzîkî gelê kurd nebe. Em ê xebatên xwe yên serdanan bidomînin. Em nahêlin ew heqîqet winda bibe, ew mafê me ye û peywira me ya herî sereke ye. Ev tişt ne meseleya saziyekê yan jî partiyek siyasî ye, civaka gelê kurd ew tişt jiyan e û berpirsiyar jî ew in. Divê ew pêşengtiya vî karî bikin. Em di vir de ti hesabên siyasî, aborî, berjewendiyên cuda qebûl nakin û bila herkes destê xwe dane li ser wijdana xwe da ku tiştên wê demê pêk hatin dîsa neyên jiyîn. Bila ew der ji bo neviyên me jî bibe mînak.”
BANGAWAZÎ
Ertak axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Bangawaziya min ew e ku parlementerên Amedê bila vê meseleyê di parlementoyê de jî bînin rojevê û ser bisekinin. Heke xwedî derketinek mezin nebe mixabin ji sedî 10 jî heqîqeta Zindana Amedê di vê muzeyê de cih nagire. Herkesê xwedî wijdan divê xwedî li vê meseleyê derbikeve û li dijî van nêzîkbûnên veşartî bêdeng nemîne.”
MA / Bazîd Evren