NAVENDA NÛÇEYAN - Di daxuyaniyên li bajarên cuda yên têkildarî êrîşên li dijî cenazeyan hatin kirin de hat xwestin ku demildest dawî li vê polîtîkaya ku di wijdana civakê de birînên bêveger û kûr vekiriye bê dayîn.
Êriş û nêzîkatiyên dijmirovahî yên li dijî cenazeyên endamên rêxistinê yên di şer û pevçûnan de jiyana xwe ji dest dane, bi daxuyaniyan li gelek bajaran hatin şermezarkirin.
Komeleya Yekitî Çand Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên Xizmên Xwe di Dêrgûşa Şaristaniyê de Windakirine re (MEBYA-DER) li ber avahiya xwe ya li Amedê daxuyanî da çapemeniyê. Hevserokên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) Pinar Sakik Tekîn û Abbas Şahîn, wekîlên bajêr, Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Mehmet Şirîn Gurbuz, gelek saziyên sivîl ên civakî û welatî beşdar bûn. Beriya daxuyaniyê pankarta bi kurdî û tirkî li ser “Rêzgirtina ji miriyan re, rêzgirtina li rûmeta mirovahiyê ye” hate nivîsîn.
Polîsan hewl da daxuyaniya ku hate xwestin bê dayîn asteng bikin. Parlamenterê HEDEP’ê Serhat Eren bi gotina “Dema mirovek mir, çi dibe bila bibe li gorî edet û rîtuelên olî mafê wî yê veşartin û şînê heye. Ev di heman demê de di qanûnê de jî heye. Mafê rêzgirtinê yê ji gora wî re jî heye. Astengkirina tê kirin dijhiqûqî ye” bertek nîşanî polîsan da.
Li ser israra hate kirin polîs neçar man ku destûrê bidin daxuyanî bê dayîn. Lê polîsan di dema daxuyaniya xwe de mertalên xwe rakirin û hewl dan kişandina dîmenan a rojnamevanan asteng bikin.
‘ÊRIŞA LI DIJÎ CENAZEYAN DIJÎ RÛMETA MIROVAHIYÊ YE’
Hevserokê MEBYA-DER’ê Mehmet Emîn Kiliç metna daxuyaniyê xwend û da zanîn ku di salên dawî de tundî, muameleya xerab û êrîşên li dijî cenaze û miriyan qat bi qat zêde bûne. Kiliç, anî ziman ku weke ku di dozên Agît Îpek, Yilmaz Ûzûn, Guler Ozbay, Hakan Aslan û herî dawî jî Menfiyat Elçîçek de jî tê dîtin, cenaze bi salan di tiba edlî de hatin ragirtin û piştre bi rêyên karton, çente an jî sindoqên kartonê ku ne li gorî rûmeta mirovahiyê ne, radestî malbatên wan hatin kirin. Kiliç, diyar kir ku di van hemû bûyeran de nimêja cenaze û sersaxiyê ji aliyê hêzên ewlekariyê ve hatin astengkirin, wesayîtên birina cenaze nehatin dayîn û malbat jî neçar man cenazeyên xwe bigirin û wiha got: “Di hin rewşan de meleyên gund ji ber ku nikaribin nimêja cenazê bikin, ji ber ku meleyên gund ji bo ku neçin merasima cenaze, bi zorê ji gund vekişiyan. Ev mînak mînakên yekane yên tundiya dewletê ya li dijî miriyan û cenazeyan nînin. Mixabin ji ber zimanê tundiyê yê hikûmetê hema hema her roj bûyerên wek xerakirina goran û qedexeyên sersaxiyê rû didin û tê xwestin ku tundiya li dijî miriyan normalîze bibe.”
‘MALBAT NIKARIN LI GOR BAWERIYÊN XWE DEFIN BIKIN’
Kiliç, got ku heman tûndî ne tenê li ser cenazeyan, bandorê li xwediyên cenazeyan jî dike. Kiliç, destnîşan kir ku malbat nikarin miriyên xwe li gor edet, urf û baweriyên xwe yên olî defin bikin û nikarin ji mafên xwe yên bingehîn ên wekheviyê sûd werbigirin. Kiliç, da zanîn ku ev rewş di wijdanê civakê de dibe sedema birînên bêveger û kûr û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Dema ku dewlet bi tundiyeke zêde êrîşî mirî û cenazeyan bike, bêyî ku ferq bike, em ê bertekê xwe bilind bikin. Bi rêk û pêk definkirina cenazeyan ne tenê mijara mafên mirovan ên bingehîn e, di heman demê de ragihandina siyasî ya îradeya dewletê ye ku em ê di kîjan civakê de bijîn. Di her warî de îtîraz û redkirina vê helwesta xerab erka me ye.”
‘JI BO JIYANA DEMOKRATÎK DEFINKIRINA BI RÊK Û PÊK PÊWÎST E’
Kiliç, bi bîr xist ku ji bo jiyana hevpar a demokratîk a li Tirkiyeyê definkirina bi rêk û pêk pêwîst e. Kiliç, anî ziman ku avakirina aşitiyê encax di civakeke ku hemû cenaze bi rûmeta mirovahiyê bên definkirin pêkan e. Kiliç, bi lêv kir ku di civakeke ku mirî ji aliyê polîsan ve bi saetan tên astengkirin, gor tên xerakirin, cenaze bi lez û bez bêyî agahdarkirina malbatan li goristana bêkesan tên definkirin, civakeke kû cenaze di sindoqan de bê radest kirin, avakirina demokrasî, wekhevî, aşiti û hevkarî ne pêkane û wiha bi dawî kir: “Îşkenceya miriyan hemû têkiliyên civakî yên ku em tê de dijîn têk dibe û îmkana avakirina jiyana bi hev re wekhevîxwaz ne pêkan dike. Ne di asta siyasî û exlaqî de, ne di asta maf û azadiyan de, ne jî di asta olî û exlaqî de ravekirin, meşrûkirin, normalîzekirin û qebûlkirina vê îşkenceyê ne pêkan e. Em careke din diyar dikin ku em zilma li mirî û cenazeyan tê kirin qebûl nakin, em bang li hemû hêzên demokrasî û aştiyê dikin ku li dijî vê zilm, îşkence û êrîşan dengê xwe bilind bikin.”
WAN
Li Wanê jî li dijî êrişên li ser cenazeyan di pêşengtiya MEBYA-DER’ê de bi tevlibûna gelek sazî û dezgehan daxuyaniyeke hevpar hate dayîn.
Di daxuyaniya li ber avahiya komeleyê hate dayîn de HEDEP, DBP, TJA, HDP, TUHAY-DER, Komeleya Medya û Hiqûqê, Çev-Der, ARSÎSA, DÎSK, Meclisa Dayikên Aştiyê, ŞanoWan, Serhat Goç-Der, KESK, Komeleya Jinan a Starê, OHD, Baskê Mafê Mirovan ê TTB’ê û nûnerên ÎHD’ê cih girtin.
Parlamentera HEDEP’a Wanê Gulderen Varli jî tev li daxuyaniyê bû.
‘ÊRIŞA LI DIJÎ MAFÊ HEQÎQET Û ŞÎNÊ’
Hevseroka MEBYA-DER’a Wanê Hanim Kaya ya daxuyaniya hevpar xwend, wiha got: “Ev weqayên êrişeke li dijî mafê heqîqet û şînê ne, di bîra gelê me de birînên kûr vedikin. Divê cenazeyên kesên di pevçûnan de jiyana xwe ji dest dane û cenazeyên girtiyên nexweş ên di girtîgehan de jiyana xwe ji dest dane li gorî rastî û hiqûqa gerdûnî bêyî dereng bimînin, radestî malbatên wan bên kirin.
Daxuyanî bi dirûşmeya “Zext nikarin me têk bibin bi dawî bû”.
ŞIRNEX
MEBYA-DER’a Şirnexê li navçeya Hezex a Şirnexê têkildarî êrişên li dijî cenazeyên li ser zarokên kurd li ber avahiya HEDEP’ê daxuyanî da. Parlamenterê HEDEP’ê Mehmet Zeki Îrmez, Meclisa Dayikên Aşitiyê, TJA û gelek kes tevlibûn. Di daxuyaniyê de wêneyên cenazeyên ku di qotiyên qarton u kîsikan de radestî malbatan hatine kirin hatin vekirin.
Daxuyaniya çapemeniyê ya ku li ber avahiya HEDEP’a Hezexê hate li dar xistin de reveberê MEBYA-DER’a Şirnexê Nûrî Salgûcak xwend.
Salgûcak, diyar kir ku îşkenceya li ser cenazeyan nayê qebûlkirin û wiha got: “Şert û merc çi dibin bila bibin, dema ku dewlet bi tundî êrîşî cenazeyan bike, em ê nerazîbûna xwe nişan bidin. Îşkenceya li ser ser cenazeyê ne tenê mijara mafên mirovan ên bingehîn e, di heman demê de mijara dewletê ye. Em bi bîr tînin; li Tirkiyeyê definkirina cenazeyan divê bi rêk û pêk bê kirin. Ji bo jiyana hevpar a demokratîk ev pêwîstiyek e. Avakirina aşitiyê ancax bi vê pêkane ye. Malbat ji aliyê polîsan ve bi saetan tên astengkirin, gor tên xerakirin, cenaze bi lez û bez di goristanê bêkesan de tên definkirin û di qotiyan de tên teslîmkirin. Bi vî rêbazî avakirina demokrasî, wekhevî û aştiyê ne pêkan e. Êşkenceya li ser miriyan hemû têkiliyên civakî yên ku em tê de dijîn xera dike û wekheviyê diafirîne. Ev îşkence ne di asta siyasî û exlaqî de, ne di asta maf û azadiyan de, ne jî di warê olî û exlaqî de nayê qebûlkirin. Em careke din diyar dikin, em zilma li mirî û cenazeyan tê kirin qebûl nakin. Em bang li hemû hêzên demokrasî û aştiyê dikin ku li dijî vê zilm, îşkenceyê xwe bêdeng nekin.”
RIHA
Komeleya Çand Alîkarî û Piştevaniyê ya bi Malbatên ku Xizmên xwe li Ser Axa Qedîm Winda Kirine re (KATDER) tekildarî muameleya xirab a li dijî cenazeyan li Navenda Kar a Ahmet Bahçivan a navçeya Halîliyeyê daxuyanî da. Girse li avahiya Partiya Wekhevî û Demokrasiye (HEDEP) ya Rihayê biwêneyên kesên ku cenazeyên wan radestî malbatên wan hatin kirin hilgirtin û heta qada daxuyaniyê meşiyan. Dayikên Aştiyê, Tevgera Jinên Azad (TJA), Rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ya Rihayê, Rêxistina HEDEP a Rihayê û Parlamentera HEDEP’ê ya Rihayê Dîlan Kûnt Ayan jî beşdarî daxuyaniyê bûn.
Hevseroka DBP'ê ya Rihayê Hamîde Goktaş ku li ser navê girseyê daxuyanî da, diyar kir ku di salên dawî de muameleya xerab a li dijî cenazeyan zêde bûye û wiha got: “Cenazeyên Agît Îpek, Yilmaz Uzun, Guler Ozbay, Hakan Aslan herî dawî jî cenazeyê Menfiyat Elçîçek di qutiyeke kartonê de radestî malbata wan hatin kirin. Cenaze piştî ku bi salan li Saziya Tiba Edlî hatin ragirtin, di nav qutiyên karton, kîs an sindoqên kartonê de radestî malbatên wan hatin kirin. Her wiha nimêja cenaze û sersaxî ji aliyê hezên dewletê ve hatin astengkirin. wesayîtên sewqê nehatin dayîn û malbat neçar man cenazeyên xwe bi derfetên xwe bigirin. Di hin rewşan de melayên gund ji bo ku nimêja cenaze nekin ji aliyê miftîtiyê ve ji gund hatine derxistin, an jî ji bo ku neçin merasîma cenaze ji aliyê hêzên dewletê ve gef li gundiyan hatiye xwarin.”
'EM ÎŞKENCEYÊN LI SER CENAZÊ TÊ KIRIN QEBÛL NAKIN'
Goktaş, bi lêv kir ku ew ê bertekên xwe yên li dijî muameleya xerab a li ser cenazeyan bidomînin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di her warî de îtîraz û redkirina vê muameleye erka me ye. Em bi bîr tînin; Ji bo jiyana hevpar a demokratîk a li Tirkiyeyê definkirina bi rêk û pêk pêwîst e. Avakirina aşitiyê encax di civakeke ku hemû cenaze bi rûmeta mirovahiyê bên definkirin pêkan e. Di civakeke ku mirî ji aliyê polîsan ve bi saetan tên astengkirin, gor tên xerakirin, cenaze bi lez û bez bêyî agahdarkirina malbatan li goristana bêmalan tên definkirin, bi avakirina demokrasî, wekhevî û aştiyê re hevkarî nayê avakirin. Em careke din diyar dikin: Em zilma li cenazeyan tê kirin qebûl nakin. Em bang li hemû hêzên demokrasî û aştiyê dikin ku li dijî vê zilm, îşkence û êrîşan dengê xwe bilind bikin.”
Daxuyanî bi çepikan bi dawî bû.
MÊRSÎN
Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re ya Çûkûrovayê (TUAY-DER’a Çûkûrovayê) û nûnertiya Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya bi Kesên Malbatên Xwe Windakirine re ya Akdenîzê (AKKAY-DER) ya Mêrsînê jî li dijî polîtîkayên li ser cenazeyan daxuyaniyeke hevpar dan. Di daxuyaniya ku pankarta wêneyên malbatên cenazeyên wan di tûrik û qotiyan de hatine radestkirin li ser hate vekirin de dirûşmeya “Bijî berxwedana zindanan” hate berzkirin.
Parlamenterên HEDEP’ê Perîhan Koca û Alî Bozan û gelek nûnerên saziyên sivîl ên civakî û dezgehan beşdarî daxuyaniyê bûn. Daxuyaniya hevpar a li çend bajaran hate dayîn endamên AKKAY-DER’ê Bahattîn Bektaş xwend.
MÊRDÎN
MEBYA-DER’a Mêrdînê jî bi heman mijarê li ber avahiya rêxistina HEDEP’a Nisêbînê daxuyaniyek da çapemeniyê. Rêxistinên HEDEP’ê û DBP’ê yên navend û navçeyan, Dayikên Aştiyê, TJA, parlamenterê HEDEP’ê yê Mêrdînê Kamûran Tanhan û gelek kes beşdar bûn. Metna daxuyaniya hevpar Hevseroka MEBYA-DER’a Mêrdînê Gurbet Tekînê xwend.
Daxuyanî bi berzkirina dirûşmeya “Rûmeta mirovahiyê dê îşkenceyê têk bibe” bi dawî bû.