NAVENDA NÛÇEYAN - Ji bo rojnamegerên girtî Dîcle Muftuoglû, Abdurrahman Gok û Sedat yilmaz dê sibe li Amed, Enqere û Stenbolê daxuyanî bên dayîn.
Danişînên dozên rojnameger Dîcle Muftuoglû, Abdurrahman Gok û Sedat Yilmaz ku ji ber xebatên rojnamegeriyê hatine girtin dê di hefteya pêş de bên lidarxistin. Danişîna duyemîn a doza edîtorê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Abdurrahman Gok dê di 5’ê kanûnê de li 5’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê bê lidarxistin.
Danişîna ewil a Hevseroka Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) û edîtora MA’yê Dîcle Muftuoglû jî dê di 7’ê kanûnê de li 5’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê bê lidarxistin. Danişîna ewil a edîtorê MA’yê Sedat Yilmaz jî dê di 14’ê kanûnê de li 4’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê bê lidarxistin.
DFG, Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) û Dîsk Basin Îş jî dê beriya danişînan li Amed, Enqere û Stenbolê daxuyaniyan bidin.
Hûrgiliyên daxuyaniyên dê di 4’ê kanûnê de bên dayîn wiha ne:
* Enqere: Dê saet di 10.00’an de li pêşiya Kampûsa Girtîgeha Sîncanê bê dayîn.
* Stenbol: Dê saet di 11.00’an de li pêşiya Ofîsa Dîsk Basin-Îşê bê dayîn.
* Amed: Dê saet di 12.00’an de li pêşiya Edliyeya Amedê bê dayîn.