ŞIRNEX - Cenazeyê endama YJA Starê Menfiyat Elçîçek ku di sala 2018’an di pevçûnekê de jiyana xwe ji dest dabû, piştî 5 salan di qartonekê de radestî malbata wê hate kirin. Cenaze, di bin dorpêça polîsan de li Hezexê hate definkirin.
Di 14’ê îlona 2018’an de li herêma Kato Marûnîs a girêdayî Colemêrgê di navbera endamên YJA Starê û leşkerên tirk de pêvçûn derketibû. Di pêvçûnê de endama YJA-STAR’ê Menfiyat Elçîçek (Axîn Seydo) jiyana xwe ji dest dabû. Piştî ku Midûriyeta Emniyetê ya Colemêrgê agahî da malbatê, malbat yekser çû Colemêrgê û testa DNA’yê kir. Piştre jî cenazeyê Elçîçek bêyî agahiya malbatê, li goristana bêkesan a Colemêrgê hatibû definkirin.
CENAZE DI QARTONÊ DE HATE RADESTKIRIN
Du roj berê jî Midûriyeta Emniyetê ya Colemêrgê dîsa li malbatê geriya û jê re got ku cenazeyê keça wan li Saziya Tipa Edlî (ATK) ya Stenbolê ye. Li ser vê yekê malbat çû Stenbolê. ATK’ê, cenazeyê Elçîçek di torbeyeke şîn ê di qartoneke spî de radestî malbatê hate kirin.
DI BIN DORPÊÇA POLÎSAN DE HATE DEFINKIRIN
Malbata Elçîçek cenazeyê keça xwe yê di qartonê de anîn Hezex a Şirnexê. Cenazeyê Elçîçek, li Goristana Şêx Hesen a Hezexê di bin dorpêça polîsan de hate definkirin.