AMED / ÊLIH - Di çalakiyên “Nobeta Aştiyê” yên ji aliyê ÎHD'ê ve li gelek bajaran hatin lidarxistin de ji bo aştiya civakî banga bidawîkirina tecrîdê hate kirin.
Çalakiya nobetê ya ji aliyên Şaxên Komeleyên Mafên Mirovan (ÎHD) ên Amed û Êlihê ve her mehê di roja înê ya ewil de bi dirûşmeya “ji bo herkesê aştî” hate lidarxistin de vê mehê jî berdewam kir. Di çalakiya nobetê ku endam û rêveberên şaxê tev li bûn de daxwaza vê mehê bû “ji bo aştiya civakî tecrîdê rakin; bila binpêkirinên mafan ên li girtîgehan bi dawî bibin.”
Di nobeda ku li Eywana Tahîr Elçî ya avahiya ÎHD’ê hate lidarxistin de pankarta “Ez mirov im, mafên min jî hene û mirov bi mafên xwe mirov e” hat daliqandin. Serokê ÎHD’ê Ercan Yilmaz, Seroka Odeya Bijîşkan a Amedê Elîf Tûran, Şaxa Sendîkaya Kedkarên Tenduristî û Xizmetên Civakî (SES) a Amedê, Şaxa Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) a Amedê, Komeleya 78’an a Amedê, Însiyatifa Dayikên Aştiyê, MED TUHAD-FED, TUAY-DER, gelek parêzer û nûnerên saziyên sivîl tev li nobedê bûn.
‘SEDEMA NEAVABÛNA AŞTIYÊ POLÎTÎKAYÊN TECRÎDÊ NE’
Pêşiya daxuyaniyê Serokê ÎHD’ê Ercan Yilmaz axivî û bal kişand ser geşedanên dawî yên li Kurdistan û Tirkiyeyê qewimîn. Yilmaz, doza Hevşaredarê Amedê Selçûk Mizrakli ku niha di girtîgehê de ye û Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî ku li ber Mînareya Çar Ling a navçeya Sûr a Amedê hatiye qetilkirin bi bîr xist. Yilmaz, anî ziman ku her wiha qeyûm avêtin ser Yekitiya Tabîban a Tirk jî. Yilmaz, bi domdarî wiha got: “Ev meseleyên me vegotî ji ber ku li Tirkiye nîqaşa van pirsgirêkan li zemînek demokratîk nayê kirin, Tirkiye nikare aştiya di nava sînorên xwe de pêk bîne, pirsgirêkên kronîk in. Li Tirkiyeyê têkiliya kurdan û tirkan pir lawaz bûye û ev yek dê encameke pir bi xetere bi xwe re bîne. Divê mafên kurdan bên dayîn û em jî weke komeleyên mafên mirovan vê yekê dixwazin. Sedemek din jî ya neavabûna aştiya civakî, polîtîkayên tecrîdê ne ku ev demek dirêj e tê meşandin.”
‘TECRÎD DIBE SEDEMA BINPÊKIRINA GELEK MAFAN’
Berdevkê Komîsyona Girtîgehan a ÎHD’ê Yûsûf Erdogan metna daxuyaniyê xwend. Erdogan, anî ziman ku weke tê zanîn, berpirsyariya dewletê ye ku rêzê li mafên girtiyên di girtîgehê de bigire û divê girtî di dema bikaranîna mafên xwe de rastî polîtîkayeke cihêkariyê neyên. Erdogan, diyar kir ku dewlet mecbûr in ku ji bo girtiyên di zindanê de ne, bêyî nêrînên wan ên siyasî, nasnameya etnîkî, zayendî û cûdahiyên din ferq bikin, helwestek li gorî rûmeta mirovî diyar bikin û wiha got: “Di vê çarçoveyê de polîtîkaya tecrîdê ya ku em weke rêbazeke îşkenceyê dibînin, li girtîgehên Tîpa S, Y û Ewlekariya Bilind ên li Tirkiyeyê yên nû hatine avakirin, bi taybetî jî Girtîgeha Ewlekariya Bilind a Îmraliyê, dibe sedema gelek binpêkirinên giran. Tecrîd weke rêbazeke îşkenceyê, hewldana dewletan e ku girtiyên siyasî yên li girtîgehan “islah” bikin û bi vî awayî hemû beşên civakê yên dijber ango muxalîf bitirsînin. Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ê li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Îmraliyê tê girtin û Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş ên di heman girtîgehê de ne, nedîtina parêzer û malbatê û mafê pêwendiya bi telefon û nameyan tecrîda mutleq ya li dijî wan tê kirin nîşan dide.”
’33 MEH IN AGAHÎ JI ÎMRALIYÊ NAYÊN GIRTIN’
Erdogan, da zanîn ku serlêdanên malbat û parêzerên wan ên ji bo hevdîtinê 33 meh in nayên qebûlkirin. Erdogan, diyar kir ku ev tecrîda mutleq hem li dijî mekanîzmaya hiqûqa navxweyî ya dewletê ye û hem jî li dijî peymanên navneteweyî yên ku mecbûr in li gor wan tev bigerin e.Tevî ku Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT) der barê tecrîd û binpêkirinên mafan ên li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Îmraliyê de gelek tespît û pêşniyar kirin jî, ji bo rakirina tecrîdê ji aliyê rayedaran ve tu gav nehatine avêtin. Komeleya me ji bo ku biçin Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Îmraliyê û pêkanînên li girtîgehê bên tespîtkirin gelek caran serî li Wezareta Dadê da. Lê rayedaran bersiv nedan serlêdanên me.”
BAL KIŞAND SER GREVÊN BIRÇÎBÛNÊ
Erdogan, bi bîr xist ku li dijî binpêkirinên mafan, bi daxwaza rakirina tecrîdê û tecrîda li girtîgehên Tirkiyeyê gelek caran ji aliyê girtiyan ve grevên birçîbûnê hatin lidarxistin. Erdogan, da zanîn ku grevên birçîbûnê yên dorveger ên bêdem ku li girtîgehên Tirkiyeyê li dijî tecrîd û pêkanînên tecrîdê di 27’ê mijdara 2020’an de dabûn destpêkirin, di roja 290’an de bi dawî bû û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di sala 2021’an de dîsa ji aliyê girtiyan ve wekî berteka li hemberî pirsgirêkên di pergala cezayê de grevên birçîbûnê hatin destpêkirin. Herî dawî di 27’ê mijdara 2023’an de gelek girtiyan ji bo rakirina tecrîda Girtîgeha Îmraliyê û çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd dest bi greva birçîbûnê kirin. Divê demildest tecrîda li ser Girtîgeha Îmraliyê bê rawestandin, daxwazên malbat û parêzerên wan demildest bên qebûlkirin û daxwazên girtiyan yên di greva birçîbûnê de ne bên pêkanîn.”
‘DAWÎ LI ÎŞKENCEYA TECRÎDÊ BÎNIN’
Erdogan, di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Bi avabûna aştiyeke bi rûmet a li Tirkiyeyê û bidawîkirina tecrîd û pêkanînên li girtîgehan, bi taybetî girtiyên nexweş ên giran bi rakirina pêkanînên cudakar ên li hemberî girtiyên ji ber sedemên siyasî di girtîgehê de tên girtin pêkan e. Weke Komeleya Mafên Mirovan em careke din bang dikin û em dibêjin ‘Dawî li êşkenceya tecrîdê bînin, bila girtiyên nexweş ên giran serbest bên berdan, bila desteyên çavdêriyê yên îdarî bên rakirin. Bila demildest aştî pêk were.”
ÊLIH
ÎHD'ê li Êlihê bi daxuyaniya xwe ya li ber avahiya şaxa xwe bal kişand ser pirsgirêkên li girtîgehan. Di daxuyaniya ku ji aliyê Platforma Ked û Demokrasiyê ya Êlihê ve hat piştgirîkirin de pankartên "Em di girtîgehan de ne mirinê, jiyanê diparêzin. Divê girtiyên nexweş bên berdan, ew dimirin bêdeng nemînin" hatin vekirin. Hevserokê Şaxa ÎHD'ê ya Êlihê Ahmet Şiray metna hevpar xwend û da zanîn ku ji bo aştiya civakî divê tecrîd û binpêkirinên mafan bi dawî bibin.
ENQERE
Yek ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Ozgur Faîk Ero, rêveberên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) ên Enqereyê, Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) û Dayikên Aştiyê tev li çalakiya nobetê ya li Şaxa ÎHD’a Enqereyê hate lidarxistin bûn.
Li ewyana çalakî lê hate lidarxistin pankarta “ji bo aştiya civakî bila tecrîd bê rakirin, bila binpêkirinên mafan ên li girtîgehan bi dawî bibin” hate daliqandin.
GIRTÎGEH VEGUHERÎN ‘NAVENDÊN BINPÊKIRINÊN MAFÊN MIROVAN’
Hevserokê Şaxa ÎHD’a Enqereyê Omer Farûk Yazmaci yê li vir axivî, bal kişand ku divê binpêkirinên mafan ên li girtîgehan û mûameleya nebaş bi dawî bibe û wiha got: “Girtîgehên Tirkiyeyê bi pêkanînên gefê li jiyana girtiyan dixwin û gelek pirsgirêkên mayînde veguherîne ‘navenda binpêkirinên mafên mirovan’.”
‘SERLÊDANA ME YA JI BO ÇÛYÎNA ÎMRALIYÊ HÊJ NEHATIYE BERSIVANDIN’
Yazmaci, bal kişand ser tecrîda mutleq a li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û anî ziman ku bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş ên di heman girtîgehê de jî ji cîhanê tên îzolekirin. Yazmaci, axaftina xwe wiha domand: “Serlêdanên 33 meh in malbat û parêzer ji bo hevdîtinê dikin nayên qebûlkirin. Tevî tespît û biryarên CPT’yê ji aliyê meqamên rayedar ve tu gav nehatine avêtin. Em weke Komeleya Mafên Mirovan careke din bang dikin; tecrîdê bi dawî bikin, girtiyên nexweşên giran berdin, lijneyên çavdêrî û îdareyê rakin, aştiyê demildest pêk bînin.”
AKKAL: EM LI BENDÊ NE KU GAVÊN PÊWÎST BÊN AVÊTIN
Sekretera Navenda Giştî ya OHD’ê Ebrû Akkal jî anî ziman ku xebatên wan ên têkildarî rakirina tecrîdê dê berdewam bikin û wiha got: “Em dibînin ku her roja diçe tecrîd girantir dibe. Destpêkirina çalakiya greva birçîbûnê jî encama vê yekê ye. Wezareta Dadê û saziyên eleqedar divê hemû gavên têkildarî vê mijarê biavêjin.”
PRZ. EROL: TECRÎD BI PIRSGIRÊKA KURD VE ELEQEDAR E
Yek ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Ozgur Faîk Erol ji wîha got: “Ji Nisana 2021’an ve ji bîrêz Ocalan tu agahî nayên wergirtin. Destûr nayê dayîn ku dengek dîmenek derkeve derve. Em dizanin ku tecrîd bi pirsgirêka kurd ve eleqedar e.”
RIHA
Parlamenterê HEDEP’ê yê Rihayê Ferît Şenyaşar, Hevserokê Şaxa OHD’a Rihayê Îbrahîm Halîl Oyke û pêkhateyên Platforma Ked û Demokrasiyê ya Rihayê jî beşdarî çalakiya “Nobeta Aştiyê” ya li Rihayê bûn.
Hevserokê Şaxa ÎHD’a Rihayê Îsmaîl Tûtal jî di axaftina xwe de bertek nîşanî tecrîda teqez a li Îmraliyê tê bi rêvebirin û wiha got: “Tecrîda teqez li dijî destûra bingehîn û peymanên navnetewî ye. Ji bo ku tecrîd rabe girtiyan gelek caran çalakiya greva birçîbûnê kirin. Divê daxwazên girtiyên dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin demildest bên qebûlkirin. Divê îşkenceya tecrîdê bê bidawîkirin. Divê girtiyên nexweş demildest bên berdan.”
Dû re kesên tev li nobetê bûn di mijara “çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd û avakirina aştiyê ya li Rojhilata Navîn” sohbet kirin.
LI HATAY, EDENE, ANTALYA Û MÊRSÎNÊ JÎ ÇALAKÎ HATIN LIDARXISTIN
Li navçeya Îskenderûn a Hatayê, Edene, Antalya û Mêrsînê jî bi daxwaza rakirina tecrîdê û bi dawîkirina binpêkirinên mafan ên li girtîgehan çalakiyên “Nobetên Aştiyê” hatin lidarxistin û metnên hevpar hatin xwendin.