AMED - Xwendekarên Zanîngeha Dîcleyê diyar kirin ku ew bi gelek pirsgirêkên wekî debarê, wargeh, xwarin û çûnhatinê re rû bi rû ne û gotin: "Gava em çayekê vedixwin em xwe bisiûd hîs dikin."
Xwendekarên zanîngehan bi pirsgirêkên wekî debarê û hêwirandinê re rû bi rû ne. Xwendekarên ku li Zanîngeha Dîcleyê dixwînin, behsa pirsgirêkên xwe yên wekî guhanî, hêwirandin û debarê kirin.
‘EM 6 KES DI ODEYEKÊ DE DIMÎNIN'
Xwendekara pola yekemîn a Beşa Civaknasiyê ya Zanîngeha Dîcleyê Semanûr Sicakê ku ji Semsûrê hatiye Amedê, diyar kir ku ew li wargehê dimîne. Sicakê diyar kir ku xwarina li wargehê hema bibêje nayê xwarin û got ku mehê 570 TL heqê wargehê dide. Sicakê bal kişand ser pirsgirêkên wekî paqijî û cilşûştinê jî û wiha pê de çû: "Yekane avantaja mayîna li wargehê ev e ku ava germ heye. Em 6 kes di odeyekê de dimînin. Bi rastî zehmet e ku meriv 6 kes di odeyekê de bimîne. Em zehmetiyê dikişînin, lê ji ber ku em neçar in em îdare dikin. Ji ber ku wargeha min di nav kampusê de ye, ez zêde zehmetiyê nakişînim. Hevalên min ên li dûra hene, ew jib o di wext de bigihên dersê hem zû radibin hem jî heqê rê didin. Ev ji bo wan problem e. Tişta ku em dixwazin ew e ku em bi rihetî li wargehê xwarinê bixwin. Hevala min bi rojan e xwarinê naxwe."
‘GAVA DOR TÊ ME XWARIN NAMÎNE'
Xwendekara Rojnamegeriyê Dîlan Kiliç a li wargeha Xwendekarên Keç a Îyaz Bin Ganemê dimîne ku herî dawî li vir di nava xwarinê qûnikên cixareyê hatibûn dîtin, got: “Ez li Rihayê dijîm. Ez ji bo zanîngehê hatim vir. Ez li wargehê dimînim. Mixabin mayîna li wargehê ji bo min pêwîstiyek e, ji ber ku pereyê min tune ku ez biçim malê û wargeh di vî warî de ji min re guncavtir xuya dike. Em her roj bi pirsgirêkan re rû bi rû dimînin. Carinan dema ku dora xwarinê tê me, xwarin namîne. Min carekê di nava xwarina xwe de mû dît. Di xwarina hevalên din de qûnika cixareyê hebû. Dema em van pirsgirêkan tînin ziman, dibêjin ‘dixwazî bixwin dixwazî nexwin', hûn mecbûr in."
Kiliçê diyar kir ku dixwazin li wargehan di şert û mercên însanî de bijîn û wiha got: “Em dixwazin li cihekî ku qîmeta xwedekaran heye bijîn. Em dixwazin xwendekar bizanin ku tu metirsî li ser wan tune ye, em dixwazin zanibin ku ew ew kes in ku dê pêşerojê ronî bikin."
‘EM XWE DI ZINDANÊ DE HÎS DIKIN'
Kiliç anî ziman ku bûrsa wan têra wan nake û ji ber vê ji bêgavî pere ji malbata xwe dixwaze. Kişiçê wiha domand: "“Em bi hevalên xwe re behsa pirsgirêkên xwe dikin. Aborî di rewşeke wisa xerab de ye ku kes nikare tiştekî bike. Hema bibêje teslîmî qedera xwe bûne. Ji ber vê yekê em xwe wekî ku di zindanê de bin dibînin. Çare nîn e. Berê dema ku me behsa zanîngehê dikir, dibe ku me hizra civakîbûn û kêfê bikira, lê niha di sala 2023'yan de tenê çalakiya me hatina zanîngehê û ders in. Em gava çayekê vedxwin em wekî me xelatek dabe xwe hîs dikin. Em di vê rewşê de ne, bila kes ji me re nebêje aborî baş e. Em hewl didin bi bûrsa ku tê dayîn debara xwe bikin. Nîvê bûrsê diçe ji heqê wargehê re. Ez nikarim tiştekî bikim. Bûrsa ku em distînin hezar û 250 TL ye, pirtûkeke em dikirin jî ji 500 TL'yî dest pê dike. Ez hatime wê astê ku ji malbata xwe pere bixwazim."
'BÛRSÊ NADIN HER KESÎ'
Xwendekarê Beşa Rojnamegeriyê Mervan Yildiz ê ji Amedê anî ziman ku her roj heya tê kampusê li 2 wesayîtan siwar dibe û wiha got: “Bursê nagirim. Wekî ku hûn dizanin, her kes bûrsê nagire. Ew ne mûçeyek e ku di şert û mercên wekhev de bê dayîn. Digel ku divê bûrs ji hemû xwendekaran re were dayîn, lê nadin herkesî. Ez bi derfetên xwe yên aboriyê dixwînim û hewl didim pirtûkên xwe bikirim. Ez li mala malbatê dijîm. Ez kirê didim. Ma ez ji bo kirê, gaza xwezayî yan lêçûnên perwerdehiyê bixebitim? Ez jî nizanim ez ê çibikim."
‘EM DOZA JIYANEKE MIROVÎ DIKIN'
Yildiz anî ziman ku ji bo dabînkirina mesrefên perwerdehiyê ji bêgavî dixebite û got ku ji ber vê ew û birayê xwe bi hev re dimînin. Yildiz wiha axivî: "Ez li birayê xwe mêze dikim. Serê sibehê ez radibim amadekariyê wî yên dibistanê dikim û paşê ez jî berê xwe didim zanîngehê. Ji ber vê ji bêgavî li mînîbusê siwar dibim û paşê piştî cihekî li otobusê siwar dibim. Rojê ez herî kêm 28 lîreyan didim heqê rê. Ez av û çayekê bistînim, herî kêm 50 hezar TL heqê rê diçe. Em nikarin li derve bi hevalên xwe re rûnên. Em hemû hewl didin derûniya hev baş bikin. Em perwerdheiyeke sirf navê wê perwerdehî naxwazin. Ez xwendekaêr beşa rojnamegeriyê me. Di warê peydekirina materyalan de zehmetiyê dikişînim. Em doza jiyaneke mirovî û perwerdehiyeke baş dikin."
Xwendekarê Beşa Rojnamegeriyê yê pola 2'yan Serhat Çîçek jî diyar kir ku bal kişand ser şert û mercên xirab ên ku xwendekar bi wan re rû bi rû ne û got ku bûrsa tê dayîn bi tu awayî têra xwendekaran nake.