NAVENDA NÛÇEYAN - Girtiyên siyasî bi daxwaza “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka kurd çareserî” greva birçîbûnê ya dorveger dabûn destpêkirin. Çalakî, di roja duyemîn de didome.
Girtiyên siyasî yên li girtîgehên Tirkiye û bakurê Kurdistanê di çarçoveya kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka kurd çareserî” greva birçîbûnê ya dorveger dabûn destpêkirin. Çalakiya ku dê heta 15’ê Sibatê berdewam bike, îro kete roja duyemîn.
Girtî dixwazin ku tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bê bidawîkirin û ji hêla fîzîkî ve azad bibe.