RIHA - Derûnas Salih Tekînalp diyar kir ku pergala kapîtalîst bi cewhera xwe ya dij-civakî mirov dikişîne nava tenêtiyê û got ku ji ber pergala kapîtalîzmê her sal nexweşeyên derûniyê zêde dibin.
Modernîteya kapîtalîst ku xwe li ser tunekirina civakî ya mirov diafirîne, bi cewhera xwe ya dij-civakî mirovan ji civakê vediqetîne û bi vê yekê dibe sedema tenêtiyeke zêde û nexweşiyên derûniyê. Li gel zêdebûna nexweşiyên derûnî, her sal bûyerên xwekuştinê li seranserê cîhanê zêde dibin. Li gorî daneyên Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) ya girêdayî Neteweyên Yekbûyî (NY) li cîhanê di her 40 saniyeyan de kesek xwe dikuje, her sal nêzî 800 hezar kes jiyana xwe ji dest didin. Kurdistan û Tirkiye ji wan welatan e ku herî zêde bûyerên xwekuştinê li wan diqewimin. Li gorî daneyên Saziya Îstatîstîkê ya Tirkiyeyê (TUÎK) di nava 19 salan de bûyerên xwekuştinê ji sedî 54 zêde bûne. Li gorî van daneyan di nava 19 salan de 58 hezar û 985 kesan xwe kuştiye. Par jî 4 hezar û 146 kesan bi xwekuştinê dawî li jiyana xwe anîne.
Her sal bi hezaran kes ji ber zêdebûna bûyerên tundiya navmalê û tundiya civakî û bûyerên xwekuştinê jiyana xwe ji dest didin. Polîtîkayên neolîberal ên modernîteya kapîtalîst dibin sedema qirkirina civakî û bi belavkirina nexweşiyan li hemû endamên civakê hebûna xwe didomîne.
Derûnas Salih Tekînalp pirsgirêkên derûnî yên ku modernîteya kapîtalîst ew afirandine nirxand û got ku modernîteya kapîtalîst pergalek e ku pirsgirêkan diafirîne û ji van pirsgirêkan sûd werdigire.
'HER SAL NEXWEŞIYÊN DERÛNÎ ZÊDE DIBIN'
Salih Tekînalp diyar kir ku ji ber pirsgirêkên aborî yên ku pergala kapîtalîst ew afirandine nexweşiyên derûnî her sal zêde dibin û got ku polîtîkayên neolîberal li bara mirovan dibin sedema dubendiyên giran ên hestyarî û zihnî. Tekînalp, bi lêv kir ku sedema zêdebûna nexweşiyên derûnî hesta bêkêmasiyê ye û wiha got: “Dayik û bavên ku tevî xebatê nikarin pêdiviyên zarokên xwe dabîn bikin jî hesta bêkêmasiyê li wan peyda dibe. Ev rewş, bandorê li zarokan jî dike. Sîstema kapîtalîst bingeha malbatê ji binî ve dihejîne. Ji ber van pirsgirêkan serlêdanên me zêde dibin. Em nikarin bi tena serê xwe çareseriyekê çêkin. Ji ber ku çavkaniya pirsgirêkê diyar e û çareseriya pirsgirêkê jî diyar e. Em nikarin vê çareseriyê pêşkêş bikin. Ji ber ku pirsgirêk ne ji ber kesan e ji ber pergala kapîtalîzme ye, ji bo ev pirsgirêk çareser bibin divê ev pergal tune be."
'MIROV NIKARIN TEDAWÎ BIBIN'
Tekînalp, bi domdarî anî ziman ku tevî zêdebûna nexweşiyên derûnî jî, mirov nikarin xwe bigihînin tedawiyê û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di cîhana pîşesaziyê de mirovan bi karê makîneyan dest bi mekanîzekirin û tenêtiyê kirin. Vê yekê zanista psîkolojiyê derxist pêş. Anku kesên ku tenêbûn û xwe netemam hîs dikirin, dest bi lêgerîna çareyan kirin. Kapîtalîzm sîstemek e ku pirsgirêkan diafirîne û ji van pirsgirêkan sûd werdigire. Gelek kes nikarin di warê derûnî de piştgiriyê bigirin. Kesên ku rewşa wan baş e diçin cem psîkologan û hewl didin ku ji pergala tenduristiyê alîkariyê bigirin. Ji aliyê madî û manewî ve tên îstismarkirin. Bi vî awayî kapîtalîzm ji van pirsgirêkan sûdê werdigire, ji bo pirsgirêkên ku diafirîne çareseriyê peyda nake."
'GER EM CIVAKÎ BIN DÊ PIRSGIRÊK ÇARESER BIBIN'
Tekînalp, destnîşan kir ku ji ber ku pergala kapîtalîzme civakîbûnê tune kiriye pirsgirêkên derûniyê dertên hole û ev tişt gotin: "Hema em tenê vegerin 50 sal berê; bi taybetî li erdnîgariya me pêdiviya civakê bi hev re hebû. Di nav hevgirtinê de bû. Diviyabû bi hev re bûna. Lêbelê, îro pergala neolîberal ji bo pêşîgirtina li hevgirtina civakî, jiyana bajarî pêş xist û gelek kes neçar man koçî bajaran bikin. Bi vî awayî hêdî hêdî civakîbûn qediya û mirov bûn ferdperest, xweperest û egoîst. Yek ji encamên vê yekê, bi pereyê ku kesek ji bo xwarinê xerc dike, kesine din debara malbata xwe dikin. Ev her du kes naxwazin bi hev re di nava têkiliyê de bin. Ji ber vê yekê civakîbûn perçe dibe. Ev yek jî di mirov de rewşeke tenêtiyê û kêmasiyê çêdike. Rewşek e ku em pirî caran di çavdêriyên klînîkî de pê re rû bi rû dimînin, kesên pirsgirêka wan a depresyonê heye nikarin depresyona xwe derbas bikin. Ji ber ku hewl dide takekesî bi ser bikeve. Ew nikare avantaja hebûna xwe ya civakî ku avantaja me ya herî mezin e, bi kar bîne. Heke em bi rastî aliyê xwe yê civakî eşkere bikin, em dikarin pirsgirêka ku em tê de ne hêsantir çareser bikin."
Tekînalp, bal kişand ku ketina medyaya sanal di jiyana mirovan de jî nexweşiyên derûniyê zêde kirine û wiha pê dê çû: “Mirov di medyaya sanal de tiştên ku di jiyana rast de nikarin bikin, dikin. Medyaya sanal ji bo kapîtalîzmê çavkaniyeke ku xwe berdewam bike. Ji ber ku mirov xwe di medyaya sanal de diafirîne tê wateya dûrketina ji jiyana rast. Ger ferd ji jiyana rastîn qut be, ew pergala ku dibe sedema neyînîtiya ku ew jiyaye napirse. Ji ber vê yekê ew her dem bi awayên cuda vê yekê pêşkêşî me dike da ku temenê xwe dirêj bike."
'SEDEMA TUNDIYÊ NE KES IN PERGAL E'
Tekînalp, diyar kir ku li gel zêdebûna nexweşiyên derûnî bûyerên tundiya civakî jî zêde dibin û wiha got: “Tundiya civakî gav bi gav zêde dibe. Ji temenê dibistana seretayî dest pê dike heta civakê belav dibe. Bêtehemûliya lihemberîhev zêde dibe. Em nikarin vê tenê bi kesan rave bikin, ev rewşeke sîstemî ye. Rêzefîlm û bernameyên ku em temaşe dikin mirovan îqna dikin ku tundî çareserî ye. Dema ku mirov xwe kêm hîs bike pirsgirêkên xwe jî bi tundiyê çareser dike. Ya ku dibe sedem mirov xwe kêm bibînin jî pergal e. Ji ber vê yekê, ev pirsgirêkek a pergalê ye. Digel kêmasiyên wê jî, dema em li serdema Sovyetê dinêrin, hema bêje tundiya civakî û tundiya li ser jinê tune bû. Ev rewş ne tesaduf e."
'ÇARESERIYA PIRSGIRÊKAN CIVAKÎ YE'
Tekînalp, da zanîn ku rêya derketina ji pirsgirêkên modernîteya kapîtalîst xwespartina ruhê civakî ya ku ji aliyê kapîtalîzmê ve hatiyê parçekirin e û axaftina xwe wiha qedand: "Meriv li ku bikeve tenê dikare li wir rabe pêyan. Rêya derketinê ne takekesî û berjewendîperestî ye, civakî û hevgirtin e. Ev di genên me de jî heye. Ji bo halkirina pirsgirêkên ku modernîteya kapîtalîst ferz dike civakî tevgerîn e. Ji bo ev pêk were divê em refleksa civakî xurt bikin. Dema ku em bi refleksa xwe tevbigerin, ne ez, em ê modela ferdperest û xweperest a ku kapîtalîzm li ser me ferz dike hilweşînin. Heke em pirsgirêkên civakî weke pirsgirêkên xwe bibînin û bertek nîşan bidin, wê demê em ê bersiva herî baş bidin vê pergalê.”
MA / Mahmût Altintaş